|
Girew û hevrikî di navbera Mîrê Hekariya û Paþayê Behdînan da Nivîskar:
Ehmed Qerenî Transkrîpsiyon(Tîpguhestin): Hallocî Larê Li
herêma Kurdistanê xasma li devera Behdînanê bi pîtên aramî gelek pirtûk
bi zaravayê kurmancî hatine çapkirin û gelek lêgerîn jî li kovar û
rojnameyên herêmê hatine weþandin.Lê sed heyf û mixabin, her çiqas bi
kurmancî jî hatine weþandin ji ber ku bi pîtên aramî hatine nivîsîn,
kurdîaxêvên ku pîtên aramî nizanin, nikarin mifa ji van pirtûk û lêgerînên
giranbuha werbigirin.Xweþbextane vê dawiyê bi xêra pêþveçûna
teknolojiyê, kurd jî ji xêr û bereketa înternetê sûdmend bûn û bir
rêya wê piçek jî be, hay ji kurdên parçeyên dî bûn xasma di warên
kulturî û siyasî de. Lê
parçebûna alfabeya zimanê kurdî li pêþiya xurtbûna têkiliyên kulturî
de rêgireke mezin e.Lewra divê em bi karê jiholêrakirina vî rêgirî
rabin û destpêkê jî divê weþanxane,nivîskar û wergerên me, bikevin
bin vî barî.Bi rastî jî li devera Behdînanê gelek pirtûkên folklorîk
ên pir binirx hatine çapkirin lê kurdên me yên ku pîtên aramî
nizanin hay jê nîne. Ya
dî jî divê em ji aliyê zimên ve sûdê ji edebiyat û folklora devera
Behdînanê werbigirin.Bo nimûne eger em bala xwe bidin pirtûkên ku li
Behdînanê hatine çapkirin emê gelek îdyom û peyven resen ên kurdî
peyda bikin ku hatine jibîrkirin. Lê ez nabêjim em kurdiya li Behdînanê
bikin “google’a zimanê kurdî”.Ji aliyê rastnivîsandin û
peyvên erebî ên li devoka behdînî, gelek rexne li zimanê medyaya
devera Behdînanê tê girtin.Dîsa ji ber ku hemû nûçe û nivîsar destpêkê
bi zaravayê soranî tên weþandin û paþe ji soranî tên veguhestin,di
radyo û televîzyonên herêma Kurdistanê de rêziman û tevna zimanê
soranî, bere bere gef li tevna devoka behdînî dixwe.(Tewandin,dariþtina
cumle…wd) Xulase
kurmancî dikare di gelek warên zimanî de sûdê ji edebiyat û folklora
li devera Behdînanê werbigire.Ez dixwazim li vir nimûneyeke biçûk ji
dewlemendiya berhemên ku bi pîtên aramî hatine nivîsîn, pêþberî
xwendevanên kurdî bikim.Ev nivîsara giranbuha ji aliyê Ehmed Qerenî ve
hatiye nivîsin. Girew
û hevrikî di navbera Mîrê Hekariya û Paþayê Behdînan da Nivîskar:
Ehmed Qerenî Transkrîpsiyon(Tîpguhestin):Hallocî
Larê Hekariya
û Behdînan(1)
du mîrgehên Kurdistanê bûn ku pitiriya caran digel hev da teba bûn û
hevbindiyên baþ û mifagor di navbera wan da hebûn bi taybetî ji aliyê
zanist û hoþmendiyê ve.Lewma jî gelek caran girew û hevrikî di navbera
wan da çê dibûn ku her yekî bizav dikir bi ser kevît û pêþkeftin û
dadperwerî û hoþmendiya xwe biselmînît. Di evê gotara kurt da bi fer
dizanin hinek ji wan girew û hevrikiyan tomar bikin ku li salên heþtêyan
