Rengên stûxwar li ser keviyên vemirî

 Husên M. Hebeþ

Gava rengê sor dihat bîrê

Goleke xwînî li ser sînga wî dimeyî û birînên bê binî

Di laþê wî de vedibûn.

Þevên mirinê didîtin

Ne bi tenê bû

Lingên wî yên qeliþî,

Destên terikî,

Lêvên zuha,

Çavên melûl û nalînên giran jî pê re bûn.

Baraneke rûtirþ, sor dibarî.

Ezmanekî giyan teng, çavgurî ew baran dadiwerivand.

Ne bi tenê bû

Sîsirkên mirinê li dora wî dîlan digirtin

û di ser dil re

Þeyêmaran hemû lingên xwe yên jehrî digerandin.

Ne bi tenê bû

Bapîrê wî bi rihê xwe yê spî û çavên sal dagirtî,

Li ser rûyê dîwêr bi lêmiþta dema qels û rewþa neviyê xwe dikeniya û dilê wî pê diþewitî.

Ne bi tenê bû

Ne 

Ne

Naaaaaaa

Ne bi tenê bû

“Gava rengê reþ bi hemû hêza xwe dihat,

rengên din ji tirsan re dibûn komir„

 

Ji dîtinên min

               Husên M. Hebeþ

 

………………………

………………………

Gava rengê sor dihat bîrê

Geliyekî serjêkirî ji parsûyên wî diherikî...

Demên bi êþ û kul… jî

û û û û

û û û

û û

Sor

Sor

Sor

S

O

R

Çavên sor û beloq.. vedibûn û hestiyên wî dihêrandin.

Lê di kêlîkên aramiyê de,

Di navbera xewê û hiþyariyê de

Bêhna gulek sor, dilê wî nazdar û bextewar

û gilovertir dikir.

 

Gava rengê zer dihat bîrê

Marekî bin zik zer li nava wî, xwe dialand

û ew bi serbinî hev dikir.

Hilma kulîlkan bengz vedida.

Rengê beravêtî, kenê tenik ji rûyê wî dikþand

û bi nexweþiya zerikî dixist.

Refên çivîkan diketin.

Bejn û bala bilind hildiweþiya

Jêrzemînek devzer, xewnên wî dadiqirtandin

Nêm ji newqa wî derdiket

Dilop.. bi dilop

Axa zelal diherimand.

Zer

Zer

Zer

Z

E

R

Zincîrek zingarî destên wî girêdida

Û kutekuta dilê wî zivar… zivar dibirrand.

Lê tevî va rewþa qelûz...

Refek ji perzerkan di ser serê wî re difiriya

û wîtwîtên hêviyê ji nikilên wan dibarîn ser giyanê wî.

 

Gava rengê kesk dihat bîrê

Kefiz û kopik bi dêv diket

û li ser milê wî xalek girs hiþîndida.

Keskê wî jiyaneke kufikî bû

Pelên borî bûn

Darên bê xewn bûn

Çawîrên tevizî bûn

Qewaqeke gêj bû

Zozaneke miçiqî bû

Daristaneke bê xemil bû

Buhareke darvekirî bû.

…………………………

…………………………

Gava rengê kesk dihat bîrê

Xurust vedimirî

Pelên dilê wî diçelmisîn û zer… zer dihatin xwar

Pel bi pel hiþk û zuha dibûn,

Zengê lêdixist

Dinalîn,

Dilerizîn,

Diweþîn,

Diçirîn…

û

Bahozan ew dida ber çerxwe xwe ya bê dilovan,

Bê guneh gewdê wî dirizandin.

Kesk

Kesk

Kesk

K

E

S

K

………………………..

………………………..

Keskê beravêtî nikarî bû hêza wî biþikanda.

Kesk radiza

Kesk xwe dipêça

Kesk hez dikir

Kesk dinêrî

Kesk nimêj dikir

Kesk diramî û kessssssssk diaxifî.

 

Gava rengê hiþîn dihat bîrê

Ezmanê çîksayî ji ber çavên wî direviya

û deriyê ewran li ser xwe dikirt.

Stêrk jê dirijîn

Hêza ronahiyê koooo dibû

Ba ditevizî

Mij û dûman bi hev re þaxdidan

Derya þor dibû ..masî têde bêhn didan

Gemî binav dibûn.

