|
Hejmara kesên li Kurdistanê cezayê îdamê lê hatî birîn, gehîþt 8 kesan
Kampaniya sekinandinê; tora mafê mirov a Kurd
Bi
cezayê îdamê ku ji xwendekarê Kurd ê xelkê Sinê Hebîbullah Letîfî
re hat birîn, hejmara kesên ku li Kurdistanê ji ber ramana xwe cezayê îdamê
bi ser de tê birîn gehîþt 8 kesan. Hebîbullah
Letîfî ê 26 salî, xelkê bajarê Sinêye u li zanîngeha Îlam li beþa
mafnasiyê de dixwend. Ew li meha 10 a sala 2007 ve (meha 7 a rojhijmêra koçî-tavî)
hatiye girtin u li wê demê ve heya niha di girtîgehê de ye. Duh dadgeha
Þoreþ a Sinê, tawana dijberiya bi rejîmê li rêya karkirin tev rêkxistinên
Kurd ê opozisyonê, xiste stuyê wî u cezayê îdamê dayê. Pêwîste bê
gotin ku heya niha biryara dadgehê ji parêzerê Letîfî, Dr. Nêmet Ehmedî
re nehatiye ragehandin. Dema
Hebîbullah
Letîfî di girtîgeha îstixbarat (îtilaat) a Sinê, ji ber îþkenceyên
zor, gelek caran ew rastî xûnrêjiya hundir dibû, ku carna ji ber xûnrêjiya
zêde ji hiþê xwe diçû u ew radikirn nexweþxaneyê. Di wê demê de bi
caran li nexweþxaneyên Tewhîd u Temînê Îctimayî ji ber azarên eþkenceyê
hat tedawî kirin. Bi
cezayê îdamê a ji Hebîbullah Letîfî re hatî birîn, heya niha hejmara
kesên ji ber ramanên xwe li Kurdistanê ji îdamê re hatine ceza dan gehîþt
8 kesan: 1.
Adnan
Hessenpûr (rojnamevan) 2.
Hîwa
Bûtîmar (çalakvanê mafê mirovan u rojnamevan) 3.
Ferzad
Kemanger (çalakvanê medenî u xebatkarê mafê mirov) 4.
Enwer
Hussein Penahî (mamosta u çalakvanê medenî) 5.
Ferhad
Wekîlî (çalakvanê medenî) 6.
Alî
Heyderiyan (çalakvanê medenî) 7.
Erselan
Ewliyayî (çalakvanê medenî) 8.
Hebîbullah
Letîfî (xwendekar u çalakvanê medenî)
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org