da min li deverên cûda cûda yên Behdînan xirve kiribûn û li diwîf
haydariya min hêþta çi caran
nehatine belavkirin. 1-Rewanbêjî
û Selîqa peyvan Rojekê
paþayê Amêdiyê dibîte mêvanê Mîrê Hekariyan, dîwana girtîbû, hemiyan
guhê xwe dida suhbeta mîr û paþayî ku her yekî hewla behskirina baþî
û saloxteyên deverên xwe dida. Di nav germe germa suhbetê da Mîrê
Hekariyan gote hoþmendê xwe:”Bo me navê gundê Mîrgeha Hekariyan bêje,
ewên li ser yek selîqe.” Hoþmendî jî dest pê kir û navê heftê
gundên li ser yek kêþ û selîqe gotin: Xenanis,Koçanis,Þeranis,Maryonis,Anîtus,Kitunis,Kutranis,Zerkanis,Xendelanis,Peyanis… Paþeyê
Amêdiyê û mêvanên hazir heybetî man û ev hinêre ‘e
ciband çimkî cihê þanaziyê ye ku navên gundên deverekê bi selîqeka
hosa xweþ hatine navkirin û egera evê navkirinê jî weku tête
vegerandin ku ev heftê gund ji aliyê jinekê ve hatine avakirin ku navê wê
Nis bû lewma jî navê xwe li ser hemiyan
danaye.Paþeyê Amêdiyê çavêrêyî hoþmendê xwe bû ku ew jî hinêreka
hosa berçav bike.Hoþmendê Behdîna jî ma û li hoþmendê Hekarî nêrî
û gotê:”Eve çiye wekî çirkuneyî bûye wîs wîsa te, nis nis nis
nis.” Hoþmendê Behdîna vê da çû û navên gundê devera xwe gotin:Aþava,Lînava,Xaziyava,Bêgova,Hucava,Karava,Reþava,Zînava,Rikava,Germava,Hîzava,Xercava,Nihava… Hoþmendê
Behdîna ji hiþmendê Hekariya zivirî û gotî:”Eve selîqa navan hemû
avedanî û nîþanê jînê û serkeftinê.” Paþayê Amêdiyê jî berê
xwe da Mîrê Hekariya û girnijî û meclis jî tê gehiþt ku yê dibêje
me girew ji hewe bireve. 2-Zorzanî
û xwe derbaskirin ji delîvên teng Di
berdewambûna hevrikiyên hizrî da delîve wesa hat bo wextê þîvxwarinê
û sifre hatine danan û terzên girar û te’aman rêz bûn.Çaxî þîv
xwarinê denkeka pelavê bi rîhên paþayê Amêdiyê ve mabû, hoþmendê
Behdîna viya paþayî agahdar biket bêyî kes hest biket daku nebîte cihê
kêmasî û pêkenînê, îna bi dengekê bilind gote paþayî û daku hemûyan
guh lê bît:”Eve heyamek e þêrekê ketiye Kaniya Dehlî(2)
û çu di halê xelkî nehêlaye.” Paþa tê gehiþt û destê xwe bi rîhên
xwe ra îna xwarê û got:”Baþ e dê dû elçiyan hinêrin daku wê meselê
çare bikin.” Ji bilî hoþmendê(3)
Mîrê Hekariyan kesê dî bi evî karî nehesiya û wî zanî ku hoþmendê
Amêdiyê xwe û paþayê xwe derbaz kirin.Piþtî þîvxwarinê car care
vexwarin û kakil bo mêvanan dihatine danan. Yek ji wan caran avemast hate
pêþkêþkirin.Dilopeka avemastê bi rihên Mîrê Hekariya ve ma, hoþmendê
wî viya agahdar bike bêyî kes pê bihesît û got:”Qirê rîte hêlîna
xwe.” Civatê hemiyê berê xwe da mîrî û pêk ve kire kenî.Evê carê
jî hoþmendê Mîrê Hekariya dorand. 4-Dadperwerî
û Parastina Jîngehê Mîrê
Hekariya û Paþayê Behdîna diyarî bo hevdu dihinartin, her diyariyekê
