|
NÎMA Hozan Robar
Di meha gulanê de, di çarçoveya mîhrîcana Fîlman a Stenbolê ya Navnetewî de, fîlmê derhênerê kurd Behmen Qobadî yê bi navê “Nîma” li Stenbolê hat berçav kirin, wê demê rojnamegeriya kurdî ew çalakî þopandin û navê fîlmê Qobadî wergerandin kurdî, piraniya wan wateya NÎMA danîn “nîvê heyvê” û hinan ew danîn “heyva çardeh þevî”. Hîn wê çaxê min dixwest ez dîtina xwe derbarê wergerandinê de bidim û ragihînim ku pêdivî niye em wê wergerînin kurdî ji ber ku peyva Nîma bixwe kurdî ye. Lê ji ber ku navê keça min Nîma ye, hertim wateya Nîma ji min tê pirsîn ji lewre min xwest ez peyva Nîma bidim ber ronahiyê bo ronahiya Nîma ji her kesî re eþkere bibe.
Em dizanin her mehek heyvî 28 roj in, ew bi derketina heyvê re tên hejmartin di destpêka mehê de heyv tenik û zirav e, û her roj mezin dibe ta roja 14'an bi þevê ew sergihayî gulover dibe, helbet ew roj nîvê mehê ye (14/28) anku Nîma, heyva çardeh-þevî, ne çardeh-rojî çimkî heyv bi þevê xuya dibe. Wisa ji me re wateya Nîma dixuye lê teþeyê peyvê wek me da xuyan kurt bûye: nîm+mah= nîmmah = Nîma nîv +mah= nîvmah = Nîma nîw+mah= nîwma = Nîma li
vir em ê xuya bikin ku mebest ji navê Nîma, dema heyv topik û gulover be
anku heyva çardeh-þevî ji lewre gelek caran kurmanc xweþî û ciwaniya rûyê
keçan bi heyva çardeh-þevî dinimînin, lê eger em bibêjin nîvê heyvê
bîra mirov diçe ser heyvê dema þêweyê wê nîv gulover be, lê bixwe
mebest nîvê rojên heyvê ye anku dema heyv topik û gulover be. Di zimanê
erebî de jî bêjeya (bedir) bi wateya Nîma ye, her wiha di her zimanekî
de bêjeyek bi vê wateyê heye. Bêjeyeke dîtir heye di þêwezarê kurmancî nahê bi kar anîn, ew jî Nûma ye. Dema heyv di destpêka mehê de be anku dema ew tenik û zirav be, jê re Nûma tê gotin Nûma anku meha nû, di sereteya meha nû de heyv tenik û zirav e, di zimanê erebî de jî bêjeya (Hîlal) bi wateya Nûma ye. Ji
bilî van wateyan, heyv gelek wateyên dîtir dide, heyv þeva reþ ronî
dike roniya xwe dide erdê, girîngiya heyvê li pê rojê hatiye her wiha
di gelek olên kevin de ew pîroz bûye, di hinan de jî wek xwedawendekê cî
girtiye, her wiha bi dirêjiya dîrokê mirov hezkirina xwe ji þêwe û
ronahiya heyvê re derbiriye, û mirovan heyva asîmanan wek navek nêvnas
li zarokê xwe kirine û gelek nav dîtir jê çêkirine wek: hêvîn, hêvron,
hêva,… Ev hewldana me bo em bêjeyek nû li ferhenga kurdî kom bikin, û zimanê xwe dewlemend û zengîn bikin, zimanê me bi sed salan e, ku bê xwedî ye ji lewre ji hemû layan jê re kar û xebat divê û nemaze ji hêla ferhengî ve. Me bi vî karî xwest ku dilopekê li derya ziman zêde bikin, em bi hêvî ne ku mebesta me bi cî hatibe. Hozan Robar |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org