…………………..

…………………..

Rengê hiþîn tîr.. tîr dibû.

Hiþîn.. hiþîntir dibû wek çemê tîgrîsê dema

Holako û leþkerên xwe pirtûk têde kuþtibûn.

Rengê hiþîn, þahnaz …

Belengaz dibû û di þînê de digevizî.

Rengê hiþîn binax dibû.

Hiþîn

Hiþîn

Hiþîn

H

I

Þ

Î

N

Gava rengê hiþîn dihat bîrê,

Hiþîn dibû wek laþekî nû ji bin lêdan

û îþkencê derketî be.

Dûmanekî hiþîn ji mejiyê wî derdiket û bi banî ve diçû.

Lê bi ser hemû mirina hiþîn de,

Hêviyên xwe wek kespikekê

Di pelên binefþekê de vediþartin.

Bê kîn û bê xem xewdikir.

 

Gava rengê spî dihat bîrê,

Di bin berfê de diçikçikî û temenê wî lez û bez diqefilî.

Por spî dibû

Rih spî dibû

Birû û mijang jî spî dibûn.

………………………

………………………

Gava rengê spî dihat bîrê

Þîr di memikên jiyanê de zuha dibû

Kefen geþ dibûn

Zîpik dibarîn

Stêrk dirijîn

Kenê heyvê dihat kuþtin.

Gava rengê spî dihat bîrê

Perperîk hildiweþiyan

Kevokên aþtiyê nexweþ diketin

û ji baweriyê bê bawer diman.

Tiþtekî spî di jiyana wî de tine bû

Lê dilê wî spî bû wek kenê zarokekî...

Spî

Spî

Spî

S

P

Î

Xewnên wî spî bûn

Rabûn û rûniþtina wî spî bû

Kenê wî jî spî, spî,spî, spî bû.

 

Gava rengê reþ dihat bîrê

Gurekî bê bext di kelemeke asê de hildiperikî canê wî, Nazdarî jê belav dikir

û sextebaziya xwe radixist ser bejna tenik...

Ne bi tenê bû

Pêxemberkî derewîn

Di kêleka wî re gilokên derewên xwe,

Bê fedî tol dikirin.

Felsefa bi kîn, bê bêhn, bervaja…

Giran û bê giranî, rêça nûjen diþopand û bi rêva dibir!!

Ne bi tenê bû

Nûnerên serberjêr bi serberjor ve hildikþiyan

Bê reng bûn

Bê deng bûn

Lê bi þer û ceng bûn.

Dengên wan di guhê wî re wek qurþînan derbas dibûn

û firtûneyek ji kerriyê têde dihiþtin.

Ne bi tenê bû

Firiþteyên perspankirî û parsekcî di valahiya odê de

Li jorî wî baskên xwe yên dawî li hev dixistin.

Katêjmêra reþ,

Dûpiþkên xwe dixuþandin hundir

û hiþê wî tarûmar dikirin.

Pîrhebokên dilreþ

Ji damarên wî teþiyên xwe dirêsandin.

Pilindirên reþ

Xewnên wî xaç dikirin.

Marên reþ

Bi kezeba wî dadidan.

Ne bi tenê bû

Lê reþbûn gav bi gav pê re bû.

Wek cêwiyekî wî bû.

Ne bi destê wî bû

Her tiþt reþþþ bû

Reþ

Reþ

Reþ

R

E

Þ

Ew tev de di bin koraniyê û reþiya giran de bû.

Lê deziyekî zirav, zirav ji ronahiyê, ji dûr ve ditît,

û hêvî di çavên wî de vedibrûsand.

Þa dikir

Û dikir ÞAHÊ

Evîndaran.

 

R. E. N. G

Sor, Zer, Kesk, Hiþîn, Spî, Reþ.

Reþ, Spî, Hiþîn, Kesk, Zer, Sor.

û çend rengên din wek:

Mor, Gewr, Aravî, Þîrikî, Gulgulî, Qehweyî

Û hwd…

Hin caran wan rengan,

Jîn dixistin tariya mirinê û miringehê

û hin caran dixistin aramiya bihuþtê.

R

E

N

G.

 

 

Bonn/Almanya

 

habasch70@hotmail.com

 

 

 

  

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org