|
“KULÎLKÊN
BAXÊ BOTAN” Hem
gulan û hem jî kulan vedibêje
Pirtûk
bi têgihîþtina “tiþtê ku gelan dike gel bîra giþtî ye. Ev bîr
jî bi sedsalan û hezarsalan pêk tê. Baþ û ne baþ çi tiþtên ku tên
serê wî gelî di wê bîrê de kom dibin. Her nifþek van tiþtan radigihîne
nifþê piþtî xwe. Nifþên nû jî li gor vê rabirdûyê teþe
digirin” hatiye amadekirin û weþandin. Sedemên
weþandina vê pirtûkê jî wiha hatine diyarkirin: “Gelek
rêyên ragihandinê hene. Me kurdan jî heta niha ragihandin bi wêjeya xwe
ya devkî pêk aniye. Ji ber sedemên tên zanîn ragihandina nivîskî zêde
bi pêþ neketiye. Ragihandinên devkî jî bi demê re diguherin û bi
piranî tên jibîrkirin. Ji bilî hin kesayetî û bûyerên pir girîng tiþtên
ku gelê me jiyaye di bîra giþtî de kom nebûne. Bîrên herêmî çêbûne
û her yekê li gora herêma xwe teþe girtiye. Ev rewþ jî îro di gelek
waran de dibe asteng, pêþiyê li lêkolîn û xebatên berfireh digire.
Tevî ku îro gelê kurd di gelek qadan de pêþ ve çûye, bûye xwediyê
derfetên baþ jî, gelek caran eþîrparêzî û herêmparêzî derdikeve pêþberî
me. Sedem jî ew rewþa ku me qal kir e. Ji bo ku em ji vê rewþê rizgar
bibin û bîreke giþtî ava bikin divê em wan bîrên herêmî bigihînin
hev.” Wek
ku hatiye diyarkirin ev pirtûk xebateke herêmî ye. Lê gelek kesên ku bûne
malê raya giþtî ya kurd jî tê de cih digirin. Wek Îsmaîl Ebû’l Îz
El Cezerî, Melayê Cizîrî, Mihemed Arifê Cizîrî, Seîdê Hemo, Orhan
Dogan û gelekên din. Gelek kesên ku di pirtûkê de cî girtine bi serê
xwe mijara lêkolînên dûr û dirêj in. Dîsa mirov dikare rewþa kurdan
ya gelemperî jî di jiyana van kesan de bi rihetî bibîne. Têkçûn û
serkeftin wek cêwiyan e. Gelek bûyer û jiyanên trajedîk jî hene. Mirov
dikare jiyana Seîdê Hemo (Seîd Axayê Cizîrî) wek mînak nîþan bide.
Pêþiyê serî radike û li ser welat dibêje, lê piþtî miþextî û neçariyê
dibêje: “Kemal e Kemal e wer lê lê /
Kemal e Kemal e wer lo lo”. Pirtûk
her çi qas ji portreyan pêk bê jî gelek serpêhatî, çîrok, stran û
çêjên gelêrî jî di pirtûkê de cihê xwe girtine. Yên ku pirtûkê
bixwînin wê tenê çîrokeke rijî ya jiyana wan kesan nexwînin. Wê di
nav pirtûkê de gelek qadên jiyanê jî bibînin. Carina wê bi feqiyan re
biçin medreseyê, carina jî wê bi dengbêjan re ji kula dilê xwe bistrên. Ev
berhem di encama xebateke dûr û dirêj de û bi kedeke zêde hatiye
amadekirin. Ji bo lêkolînên dîrokî û herêmî çavkaniyeke têr û
tije ye. Pirtûk
ji aliyê Abdulkadir Bingol ve hatiye amadekirin û Enstîtuya Kurdî ya
Amedê jî weþandiye. Ji 300 rûpelan pêk tê. Ebadên wê 13,5 x 21 cm.
ne. Bihayê wê 10 YTL ye. Enstîtuya
Kurdî ya Amedê
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org