|
Êketiya
Afretên Kurdistanê Þingal wek parêzgeh hijmart
Tora laliþ /Hevpeyvîn /Hejar.M
Avîn
Hirorî berprisa encumenî Duhok ya Êketiya Afretên Kurdistanê: -Li
gor destûrê Kurdistanê bi hemî þiyanên xwe dê mafê afreta Êzidî
parêzin. -Di
seredana me da bo Þingal gelek tiþtên neçaverêkirî hatin dîtin. Di
germe germa gift û goiyên li ser pirojê civata rohaniya Êzidiyan li ser
yasa barê kesukiyê êzidiyan ji wana herdû bendên afretê ve digirêday
ku êxistîne ber raya cemawer, ji bo ku bizanin helwîstê (Ê.A.K)
derbarey vî babetê han çîye û hevdem digel seredana wan ji bo qeza Þingal
ku bizanin çi ji bo afretên Þingal hatîye kirin me xwe gehande encumeny
Duhok ya (Ê.A.K) û ev hevpeyvîna li xwarê digel berpirsa encumeny hate
dan. Tora
laliþ /Hevpeyvîn /Hejar.M Di
bersiva pirsekê da ku derêxistina vî pirojî çawa dihête nirxandin ji
layê êketiya afretên Kurditianê ve? berpirsa encumeny Duhok got:
Hebûna rêjeyeka gelek baþ ji yasa zan û çalakvanên mafê medenî di
nav êzidiyan da geþbîneka xurt çêdiket bo êketiya me ku bi rijdî di
demên nêzîk da li ser vî babetî kar bihête kirin û em jî weku ( Ê.A.K)ê
bi hemî þiyanên xwe dê kevîne di nav vî babetî da ku biþên mafên
afreta êzidî li gor yasa perlemanê Kurdistanê û mafên nîvdewletî
biparêzin. Di
derheqa encamên wan civîn û rapirsînên li deverêm êzidiyan hatîne
kirin (Avîn Hirorî) got:
Tiþtê herî balkêþ ewe ku hîç afretek di van civînan da beþdar nebûye
û biryar 100% di nêrane ne, ya giring
bo nûnerên afretên êzidî têda amedebûbane û giring bû pirensîpên
nîvdewletî yên mafê afretê li berçav wergirtibane û ji aliyekî
dîtir ve di geþbînin ku gelek ji çalakvanên êzidî ji herdû regezên
nêr û mê yan di warê parastina mafê afretê da karekî baþ diken û
hewil diden rewþenbîriyeka giþtî di nav êzidiyan da belav biken da ku
ev mafe pitir bihêne parastin, Avînê dirêjî
da axiftina xwe û got: Ta niho çi amar negehiþtîne ber destê
me ka ta çi rade pêgîrî bi van biryaran hatîye kirin û ev cure babete
babetên yasayî ne û piþtî pesindkirina destûrê perlemanê Kurdistanê
divêt li ser van babetan birawestin û divêt yasa serwer bit. Dîtina
(Ê.A.K) bo afreta þingalî piþtî yekem seredan birîne wê deverê çaweye?
Di biyavê vê pirsê han da Hirorî got:
Bi rastî seredaneka gelek fer bû û piþtî em çûyine wêrê bo me diyar
bû ku diviya me berî niho ev seredane kiriba û li çûna me bo Þingal
gelek tiþtên ne çaverêkirî me dîtin ji layekî ve astê aborî yê
nizim yê xelkê deverê û nebûne xizmetguzariyên serekî sîmayê
hejariyeka kujek di þinwar û çavên xelkekî da dihatine dîtin û bi
sanahî mirov hest pê diket ku dorpêça aborî hêþta li vê deverê ya
berdewame û rêveçûn û karê xelkê li ser cadan ji nû mirov tê digehiþt
ku Þingal di bin çi zoriyê bi dirêjahiya dîrokî bixudan kiriye, di nav
van hemî kawdanên sexit û dijwar da tiþtê herî balkêþ me dîtî rêja
berçava afretên rewþenbîr û xudan bawernamên bilind bû û tiþtê ji
vê xweþtir hez û daxaza afretên Þingal ya berdewam ji bo karkirin û
berdewamîdan bi xebatê û çareserkirina arîþan li deverê bûye cihê
putepêdana gelek ji dam û dezgayên Kurdistanê û êketiya afretên
Kurdistanê jî bi ferzanî dûv pirogiram û pîlanêm xweyên (2008) ê da
bi rijdî hemî kar û harîkarîkariyên pêdivî yên þiyan da bo devera
Þingal encam bidet. Di
layekê diyê vê hevpeyvînê da ka çi bo afretên Þingalê kirine? Avîn
Xanê got:
di seredana me bi serokatiya (Dr. Kurdistan Mukiryanî ) sekretêra (Ê.A.K)ê
bû, ku bo cara êkê li devera Þingalê baragayê êketiya me bi fermî
hate vekirin biryar hate dan ku weku encumeny parêzgehekê reftar digel
qezayê bihête kirin û her wesa biryar hate dan weku encumeny qeza reftar
digel encumenên nahiyên ser bi Þingalê ve bête kirin û mebesta me bi vê
reftarkirinê ji layenê madî û manewî ye û her wesa daku derfeta pêþêxistinê
bo wan kadiran bihête kirin. Li
dawiyê jî berpirsa (Ê.A.K) encumeny Duhok da xweyakirin:
Ku gerek hemî dam û dazgayên Kurdistanê ku êk ji wan jî êketiya afretên
Kurdistanê ye bi rijdî ser vî babetî rawestin ji ber ku bi rastî jî Þingal
pêdivî harîkariya me hemiyane.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org