Rojnameyên Kurdî

Ehmed Mustefa

 

 

''Rojnamegerî bingehake herî xorte ji bo avakirina lengerên þaristanî û avabûnê'' ……..
 ……   N. Ponepert.  Rojnamegerî nêrîn û ramana gel e,  daxwaz pêdivî û armancên netewî diyar dike û dide xuyan.                                                                               Sed û Yazda salan berê, di rewþa neçariyê de, li Misirê ''Qahîre" þahsîwarê peyvê, mîrê gewre Midhat Bedirxan dest davêje pênûsa xwe , û kar û xebata rojnamiyê dike.
 Ew li 22 ya Nîsana 1898 an, yekem rojname bi zimanê Kurdî bi navê "Rojnama Kurdistan" diweþîne. Li gor berpirsyar û xwendiyê rojnamê, û mîna ku di hejmara yekê de nivîsiye Rojnama Kurdistan wê her(15) rojan were weþandin. Û herwiha ji 22ya Nîsanê 1898 ra 31 hejmar ji rojnamê weþandin, hejmarên (1 ra 5) li Qahêrayê,    ( 6 ra 19) li Cinêvê, (20 ra 23) li Qahêrayê, (24)li  Londin, (25 ra 29) li Folkston,        û (30 ra 31) jî li Cinêvê çapkir û belavkir.
-Rojnama Reya Taze di dema 1929 Z.
-Rojnama Kurdistan li Îranê di sala 1959Z ra 1963 Z.
 - Rojnama Hawar li Þamê ê ku birayên Bedirxan avakirin di sala 1932 Z ra 1935Z  û di sala 1941 ra 1943Z. (57 hejmar).
 - Rojnama Ronahî di sala 1942 ra 1945 Z,(28 hejmar).
- Li Beyrûtê Rojnama Roja nû di sala1943 ra 1946Z,(73 hejmar).
- Belavkirin P.D.K, Rojnama Xebat di dema 1958 an de.
  Pêþtî dustûra Osmaniya Komela Hîwa Kurd rojnamek heftekî avakir bi navê Roja Kurd, hejmara yekemîn û duwamîn hatin belavkirin û wêneyên herdu mêrxasin mezin binav û deng li ser rûpelê rojnamê belav bû ( Seleh dîn Eyobî û Kerîm xan Zend).Ebdilkerîm Efendî yê ku vê Rojnama weþad di sala 1904 an de.Piþtî çend salan navê  wê  wergerandin û nav lêkirin Hetawa Kurd.                                                              -Rojnama Pêþkewtin a yekemîn li bajarê Silêmaniye hatiye damezrandin. Pêþtî wê Rojnama Bangê Kurdistan hat belavkirin di 2 Tebaxê 1922an de, 13hejmar hat belavkirin û rawestî, piþtî wê Mehmed Norî Efendî rojnamak heftane avakir bi navê Roja Kurdistan ê ku zimanê HikumetaÞêx Mehmud Hefîdê Kurdî û bin fermana wî de diweþî û heya 3yê Avdarê 1923Z berdewam bû. (15hejmar). Piþtî derketina Þêx Mehmud ji bajarê Silêmaniyê cara duwamîn rojnamak Kurdî din avabû bi nav ê Bangê Heq, 3 hejmar jê belavbûn û li dû re rojnama Amîdî Estiqlal avabû, û belavkirina wê pir  dirêj nekir. hukumeta li Silêmaniyê di sala 1924an de dest bi weþandina rojnama Jîyan we kir , û paþê navê rojnamê di sala 1925 an hat guhartin bi navê Jiyan ta roja îro dibinvî navî belav dib.
Di sala 1925 an Mîr Salih Zekî rojnamê k heftane derxist bi navê diyarî Kurdistan ta sala 1926an berdewamkir û dive demê de dora 16 hejmar der çû, piraniya hejmaran di hundurê xwe de wêneyên navdarên Kurdan xuya dikirin, û her wiha di sala 1925 an de Mistefa Paþ rojnama bangî Kurdistan derkir li Bexdadê. Lê pir berxwe neda û rawestî.
Rewþbîrê Kurd Husên Mukiryanî rojnamek bi navê Zar Kurmancî li Rewandizê deranê

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org