raman û hêza xwe hebûye.Carekê Mîrê Hekariya þaxê kîvîyekî hejde
salî bo Mîrê Behdîna hinart.(Eve jî nîþana dadperweriya wî ye ku kes
nikarît ji qanûn û destûra rav û nêçîran der biçît çimkî pezkîvî
bigehte hejde saliyê nehête kuþtin, tiþtekî entîke ye.) Demê ev
diyariye gehiþtîye Paþayê Behdîna, zor pê têçû û gote ‘aqilmend
û mêrxas û þarezayên rav û nêçîran ku bigerên û bizanin kîvîyekî
ji hejde salî li welatî heye yan hebûye heta þaxên wî bo Mîrî bihinêrît
û biselmînît ku dadweriya wî pitir e ji dadweriya Mîrê Hekariya. Cab
hinartin Gare û Metîna û Lînkî û hemû cihên asê çimkî peydakirin
û vedîtina kîvîyekî ji hejde salan mezintir karekî sanahî nîne.Piþtî
evî xeberî deng vedayeve yek hat û gotî min kîvîyekî bîst û dû salî
li Geliyê Bêþîlê(4)
li nizarê çiyayê Metîna dîtiye û nuha jî herê mayî. Êlçiyên paþayî
çûn û xwe li ber dana û koþtin. Lê belê wekî kîvîyeke kete xwarê
þaxekî wî þikest û çend girê lê bezir bûn. Paþayî ferman derêxist
ku ew gundên dewrûberan biçin û ew xîz û berhwîrkên wî geliyê kîvî
lê kuþtî serad û bêjing bikin. Piþtî zehmeteka zor ew parçe girê dîtin
û bo paþayî înan. Hostayan ew parçeyên jê vebûne bi qolpên zêrî
cebar kirneve û bo Mîrê Hekariya hinart, wekî belge û delîlek
ji bo ‘edalet û dadweriya xwe ku ji ya Mîrê Hekariya pitir e. 4-Hevrikiya
li ser xwarinê Yek
ji hevrikiyên di navbera herdû mîrgehan da ew bû ku jivan hatine danan
daku ‘iwîcên(5)
herdû aliyan hevrikiyê li ser xwarinê bikin. Cara yekî ‘iwîcê Paþayê
Amêdiyê li dîwana Mîrê Hekariya berhev bû.Di ahengeka dilxweþ da
sifre ji bo ‘wîcê Behdîna dana,’iwîc jî kefte serê ew girar û rêçal
û nanê heyî hemû xwar û her mabeyn mabeyn jî ava tezî ya zozana bi
ser da dikir û xwarin hel dikir.Demê ‘iwîcê Hekariya hat Amêdiyê
ewan jî sifreka mezin bo xemlan û di navbera her sênîkeka girarê û
yeka din amanekê tehîna (Aþê Hevindika)(6)
danabû.
‘IWîcê Hekariya jî her pariyekê girarê û yekê tehînê dixwar, heta
dilî wî hatiye girtin û keft û pê qotan. Hemiyan pê kire kenî
û dorandina wî mukirand. Dwîv da fehris û mêrxasên herdû
aliyan xwe amade kir û çûne qada (7)
hevrikiyên meydanê û berdewam bûn li ser barsenganê û li dumahiyê Paþayê
Amêdiyê û Mîrê Hekariya zelamên serkeftî û birîyeve xelat kirin. 5-Ji
bilî girew û berîkaniyên derbarê rewanbêjî,werziþ,
siwarçakiyê ,dadperwerî û sin’etkariyê gelek caran birîkanî,havêtineberêk
û hevpeyvîn di navbera þa’ir,zana û nivîskarên herdû mîrgehan da
çêbûne nexasme di ewan çarsed salên herdûyan hukimdarî li deverên
Hekarî û Behdînan dikir. Li Hekariya þa’ir û ‘ilmdarên mezin hebûne
weku Elî Herîrî(8),Melayî
Beyatî(9),Pertuyê
Hekarî(10)
û Weda’î(11).
