Ji weþanxaneya Do kitêbek Nû, kitêba Mîr Qasimlo, romana Giyanên Bahozî 

 

 

 Hüseyin Gündüz

 

 

 Pistî romana xwe ya yekemîn ya bi navê “Wêneyên Keserê”,  Mîr Qasimlo bi romana xwe ya duyem ya bi navê “Giyanên Bahozî” derket pêþberê kurmancîhezan.

Romana Mîr Qasimlo ku ji nav weþanxaneya Do derket, li ser hesretek ku dûv re ev hesret veguheziye evîneke dijwar, hatiye avakirin. 

Qasimlo bi zimanê xwe yê taybet dest bi romanê kiriye. Hê di hevokên serî de hûn fêm dikin ku roman li ser êþ û berêþên evîn û hezkirinê hatiye avakirin.

Di herdu beþên serî de, Qasimlo hem bingeha romana xwe saz dike, hem sê lehengên romanê Zerî Dotmam, Artîn û Masyan bi me dide naskirin.  Di herdu beþên pêþî de, hûn xwe li gundekî serhedê, li þevbuhêriyekê de dibînin. Dîmenek þevbuheriyê yê ku li mala Mihemed û Xatûnê pêk hatiye, perçeyeke ji jiyana kurdan nîþanî me dide. Qasimlo piþtî vegotina sebebên li hev kombûna civatê ya li mala Mihemed, dora gotinê dide civatê û dû re, binavkirina wî, dibe axir zeman. Dê weledê xwe diavêje. Axaftina di navbera Mihemed, Xatûn û gundiyan de pêk hatiye, hêjayî xwendinê ye.

Di herdu beþên serî de, zimanê Qasimlo cih bi cih ozanî, cih bi cih gelerî û cih bi cih jî herêmî ye. Ji bo mînêkê, ev du hevokên ku ji beþa yekem li jêr in ev in: “...Ha gidî pismamê Mihemed ha. Ha gidî revrevko ha. Ha civkarê terikî ha. Heke em nebin li sergo û kulîn û nivînan, ne xwe hûn ê bimirin ji ber hesreta ji bihîstina kenên giyanfehþ-þorî, xwarina ji hêkan û ji ramûsana lêv, pêsîr û singûberan.” Wê wiha got û bi tehereke rakêþerî çavên xwe kutan ser Mihemedê mêrê xwe...

Di beþa sisiyan de, digel gelek xweþiyan, Qasimlo bi qalkirina þeva gerdekê ya Zerî Dotmam û Resul ku mêrê Zerî Dotamê yê ewil e, rastiyên veþartî bi xwendevanên xwe re, par dike. Qasimlo di vê beþê de,  mêrên kurd rexne dike. Ew dibêje, “merên kurd pir ji þeva ewil, ji rastiya jinê, ji karê qanûnê, seks û xweþiyên wî karî, fêm nake.” Di vê beþê de, ew dîsa tirsê dide alîkî û gelek pêþniyaran dike û dibêje “...Ey Ezîz û Ezîzeyên min, ligel van pêþniyaran min divê bêjim ku hewce nake hûn di þeva ewil de, bi karekî wiha rabin. Bihêlin ku bila þeva ewil, þeva we ya bihevþabûnê be. Ji bîr nekin ku bihevþabûn kakila karê þevê ye. Bêyî wê, ew kar tehm nade û mîna xwarineke bê xwê ye. Ji zewqê dûr e...”

Qasimlo di beþa çaran de ziman guhertiye.  Zimanê her çar beþên dawî, zimanekî  zêde edebî û bilind e. Ew dibêje “Ez bi gor asta lehengan ziman dibijêrim” Di beþa çaran de, ew bi vegotineke herikbar behsa xortê esmer  dike. Di vegotinê de heyecanek pêk tîne... Bêyî ku navê wî bi lêv bike. Di berdewamiya vegotinê de, em  pê dihesin ku navê xort Artîn e. Piþtî sî sal ji ser bûyîna Artîn re, Qasimlo di beþa çaran de Artîn tevli romanê dike. Diyalog û gotûbêjên li ser evîna Artîn û Zerî Dotmanê yên di navbera Artîn û Masyan de pêk hatine, xweþiyeke edebî li xweþiyên romanê zêde kiriye. Qasimlo Masyan wiha bi nav dike: “Ew tiredînê serserî pir diþibe min” û lê zêde dike, “Masyan evîndarekî yekta ye… Yek ji wan lehengên wêrekdar ê ji serêxweçûyî ye…. Gelek zêde hestiyar e... Cegerdarekî bêtirs û pêþrevekî  karwanê evîndara ye… Lê ew digel van rastî û peytandina wêrekdariya xwe ya di peyreviya evînê de, ewqas jî dil bi kul û keser e… Di vê mijarê de, gelek pijiyayî û xwedî tecrube ye… Ji naskirina rûyê evîndaran re, pispor e… Ew bi xwe jî evîndarekî mezin e û di eynê wextê de, yek ji barkêþekên êþ û keserên evînê ye…”

Di romana Qasimlo de, mijara esasî evîn be jî, lê wî qîma xwe bi vê mijarê nehaniye û bi doralî li ser mijarên têkildarî hezkirin û evînê ye, sekinî ye. Hêlek din a ku roman herikandiye û xweþ kiriye jî, bêtirsiya nivîskar e. Qasimlo xwe sansur nekiriye. Peþî li pênûsa xwe berdaye. Ew dibejê, “pênûsa min dixwest lêvên gelek mijarên dayika jiyanê ye, maç bikira. Min jî nexwest ez pênusa xwe biþkênim. Min rê dayê, ew jî jiya. Ew bû mêvanê singûberê hezkirin û sedemê tekçûyîna evîn û hezkirina ji insan.”

