|
|
|
|
Nema dixwazim
Husên
Abbas
-
- Nema dixwazim bidime pey toza
Simên hespê gotinên te kû dida bi teleb
-
- Û dûr diçû heya çavên min hew didî…
-
- Nema kêfa min dê ji hestên teyê kû
-
- Di newala evînê de
du deng dibû û
-
- Di navbera guh û dilê min
de dihat û diçû
-
- Nema ji min tê carekî dî
-
- Xwe bidime ber ewrên giriyê teyê tarî
-
- Û gunhê dilê min yê nezan,
-
- ku te
bi hêstirê xwe tanî
-
- Nema
mi divê çareke dî meyzênim
-
- Li roja kenê teyê çend alî….
-
- Nema dixwazim biçênim toxmê hêviyê
-
- Li ber ewrên dilê teyî ku ne ji hev bela dibû
-
- Û
ne dibarî
-
- Te dixwest kû ti bi karwanê xwe yê kêfê re bê
-
- Û
min dixwest ku ti di dilê min de bê
-
- Weke xezaleke çavbelek û gedî
-
- Wê haya sînorê hêveyên te yên perpitî bê serî
-
- Wê haya govenda dilê te yê
-
- Bi destên hev gertine û dikin dîlanê bi șêxanî
-
- Dilê teyî ku bi hêviyên te dișewitê
-
- Lê yên min ku ticara nedidît û nabînê
-
- Tu yî, yê kolên xwe rojê çend caran
-
- Dijmêrê, dihilênê û dideynê…
-
- Û yên min kû dest bidine hev
-
- Wê bine bi rêz ta bigihine roja pêșî kû min
tu dî
-
- Û
tu nabînê….
-
- Tu dixwazî agirê dilê xwe ji arduwê evîna min
-
- Gurr
û geșkê…..
-
- Tu dixwazî.. hinavê xwe
-
- bi ava çemê dilê min hînikê
-
- Tu dixwazî dilê min ji xwe re hefsarkê…
-
- Tu dixwazî, lê ji te nayê û ti nakî
-
- Yê ku nikaribê dilan gedîkê,
-
- nikarê hefsarkê
-
- Yê ku gelekî ne tî bê,
-
- bi avê dilê wî tu caran hînik nabê
-
H.Garbi@web.de
|
|
|