Li Behdînan wekî Mela Mensurê Gîrgaþî(12)
û Xalid Axayê Zêbarî(13)
û Þêx Nuredînî Birîfkanî(14)
û Bekir Begî Erzî(15).Li
virê da weku biyang û belge dî yek ji wan hevpeyvînên di navbera Melayê
Betayî û Mela Mensûrê Gêrgaþî da tomar keyn daku hinek layênên þaristanetî
û rewþenbîrî di navbera herdû mîrgehan da xuya bibin û dahatî dê
layêyên pitir aþkere ket çi li ser astê folklor û kelepûrê kevin û
çi li ser astê edebê nivîskî û þunewarên dêrîn ên herdû deveran
ku ji gelek aliyan ve wekhev û temamkerên hev in.Lê digel hemû bizav
hewlên xemxor û camêran ewên divên aliyên tarî yên wan hevbendiyan rûnak
bikin. Hevpeyvîna Melayê Bateyî û Mela Mensûrî þakareka mezin e û
serpiþka vê bizavê ye ku li destpêkê Mela Mensûr dibêje: Gêrgaþî: Selama
min seher xêzî Ji
þehbazan þeker rêzî Ji
mewca fitne engêzî Li
te ey Batê Hekarî Ji
‘eqda dur û mirwarî Ji
lutfa xaliqê barî Bateyî: Ji
lutfê û ‘inayetê Here
goþtê herabetê Ji
sîmaya bit û latê Tuyî
Mensûrê rehmanî Bibîn
fincanê xaqanî Xuya
bû sirê sultanî Gêrgaþî: Ji
sira xaliqê ekber Biriþtim
têk ez yekser Dilî
min bûye yek cewher Me
dî bû nurê rehmanî Ji
hubba rebê yezdanî Bi
ecsamê di ruhanî Bateyî: Çi
ecsamêt hebabin ew Ti
me’nê da wisa bin ew Hilîn
perdê ku rabin ew Ti
avê da xuya mayîn Li
ber tavê vewestayîn Ji
metnê qesid û me’nayîn Gêrgaþî: Ji
metnê cezme keþafe Qedeh
daîm tijî ave Esed
meþiya bi dora ve Li
lewhê sad û ‘eîn û nûn Muqabil
dureke meknûn We
sunbul geþtî hem meqrûn Bateyî: Muqarin
bû ji wê burcê Meqasid
wa tuyî durcê Ti
bînim herdem ez mewcê Esed
ba sunbula se’de Ku
têda cewherek ferde Ji
eltafê þekre we’de Gêrgaþî: Þekre
barî ji le’lîna Be
þaret dabû nesrîna Ku
xemra bade rengîna Vi
serçaha deqen dîsa Çirayê
da me jê îsa Me
mey noþî bi namûsa Bateyî: Mi
mey noþî bi namûsa Sivik
ez çûme pa bûsa Ewe
þem’at fanûsa Nigarên
hat û peymane Ji
‘eqlî kirme dîwane Ezim
naçar perwane Gêfgaþî: Ezim
naçarê bê perwa Reqîbî
ji bo mi kir þekwa Muxennî
ji bo mi da fetwa Mi
lez kir çûme meyxanê Ku
ew zide li imkanî Þerab
da me bi fincanê Bateyî: Þeraba
nab yaqûtî Berata
‘þqê lahûtî Yeqîn
lahût ji nasûtî Ti
‘alem da cihangîre ‘Ezara
çeþmê dilgîre Niha
bûn xencer û þîre Gêrgaþî: Nihanê
‘iþqê me’dûme Me
bûyî miskê mextûme Ku
suret cuzê me’lûme We
ferze lazim îzhar kîn Mu’eter
‘enber efþan kîn Û
nabît mexfî sirar kîn Bateyî: Ji
sira neqþê subûhî Ji
þeklê adem û nûhî (Nifixt
fîe min ruhî) Mu’eyiyen
tête te’lîmê Çi
bêjim husnê teqwîmê Be’îde
bête tefhimê Gêrgaþî: Be’îde
bête îmkanê Mu’eref
xetê seywanê Reqem
geþ bû ti dîwanê Ji
‘Îsa bê heta Ehmed Bixûnîn
