Pirtûka Evdile Koçer ya bi navê “KOÇERNAME” ji nav Weþanên Do derket

 

 

 Hüseyin Gündüz

 

  

Pirtûka Koçername derket
 
Pirtûka Evdile Koçer ya bi navê “KOÇERNAME” ji nav Weþanên Do derket.
 
Nivîskar, di Koçernameyê de pirsgirêkên civakî û siyasî bi þêwazeke mîzahî vedibêje û bala xwendevanan dibe ser gelek meselokên kelevajîk. Di pirtûkê de bi zimanekî wêjeyî behsa gelek klîþe û tabûyên civaka kurd dike.
 
Evdile Koçer, di vê pirtûka xwe ya nû de bi kurdiyeke herîkbar, bi mijarên balkêþ û bi hevokên sade ve li benda xwendevanên nû ye!
 
 
Parçeyek Ji Pirtûkê:
 
 
Li þûna pêþgotin û paþgotinê: KOÇERNAME
 
 
Bi kurt û kurmancî: ya min koçernameyek e...
 
Li ber peravê gotinên pepûk û brîndar ên ku êþ û elemên xwe ji hev re vedibêjin kon vedidim û xwe davêjim ber bext û torê wan.
 
Gotinên fêris ên ku rengê qehremanên bênav vedihûnin, carna rehma xwe bi min tînin; wekî mêvanê Xwedê min li ser text û dîwanên xwe didin runiþtandin; carna jî li ber devê deriyê xwe heta banga þeveqê disekinînin û awirên min ên bendewariyê ji xwe re dixin sinc...
 
Erê min got, a min koçernameyek e...
 
Gotin, wekî xalxalokên biharê li hewa dikevin û li ber ewrên fikrekê dibin hevok... Hevok hêdî hêdî pêlî nigê hev dikin û heta ku kaba wan biqerime dikevin ‘govend’ê... Xwêhdana ku ji wan hevokan diçe, dilop bi dilop dikeve ser kaxiza nameyê...
 
Belê min got, a min koçernameyek e...
 
Nameyên min carna dibin çîrokên mirinê û ber bi jiyaneke nenas ve dibezin, carna dilopên trajediya civaka me di tevna xwe de dixin ken û tiqetiq û dibin mêvanên dildar û fêhmdaran, carna jî hin gotinên pizot datînin ser dawa xwe û ber bi tax û kolaneke tarî ve dimeþin...
 
Dema ku xwêhdana hevokan dikeve ser nameyê, rihê min dilê min diperpite; ji ber ku name temam dibe û hêdî hêdî ji peravên min vediqete û pêl bi pêl digihîje ber peravên we...
 
Ez xulam min got, a min koçernameyek e...
 
Nameyên min, li ber peravê we dikevin destê hev û ji bo xatirê çavên we bi þev û roj ‘govend’ê digirin. Hin ji van nameyan, carna di dilê we de ji xwe re zozanên honik ava dikin, carna jî bi paþ ve vedigerin û ji bo ku layiqî awirên çavên we bibin xwe ji nû ve diwedilînin.
 
Ez gorî min got, koçernameyek e...
 
Nameyên ku digihîjin ber ‘perav’ên we, heke bi dilê we be heke çirûskek dabe þev û rojên we hûn jî bi bi tilîliyan ve bi qewîtiyên nas û dostan ve bi xêr û silamet diþînin ber ‘perav’ên din. Ew jî ber bi ‘perav’ên dîtir ve diþînin...
 
Ez benî min got, a min koçernameyek e...
 
 
 
Evdile Koçer kî ye?
 
Di sala 1977’an de li Sêrtê hatiye dinyayê.
Gelek nivîs û çîrokên wî di kovar û rojnameyên kurdî de derketin.
Nivîs û çîrokên wî li gelek cihan bûn þano û kurteleyîstik.
Li Swêdê li Ûnîversîteya Uppsalayê heyamekê li ser ziman û wêjeya kurdî ders wergirt.
 
E-mail: evdilekocer@yahoo.com
 
Pirtûkên wî:
 
Govendistan (Weþanên Pêrî-2002)
Mirin (Weþanên Aram-2006)
Koçername (Weþanên Do-2009)
 
Ji bo xwestin û peydakirina pirtûka Koçername:
 
Weþanxaneya Do
 
Þehit Muhtar Mah. Nane Sok. No: 5/5
Taksim / Ýstanbul
Tel: (0212) 243 01 56
Fax: (0212) 252 70 48
Mail: doyayinlari@hotmail.com
 
 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org