Rojnamegerî û Zimanê KurdîHozan Robar
Di dîroka gelê kurd de, bindestiya hezar salan û þer
û zordestiya li ser kurdan, bandoreke neyînî li çand û wêjeya kurdî
kiriye. Ev jî bûye sedemek ku zimanê kurdî bê xwedî bimîne û bi
taybetî piþtî hatina ola îslamê. Lê dîsa hin çirûsk vêketin, bi
saya hin helbestvanên, mîna Baba Tahirê Hemedanî ku yekemîn helbestvan
bû, helbestên xwe bi kurdî bi tîpên aramî (erebî) nivîsandin, û her
wiha Elî Herîrî, Meleyê Cizîrî, Ehmedê Xanî,...hwd. Ev di dema mîrîtiyên
kurdan de bû. Lê ew berdewam nebû ji ber ku rewþa siyasî hîn xirabtir
dibû di bin desthilatdariya Osmaniyan de. Bi derketina rojnameya Kurdistanê, di destpêka
sedsala bîstan de, hiþyariyeke neteweyî dest pê kir. Tevî astengî û
zordariya li ser kurdan, hinek rojnameyên din jî riya gel ronî kirin wek:
“Roja Kurd, Banga Kurd, Jîn, Diyarî Kurdistan.... û gelekên din.” Ev
hemû, bûn stûn ji bo vejîn û vegerîna li zimanê kurdî yê nivîskî
û afirandina zimanê rojnamegeriyê. Kovara
"Hawar" û alfabeya nû Bi weþandina kovara Hawarê di 15`ê glanê sala
1932’yan de û bi afirandina alfabeya nû ya bi tîpên latînî serdemeke
nû dest pê kir ji bo zimanê kurdî yê nivîskî. Ev kovar bi keda
giranbuha a Mîr Celadet Alî Bedirxan pêk hat. "Ziman mercê heyînê
yê pêþîn e ". Bi vê baweriyê Hawarê xebat kir, ji bo ku heyîna
zimanê kurdî bide nasîn û zimanê kurdî bibe zimanekî nivîskî û wêjeyî,
bi tîpên latînî. Ji
bo çi tîpên latînî? Bi hatina ola Îslamê re, Kurdan tîpên erebî bi kar
anîn. Lê ji ber ku zimanê kurdî zimanekî Hind-Ewropî ye, tîpên erebî
dijwariyeke mezin derxist holê di nivîsandina kurdî de. Ji lewra
hilbijartina C. A. Bedirxan ji tîpên latînî re pêwîstiyek bû. Piþtî
peydakirina alfabeya nû, zimanê kurdî ji hêla nivîsandina bi alfabeya nû
ve, bi pêþ ket û cihê xwe di demeke kin de girt di kovara Hawarê de. Ev
yek di nivîseke ji Hawarê piþtî salek ji weþandina wê, dixuye, di vê
nivîsarê de wiha hatiye gotin: "Belê, Hawar, ev zaroka yek salî
di jiyana miletê me de heyîneke welê ye ku hîmê zimanê me daniye. Êdî
zimanê me ne tenê zimanê axaftinê ye, bûye zimanê nivîsandinê jî .
Ji milê din ve, vê zaroka hanê ji me re ev herf anîne û pê nivîsandina.
Zimanê me gelekî hêsan bûye û her dengê zimanê me yek bi yek wekî
xwe, li ser kaxezê hatiye reþandin... Wekî em dibêjin zimanê nivsandinê,
nabêt em bawer bikin ku zimanê me gihîþtiye wê rêza ku her tiþt pê tête
nivîsandin." Ev beþ ji nivîsê, xuya dike ku kovareke mina
kovara Hawarê, dikarîbû zimanek vejanda û xebatek têkûz û hêja boyî
bingeha rêzimana kurdî bi cih bikira û bibûya motikek ji bo zimanekî
nivîskî yê nûjen, ku îro bi hezaran berhem pê tên weþandin. Rewþa
rojnamegeriya kurdî di dema dawî de: Gelek kovar û rojnameyan di þopa Hawarê de kar û
barên xebata rojnamegeriyê berdewam kirin. Lê ew berdewamî çawa bû?
Heta îro, kêm rojnameyan weþana xwe berdewam kiriye, ji ber gelek sedemên
xuya wekî tunebûna derfetên aborî û qelsbûna nivîskar û xwendevanên
zimanê kurdî. Vê kêmasiyê hiþt ku tu gavên mezin, ji hêla rojnamegerî
û zimên ve neyên avêtin. Ji ber ku nivîskarên me tu girîngî nedaye pêþxistina
zimanê nivîskî. Ne jî hînkirina
wî. Wekî ku tê zanîn nivîskar bi nivîsarên xwe yên qenc xwendevanan
diafirîne û zimên zengîn dike. Mînaka Hawarê jî xuya dike ku
rojnamegerî dikare vê yekê pêk bîne. Peydakirina
zimanê nivîskî, zindî û pêþxistin û zengînkirina wî ji hemû hêlên
siyasî, zanistî, felsefî ve û yek-kirin û parastina vî zimanî, bi
riya rojnamegeriyê pêk tê. Ji ber ku rojnamegerî þêweyê herî xurt û
yê herî berweþîn e. Ew dikare di her demê de di hemû rewþan de, xwe
bighêjîne gel. Di rewþa gelê kurd a îro de ji ber tunebûna dewleteke
kurd (ji bilî Baþûrê Welêt) û tunebûna dezgeh û saziyên neteweyî
ji bo vejandina zimanê zikmakî yê nivîskî, pêwîstî bi rojnamegeriyê
heye. Di van
salên dawîn de ku dengê defa globalîzmê berztir dibe û slogana
demokrasî û biservebûnê li her derê tê gotin, rewþ jî li her derê tê
guhartin. Tevî pir hêlên globalîzmê yên neyînî, em dikarin bibêjin
ku bi giþtî ew ji bo me erênî ye, ji ber ku teknolojî sînoran nas nake
û bi riya dezgehên ragihandinê (înternet, satelite,…) têkilî û pêwendî
ferehtir dibin û rojnamegeriya me sînorên kevin dibire û derfet li pêþiya
tevgera çandî vedibin ku meþa xwe ya ber bi azadiyê ve bidomîne û mafê
gelê kurd ê çandî bistîne, ji bo ku em jî birûmet û xweþî li ser
axa xwe bijîn. Piþtî danasîa me ji rola rojnamegeriyê û girîngiya wê
re, hin tiþt tên xwestin bo ziman pêþ de here, di serî de zêdebûna xwênerên
(xwendevanên) zimanê kurdî, û di heman demê de divê zimanê kudî
bigihe asta zimanê rojnamegeriyê û bibe zimanekî yekgirtî û standart. Em
bi hêvî ne ku hemû nifþ, çîn, sazî û rêxistin piþtgiriyê bidin
tevgera pêþxistina rojnamegeriyeke
kurdî ya nûjen û
azad û pêþketî. |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org