nuqteya eswed Hisaba
cizmeya ebced Bateyî: Hisab
û ebceda vînê Ku
min dî bû li ayînê Nezer
da xaneya çînê Þubih
zulif û xet û xalin Bi
remiz û cezbe û halin Ji
(manî) neqiþ û timsalin Gêrgaþî: Muneqeþ
kir bi per garî Ji
renga badeya tarî Mukemel
berdê enwarî Muselsel
zulifê serkêþe Du
le’leîn taze derpêþe Sîmata
‘iþqê pir êþe Bateyî: Sîmata
‘iþqê rencûre Gehê
nare gehê nûre Eve
ya qence Mensûre Ti
bim sewda di sehrayê Ji
berqa dêm û sîmayê Bikey
kotahê niþayê Gêrgaþî: Belê
Bateyî dê kutah kim Bi
heqiqê sûreyê qaf kim Mecazê
‘iþqê dê saf kim Ji
vê niþa û me’nê Bi
wê secdad tahayê Me
dur anîn ji deryayê Bateyî: Çi
dur bû lefzeke xweþ bû Qelem
te ji ‘enbera reþ bû Þukir
xetê me gul geþ bû Di
me’nê da qewî kûre Reþandî
rûyê kafûre Minim
medahê Mensûre Ev
hinek bûn ji renvedena hevbendiyên di navbera herdû Mîrgehên Hekarî û
Behdînan(16)
ku çendîn ast vegirtin û îro bûne kelepûrekê neteweyî ku fer e bên
twîjandin û þîrovekirin nexasme ew deq û kirdarên heta nuha nehatiye
nivîsîn. Ji bilî deqên þî’rên hatîne parastin û ew beytên
dihatine nivîsîn û desxet û di mezgeft û li cem camêran diman û dûbare
dihatineve veguhastin û bi rênivîska ciwan û rûnvekirî. Berhemên
Melayê Betayî li nav xelkî di belav bûn çi xwendewar yan jî
nexwendewar heta hinek ji wan digel niza û qewlên Êzdiyan têkel bûne.
Ji ber vê egerê me ev þî’ra silal êxiste di nav girew û berikaniyên
kelepûrî da.(17) Perawêz: (1)
Hekarî û Behdînan dû mîrgehên kurdan e û bi ser êk ve bûne û navê
van di jêderên dîrokî da bi hev re dên û dihêne vegeran ku babkalkê
mîrên Behdînan ji Þemzînanê hatiye û li bajarê Amêdiyê rûniþtiye
û kiriye paytextê mîrgeha xwe(Behdînan) û di maweyê pitir ji çarsed
salan da 36 mîran hukimdarî kiriye.Her weha mîrên Hekariyan jî ku
paytextê wan Colemêrg bûye, hevbendiyên wan digel mîrên Behdînan
zorbeyî caran dibaþ û pir hevkarî û dostayetî bûyûne.Her wesa digel
mîrgehên din jî bi taybetî mîrgeha Botan. (2)
Kaniya Dehlê, kaniyeke dikeve jêriya gundê Eredna Jorî li berojê Çiyayê
Metîna. (3)
Hoþmend,anku ‘aqilmend dereceka karbidestiyê bû ku her mîrekê kurdan
yek ya çend ‘aqilmend hebûn û rawêjkarî pê dikir.Li mîrgeha Behdînanê
jî Îsa Dela bi nav û dengtirîn hoþmend bûye ku ta niha jî serhatî û
serbor û þîretên wî din av xelkê deverê da di belav in. (4)Geliyê
Bêþîlê, geliyekî asê û rêl himbiz û kûr e.Kaniyeke zelal û boþ tê
da dihête xwarê û li Dergelî ji aliyê jor ve gundekê biçûk ê xweþ
her bi navê Bêþîlê heye û cênêk û bistanên xwe bi wê avê sexbêr
dikin û dwîvra ew ava boþ dihête xwarê û bi gundê Dergela Mûsa Begî
