Ji bo Wezîrê Perwerde Ebdurehman Dilþad
Di
4.2.2008ê malperên kurdî «www.netkurd.com» û «www.nefel.com» ê de
hevpeyvîneka we ji bo rojnameya Kurdistanî Niwê bo xwendevanên kurd hat
weþandin. We di vê hevpeyvînê de baweriyên xwe û yên Wezareta
Perwerde ya Herêma Kurdistanê yên li ser xwendin û nivîsîna bi «Kurmancîya
Jorî» bi kurtî ji bo raya giþtî eþkere kirine. Berî hevpeyvîna we,
Dezgeha Perwerdeya Silêmanîyê jî bi sedema “ji mamosta û þagirdan re
zehmet e”!!! xwendina dersên bi kurmancîya jorî bi dawî anîbû. Li
gor hevpeyvîna we, hûn gazindan ji Dezgeha Perwerdeya Duhokê dikin, ji
ber ku bi kurmancîya jorî dinivîsînin: “Me
sala borî hewl da ko xwendina sala 2007–2008 bi zimanekî yekgirtî be û
cidabûn nemîne lê diyar e perwerdeya Dihokê israrê li ser wê yekê
dike ko divê xwendin li Dihokê tenê bi kurmanciya jorî be. Pêþtir jî
kabîneya wezîran biryar li ser wê daye û problem bi wê biryara berê ve
girêdayî ye. Heta ko serokatiya herêmê û serokatiya kabîneya wezîran
û Parlamentoya Kurdistanê biryareke nû dernexe, em naçar in biryara
kevin bi cih bînin.” Weha xuya ye hûn
bi van gotinan dixwazin diyar bikin ku nivîsandina bi kurmancîya jorî ne
“gunehê” we ye, ji ber hukûmetên berê biryarek weha daye û tevî
hebûna biryara jî, we hewil daye ku hûn vê biryarê bi sere xwe rakin û
hûn Dezgeha Perwerdeya Duhokê jî gunehkar dikin ji ber ku biryarên hukûmeta
berî ya we bi cih tine. Ji hevpeyvîna we xuya nake ka Dezgeha Perwerdeya
Silêmanîyê yan ya Hewlêrê bi
tenê bi kîjan zaravayê kurdî dinivîsin. Di
berdewamîya hevpeyvîna xwe de, hûn dîtinên xwe yên li ser “zimanê
yekgirtî yê kurdî” bi vî awayî derdibirin:
Me ji kabîneya wezîran re got
ko hebûna du zaraveyan bi awayê niha di qonaxên xwendinê de dê tesîreke
xirab li ser netewayetiya kurd bike lewre pêwîst e wek netewe zimanekî me
yê nivîsê yê yekgirtî hebe û bi zaraveyên din bê têkelkirin û em
hemû li ser hemraman bin. Di hevpeyvîna we de ne zelal e, bi çi awayî
hebûna zaravayan di qonaxên xwendinê de “tesîrek xirab” li ser
“netewatiya kurd” dike, û hûn dê bi çi awayî zaravayan “têkel”
bikin ku zimanekî me yê yekgirtî yê nivîsê hebe. Ji bilî vê yekê ev
cara yekem e ku dê ji “têkelkirina zaravayan” zimanekî yekgirtî! bê
çêkirin. Ji hewlên Wezareta Perwerdeyê xuya dibe, berî ku ew “zimanê
yekgirtî” yê hûn qal dikin, peyda bibe, wezareta we hewl dide ku
xwendin yan nivîsîna bi kurmancîya jorî nemîne. Di
dawîya hevpeyvînê de hûn dibêjin:
“…ez jî wek wezareta perwerdeyê amade me bi her awayî alîkariya
zimanê nivîsandina pirtûkan bikin çimkî xeterî
gihîþtiye wê astê ko niha hemû nivîsên ko ji rêveberiyên wîlayeta
Dihokê ve ji me re tên þandin hemû bi kurmanciya jorî tên þandin
ko pêþtir rizamendî jê re hatiye
wergirtin.” Ji gotinên we diyar e, hûn nivîsîna bi kurmancîya jorî
wek “xeterek” ê dibînin, û gazî dikin ku ew “xeter” zûtirîn
dem bê rakirin. Çi
wek takekesên kurd, û çi wek mamostayên zimanê kurdî, em bi dilekî
xemgîn van gotinên we dixwînin. Em dizanin li parçeyekî Kurdistanê,
gelê me deskeftîyên mezin bi dest xwe ve anîne. Xebata parastin û pêþxistina
van destkeftîyan, ji têkoþîna bidestxistina wan ne hêsantir e. Ne bi
tenê serokatî û hukûmeta Kurdistanê di gel hemû wezîrên xwe, lê divê
hemû tex û çînên civata kurd, bikaribin di astê parastin û pêþxistina
destkeftîyan de bin. Divê her takekesê/a kurd, serok û endamên rêxistinên
siyasî, wezîrên xwedî desthilat û hemû endamên rêxistinên ku îro
li Kurdistanê li ser hukum in, berî ku biryar yan beyanan bidin, rewþa
civaka kurdî, rewþa zimanê kurdî û zaravayan, li gor giraniya
berpirsiyariya xwe, binirxînin û lezê di biryarên xwe de nekin. Divê
rewþa zimanê kurdî û hebûna zaravayan berî biryar bêne dan, ne wek
xeterî, asteng û probleman bên dîtin, û bi awayên cuda rê li ber
xwendin û nivîsîna wan neyên girtin. “Çareyên hazir” wê ji bo çareserkirina
giriftan nebin derman. Kurmancîya jorî wek hemû zaraveyên din -kurmancîya
jêrî, zazakî, hewramî û hwd- zaravayekî zimanê kurdî ye û divê hemû
zarava bikaribin bên peyivîn, xwendin û nivîsîn. Kurdên ku zaravayên
cihê dipeyivin, li bendê ne ku li unîversîteyên Kurdistanê beþên van
zaravayan bên vekirin, û li her cihê ku ev zarav tên peyivîn, xwendin jî
bi van zaravayan be. Em vî mafî wek mafekî netewî û demokratîk dibînin,
ne xeterek li ser kurdbûna xwe yan kurdbûna kurdên ku bi van zaravayan
dipeyivin. Bi
hêvîya ku cenabê we û Wezareta Perwerdeyê li parçê azadkirî yê
welatê me, riya peyivîn, xwendin û nivîsandina hemû zaravayên kurdî
xweþtir bikin, neku zaravayan wek “xeter” a li pêþ zimanê
yekgirtî bibînin. Kurdîaxêv ji destê qedexeya bi dehan salan ya hêzên
dagîrker bêzar bûne û bêguman li bendê ne ku cenabê we bibe rêxweþker. Di
gel rêz û silavan. Mamostayên
zimanê kurdî Li
Swêdê Mistefa
Uzun Remzî
Kerîm Mehmet
Hakki Balta Amed
Tîgrîs Hamit
Kahraman Haydar
Diljen Robîn
Rewþen J.
Îhsan Espar Azad
Josef Erdem Nevîn
Baykal Keya
Îzol
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org