JI KURDISTANÊ NAMEYEK JI EWROPA RE
 
 
 
Enstîtuya Kurdî ya Bruksel 
 
 
 
  
 
 
Birêz Jan Figel
Berpirsê Yeketiya Ewropayî bo karûbarên çandê
(European Commissioner responsible for culture)
 
 
 
Birêzê hêja Figel,
 
Ma gelo ne trajêdiyeke mezin be dema zarokek nikaribe ji daya xwe re binivîsîne, “Dayê ez ji te hej dikim”?  Gelo ne trajêdî be dema li zarokekî bihêt qedexekirin ku li xwendegehê bi zimanê xwe bipeyive?  Di demekê de ku em bi serbilindî mafên hûtan diparêzin; di demekê de ku wêneyên merîxê di dest me de ne û di wê dema ku em tê de pesna sûda pirrzimaniyê didine de, milyonan mirov ji mafê xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe yê zikmakî hîn jî bêpar dimînin.  Di rastiyê de zimanê wan hîn îroj jî qedexe ye.
 
Bêhtir ji 30 milyon mirov bi zimanê kurdî dipeyivin.  Zimanê gelekî ye ku ji azadiyê hatiye bêparkirin, gelekî ku di nav çend dewletan de hatiye beþbeþkirin; û vî gelî roleke grîng di pêþvexistina þaristaniya Rojhilata Navîn de leyiztiye.
 
Bikarhanîna zorê li Rojhilata Navîn gellek caran peywendî bi nenasîna hebûn û mafên komên etnîk û olî re hebûye.  Nasîna hebûn û mafên wan koman dikare ne tenê rê li pirsgirêkan bigire, lê dikare her weha berdewamiya dewleteke ligor bendên destûrî di rê de misoger bike.
 
Em, nivîskarên ji herêmên cuda yên Kurdistanê, ji hukûmetên Ewropayê hêvî dikin ku hemî rêyên dîplomatî û qanûnî bi kar bihînin ji bo daxwaza rêzgirtina ji mafên kesan û koman re, bi taybetî derbarê gelê kurd de, ji hukûmetên Tirkiyeyê, Îranê, Îraqê û Sûriyeyê; û daxwaza ji wan ku van mafan di nav destûrên wan dewletan de bihên bicîhkirin.  Em di heman demê de wê yekê ji Tirkiyeyê, Îranê û Sûriyeyê dipên ku wek Îraqê zimanê kurdî bi þêweyeke destûrî bipejirînin da ku bi encamê ev zimana bikaribe bi serbestî ji bo perwerdeyê, mîdyayê û weþandinê  bihêt bikarhanîn.
 
Ewropa dikare her weha derbarê nasnameyê, pêþvexistina çandê û parastina mîrasa çandî ya Kurdan de alîgir be.  Ya rast, Yeketiya Ewropayî dikare di gellek waran de bi ziman û Wêjeya kurdî re alîgir be, wek:
 
-         Peywendîgirêdana bi hukûmetên Tirkiyeyê, Îranê, Iraqê û Sûriyeyê re û daxwazeke bi îsrar ji wan ku nûnerine Yeketiya Ewropayî li herêmên kurdî derbarê pirsên xwe bi zimanê kurdî ve girê didin de lê binihêrin.
-         Alîkirina ji bo birêxistina bernameyên pêdagocî bo têgîhandina mamosteyên zimanê kurdî li Ewropayê û Rojhilata Navîn; her weha ji bo amadekirina pirtûk û pêdiviyên nûjen ji bo fêrkirina vî zimanî.
-         Leyiztina rolekê di damezirandina dezgeheke televizyonî ya satelîtî de taybet ji bo ziman û Weejeya kurdî.
-         Þopandineke siqesiq derbarê siyaset û kiryarên xwe bi zimanê kurdî ve peywendîgir dikin li Tirkiyeyê, Îranê, Îraqê û Sûriyeyê û birêxistina reaksiyoneke zûdem ger van dewletan bi þêweyeke durist li sozên xwe xwedî dernekevin.
-         Piþtgiriya derfetên fêrkirina zimanê kurdî li her dera ku civatên kurdî lê hene.
-         Piþtgirya projeyên wergerandina berheman ji û bo zimanê kurdî.
-         Piþtgiriya projeyên hunerî bi amanca ku hunermendên kurd bihên serilêdana welatên ewropayî û yên ewropayî biçin Kurdistanê.
 
Serbestkirina zimanê kurdî dê ne tenê ji bo Wejeya kurdî sûdmend be, lê dikare her weha roleke mezin li Rojhilata Navîn di proseya aþtiyê û demokrasiyê de bileyize.
 
Brûksel, 18/04/2008
 
 
 
Hêvî Berwarî: ji Almanya (Kurdistana Îraqê)
Xeyrî Bozanî: ji Kurdistana Îraqê
Ebdal Nûrî: ji Kurdistana Îraqê
Konê Reþ: ji Kurdistana Sûriyeyê
Ibrahîm Selman: ji Hollende (Kurdistana Îraqê)
Hesen Silevanî: ji Kurdistana Îraqê
Þahînê Bekirê Soreklî: ji Australya (Kurdistana Sûriyeyê)
Helîm Yûsiv: ji Almanya (Kurdistana Sûriyeyê)
 
 
Va nameya di bin sîwana projeya Lêniherîneke li Wêjeya Kurdî li Brûksel (Focus on Kurdish Literature in Brussels), ku di 18-19/04/2008 de li Brûksel cîh girt hat nivîsandin. 
Rêxistin:  Enstîtuya Kurdî ya Bruksel û Het Beschrijf, di bin otorîteya wezîrê çandê yê Flanderen Bert Anciaux de.

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org