avîkiriye. (5)
‘Iwîc, ew mirovê corek û þîyaneka zêde ji xelkê dî hebît ji bo
xwarinê û digel hindê jî bihêz û qudret in.Ev
nave wekû di serbor û serhatiyên kevin û dêrîn da hatîn ku
‘wîc ew kabra bûye ku alikariya Nuh Pêxemberî kiriye bo komkirina
daran daku gemiya xwe pê çê bike. (6)
Aþê Hevindka, Hevindika gundekê biçûk e dikevîte nizarê Çiyayê Gare
yê nêzîk Amêdiyê.Aveke boþ tê da tihête xwarê û dibêjin çend aþ
li ser wê avê hebûne ji wan heft aþên tehînê ku tehîna wan jî ya
binavûdeng bûye. (7)
Qad:Gorepan,Meydan,din av hinek jêderên dîrokî da hatiye dibêjnê
Xirga. (8)
Elî Herîrî(1530-1600) Þa’rê here pêþengê kurd.Dîwaneke þî’rî
heye,þî’rên wî sivik û rewan in û zorbeyan jî corê Musemet in. (9)
Melayê Bateyî(1675-1760),þa’rê mezin yê devera Hekariyan û berhemên
wî ji lîrîk(xezel,qesîde) û epîk(çîroke þî’r)pêk hatiye û çend
caran çap bûne. (10)
Pertewî Hekarî(1756-1825)þa’rekî devera Hekariya ye û dîwaneka þî’rî
heye ku ji qesîde û xezelan pêk hatiye, hatiye çapkirin. (11)
Weda’î(1790-1850?) þa’rekî desthel bûye di þî’ra farsî û kurdî
da ku þî’rên wî yên kurdî ji lîrîk û beytan pêk hatine û çendîn
rûdanên deverê tê da tomar kirine ji ewan serhatiyên Þêx Begê Mîrê
Hekariyan. (12)
Mela Mensûrî Gêrgaþî, ji hozanvanên serçax û demê Mela Hisînê
Bateyî bûye.Ev þî’ra wî ya duqolî digel Bateyî da geleka bi navûdeng
e û çend caran çap bûye. (13)Xalid
Axayê Zêbarî,hevçaxê Mela Mensûrî Gêrgaþî bûye,jînenîgera wî hêþta
bi dirustî xuya nebûye,lê di kitêba Minhil Alawliya da hatiye behskirin
ku li 1784ê ji Mûsilê bar kiriye û çûye gundekî çiyayî ji ber ku
nexweþiyek li Mûsilê belav bibû û dihête gotin navê wî gundî “Þûþ”
e ku li nêzî Akrê ye. (14)
Þêx Nuredîn Birîfkanî(1792-1852) li Dihokê ji dayîk bûye û çendîn
kitêb bi zimanê ‘erebî danayine û dîwaneke þî’ran bi zimanê kurdî
heye. (15)Bekir
Begî Erzî,þa’irekî binavûdeng î Behdînan e li gundê Erzê li Çiyayê
Metînayê jiyaye,ji bilî ku þa’îrekî hevçaxê Mela Mensûrî Gêrgaþî
bûye, hunermendekî mezin jî bûye û çend peykerên pir biha dirust
kirine. (16)
Ev serhatiyên silal min ji zardevê van camêran wergirtiye û digel hevdû
hevber kirîne: -‘Emerê
Pîroyî li gundê Eredinê li bihara 1984 ê ku jiyê wînêzîkî 60 sal bûn. -Hemîd
Bîrî li gundê Bîrê li sala 1987ê ku jiyê wî nêzîkî 100 sal bûn. -Mecîdî
Ashî li gundê Asihê li sala 1987 ê ku jiyê wî nêzîkî 70 salan bû. (17)
Serhatiyên li vêre hatîne belavkirin min digel çendîn serçaveyên mejûyî
û edebî hevber kirin û ji zor aliyan ve hevdu digirtin.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org