Balkêþiya herî mezin ya di pirtukê de, mirina Artîn û piþtî mirina wî ye. Mirina Artîn dil û ceger li mirova disote. Gotinên wî yên dawî yên derbarî dayika xwe, birayê xwe yê “Bisar”, jina kurd û Zerî Dotmamê de, beden li insan dicemidîne.

Piþtî sêzdeh sal ji ser mirina Artîn re, Qasimlo xwendevanên xwe dide kêleka xwe û berê xwe dide goristana ku Artîn lê hatiye veþartin. Dîmenên li goristanê, ziman û mijarên ku di vê beþê de hatiye bikaranîn, diyalogên di navbere Artîn û Zeriyê de, tevlibûna Masyan û dû re…  giranhibaya romanê radixe ber çavan.

Gelek hêlên din ên dê pêþî li nîqaþan veke, di romana Mîr Qasimlo ya bi navê “Giyanên Bahozî” de, tên dîtin. Romana Mîr Qasimlo ji heft beþan pêk tê.

 

Ji beþeke pirtûkê çend hevok.

 

“Êdî devê min bê diran in. Bi rastî jî, ez bi devê xwe yê bêdiran nikarim bi cûtin û bêhikarîkirina bêhna mirinê rabim. Bêguman e ku ev yek nîþana kutabûna heyamekê ye. Heyama cestî... Bêdengbûna cestî… Xwe gorîkirina cestî... Xatirxwestina cestî... Gelo kevokên min dê di kêliyên xatirxwestinê de, rûyê min maç nekin?

Lê ji bo ku pîrozbahiyên geþbar ên giyana min, bi çûyin û hatinên nû ve bêtir rengîn bibin,

Û ji bo ên ku bi veþartî, bi dîzî, di dilên xwe de, di ber derzûkên gotinên gîyanfilortî de ji min hez dikin, bikaribin rûpêþên ku kiþandinin ser rûyê xwe daxînin û bi rastîya xwe ve derkevin pêþberî min,

Û ji bo ku dengê melayê ku rojê pênc caran kilamekê distrê nebe þirîkê awazkariya min,

Û ji bo ku doþînkarên min karibin bi hesayî, hingiv, þêrînahî, gûz, meywa, xwarin û berxwarin û berhemên ku di gorziyên giyana min de veþartîne bidoþin û bi doþînê re, lewhayên evînbar pêk bînin û wan bi dilþewatî pêskêþî gerdûna hezkaran bikin,

Û ji bo ku hesreta min her di asta xwe ya yezdanî de bimîne,

Û ji bo ajalê ku di nava min de dinive nebe pêþrevê giyana min a hezkar,

Û ji bo ku kerê min nezire û nebe sedemê aciziya hevdil û hezkirên min ên veþartî, ez ala xwestpariyê ya di warê cestî de, ji bo ruhistinê radikim.

Û ez ji dîl ketina xwe ya cestî re, nana nakim.

Û ez mirina cestî, bi kenên aîdê malbata evînê pêþwazî dikim, ey giyandarno!

Tu bi xêr hatî, ey mirina ku dê ji birînên min ên cestî re bibe derman. Lê ez bi giyana xwe li vir im, li wir im û li goristanê me. Ez li benda we me ku em li nivîngeha min a nû, bi hev re sitranên ku dê heyameke nû raber bike, bistrên. Min tika ye ku hûn li nivîngeha min a nû, þînê girê nedin, þînê negerînin. Lewra min þîna xwe kiriye. Ez bi têra xwe giriyame.” Zimanê dilê Artîn wiha got û piþtî çend kêliyan,

“Ezîza min... Ezîzeyên min” Zimanê dil wiha got û gotina xwe kudand.“Min tika ji we heye ku hûn ji beþdarbûna daweta ku dê li goristanê saz bibe re, nana nekin. Ji kerema xwe re gava hûn hatin wê jî bi xwe re bînin....

Weþanên Do/ Stenbol/ Rûpel 445.

 

Mîr Qasimlo kî ye?

Mîr Qasimlo di mejûya 1980 de, li bajarê Mûþê, li navçeya Gimgimê hatiye dinê. Piþtî heyameke kurt ji ser bûyîna wî re, bi tevî malbata xwe koçî Bursayê kirin. Qasimlo beyî ku derkeve derveyî welat, zêdeyî sê salan di kovara “Özgür Halk”ê de xebitî û li Stenbol, Bursa û Mersînê gerînkariya wê kovarê kir. Di Adara sala 2000 de, ji ber kurdbûna xwe neçar ma ku koçî Almanya  bike. Qasimlo ji sala 2000 vir ve, li Almanya  dijî.

 

                     Pirtûkên wî:

 

(“Wêneyên Keserê” Stenbol-Weþanên Perî, 2008)

 

“GIYANÊN BAHOZÎ:” romana wî ya duyem e.

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org