|
Gotûbêja Romana kurdî û Postmodernizm lidar ket
Gotinên gunehkar bi þewa xwe, Tirsa bê diran bir lehengê
xwe, Mirname bi
mijara xwe û þopên postmodernizmê kur dikin di romana kurdî de.
Li
Stenbolê li komeleya Çira do bi beþdarîya niviskar û rexnegir Alî
Fikrî Iþik û bi mijara ''di wêjeya kurdî de þopen postmodernizmé' bi
wî navî gotûbêjek lidarket. Gotûbêjê
bi çirokekeji Buhiþta Lal a bi navê ''Gewrê'' ya birêz
Salahattin Bulut, bi wê despêkir. Çiroka birêz Enwer Karahan ''Kespik''
ya di kitêba Du dilopê de, wek alegoriyekê hat destniþankirin.
Mana wan herdu çirokan, mana wan a veþartî bi þêweke
rezbar, hat revakirin. Gewrê, li cezayekî bêawan digere û kespik jî, li
koka xwe. Herdu çirok jî bi maneya xwe ya veþarti, pirsgirekên me yên
îroyîn minakaþe dikin.
Piþtî
wan pêþgotinan, Ali Fikri, li ser romana kurdî qederê seatek û nivê
rawestîya. Bi pirsên bêþdar re gotûbêjê sê seat domand. Bi
giranî li ser çar romanan; romana Hesenê Metê,Gotinên gunehkar,
romana Helim yusiv Tirsa bê diran, romana Jan Dost Mîrname
û romana Hesen Huseyin Deniz Hêvî her dem heye gotûbêj herikî.Gotinên
gunehkar bi þêwa xwe, bi metnê xwe û dervayî metnê xwe, hat
nirxandin. Di nav wan encaman de, derket holê ku Gotinên gunehkar teklîfa
postmodernizme dike. Gotinên gunehkar vegotieneke postmodernîst e.
Tirsa
bê diran, navenda
vegotina xwe li ser lehengê xwe avakiriye. Lehengê wê Musa, di nîvê çiroka
xwe de koçber dibe û ji welat derdikeve. Ev biryara metn, bi tevna pisijik
tê bicîkirin lê metn gazinê xwe ji modernizmê dikê û dide dûv
pirsa piþta modernizmê. Dikeve mijara postmodernizmê.Kitêba Jan
Dost Mîrname, do dixe þûna îro û pirsên îroyi bi tevna do dinirxîne.
Rûmetên çandinî û pirsen siyasî rûbirû dike. Erk, arzu, beden û
pirsa yekîtîyê reva dike. Leheng û çirokê Mîrnameyê piralî ne û
hertiþtî ji nû ve tesnif dikin.Kitêba Hesen Huseyin Deniz Hêvi her
dem heye bi metn, bi binmetn û bidervayî metin, çîrkeke dijwar li
dar dixe. Çirokeke siyasî ye û modernizma þerê çekdar berhewa dike.
Heqiqetên metn û ên dervayî metn hev digrin û metn dibe manifestoyeke
postmodern.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org