Alîkarî

 

1. Armanc

Ev CD-ROM ji bo zarokên Kurd û yên ku bi giþtî hîn zimanê xwe nizanin bixwînin û binivîsînin hatiye amadekirin, armanca wê ew e ku wan fêrî zimanê wan bike û bihêle ku ew ji Kurdî hez bikin.

 

2. Bicihkirin

Windows (2000, Me, Xp, Vista) bikaranîna Autostart bi kar tîne. Windows'ê bixebitîne û CD-yê bêxe CD-ROM'ê û program dê bi xwe vebe.

Heger ku program xwe bi xwe venebe, hingê tu dikarî bi hêsanî di CD-yê de li programê bigerî û wê peyda bikî.

1. Windowsê bixebitîne.

2. CD-yê bêxe CD-romplayerê.

3. Li ser îkona »This computer« du caran bitikîne.

4. Li ser îkona ku navê wê »ZIMAN« e du caran bitikîne.

5. Li ser programa ku navê wê »ZIMAN« e du caran bitikîne

    û ew dê vebe.

 

3. Daxistin :

Ji bo daxistina vê bernameyê, hun dikarin tiþtên di hindirê vê CD'yê de ji ber bigirin (kopî bikin) û di sêlikekê (dîskekê) de bi cih bikin û ji wir li ser îkona "ZIMAN" du caran bitikînin û ew dê ji wir bixebite. 

 

4. Beþ:

Ev CD-ROM ji neh beþan û sê paþkokan pêk tê:

 

1.     Tîpên Kurdî : Danasînek bi deng û tîpên Kurdî.

2.     Nimûne li ser tîpan : 31 pencere û her yek 6 bêje li ser heman tîpê tê de hene.

3.     Bêje û Hevok : 31 pencere û her yek 3 bêje tê de hene, li ser her bêjeyekê 3 hevok (komek) hene.

4.     Wane û rahênan : 9 wane û 7 rahênan tê de hene. Bi awayekî hêsan rêzimana Kurdî rave dike.

5.     Rêzegotarên Fêrkirinê : 6 rêzegotar tê de hene. Bi awayekî hêsan mirov dikare bi xwe xwe fêrî zimnaê Kurdî bike, yan jî keseke/î din fêrî wî bike.

6.     Hin Zaraweyên Kurdî :  6 cure zaraweyên pêwîst hene.

7.     Stran Bo Fêrbûnê : 18 stran tê de hene, mirov dikare di rêya wan re xwe fêrî deng û xwendina zimanê xwe bike.

8.     Rêberên Zimên : Jînenîgariya 10 zimanzanên Kurd tê de hene, ew ên ku karîbûn zimanê me bigihînin vê astê.

9.     Rahênan : Mirov bi wan dikare asta xwe ya zimanî, her weha dikare zaniyariyên xwe, li gor CD'yê bipîve.

 

 

5. Paþkok :

 

1.     Çîrok : 3 Çîrokên ku Dibistana Kurdî li Swêdê amadekirine û gotarek Mîr Celadet tê de hene :


- Ji Ramanên M
îr Celadet : Zilamek û Zimanek. Deng : ji Projeya NEFELhatiye girtin.  

- Beq û Mange
- Çûk û Pîrê
- Þengê û Pengê

 

2.     Bernameyên Kurdî : Ew jî ji bo Kurdîkirina  Komputera Kesane hatine çêkirin.

 

3.     Nexþeyên Zimanê Kurdî : 2 nexþe zimanê Kurdî û dareke þêwezarên Kurdî tê de hene.

 

  

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org