 |
Pirtûka
Nivîskar Hogir Berbir a duyemîn bi navê “Xezeba Agirê Har” ji
nav weþanê TEVN’ ê derket. Di vê pirtûkê de 14 çîrok cih
digire û her çîrokek serboriyeke rasteqîn bi xwe re rave dike. Her
çîrokek bi navê xwe yê xweser, mîna “Xezeba Çarþema Reþ
Dibariya, Jinek Kurd a Leheng, Rêwiyê Rêya Dûvdirêj, Rojek li Pîran,
Xezeba Xewneke Sersem, Þehîdê Werzîþê, Deng Nebihûrîne, Her
Lehengek Gulek Bihiþtê ye, Dara Miradan, Xezeba Girîneke Bêhêstir,
Evîneke Trajîk, “Kes Nikare Roja Me Tarî Bike” , Aþtî bi
Serket û Destana Lawê Rojê” pêk tê. Bi tevahiya çîrokên ku
di pirtûkê de cih girtî re navê “Xezeba Agirê Har”
li xwe girt. Pêþgotina pirtûkê Serwet Denîz nivîsandiye
û dibêje:
“…
Di vê pirtûkê de ev xezeb hatine honandin, lê tenê xezeb na, her
wiha hêvî, hêviya rojên xweþ jî hatiye honandin. Nivîskar
xwestiye ku çîrokan binivîse û bi qasî hêz û zanîna xwe bibe
þahidê dema xwe. Lê tiþtê ku hatine nivîsandin tenê çîrok nîn
in. Di heman demê de serpêhatî û bîranîn in jî. Dê xwendekar
bi xwe jî vê rastiyê bibînin. Dibe ku heman bûyer hatibin serê
gelek ji we xwendekaran. Lewra ev pêvajo hîna jî didome. Wek telpê
ewrekî reþ û tarî girtiye ser jiyana me. Hinek bûyerên ku nivîskar
hilgirtiye dest bîst-sî sal berê qewimîne, lê di mejiyê me de
wisa cih girtine ku mirov dibêje qey duh-pêr qewimîne. Êþ û jana
berxên ku axa sar hembêz
kirine nepêkan e ku bê gotin û nivîsandin. Tenê mirov di kûrahiya
dil de dijî. Nivîsandin û awayê nivîsandina van bûyeran heta tu
bixwazî zehmet e. Ji ber vê zehmetiyê wêrekiyê dixwaze.
|