14–15–16ê
Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî pîroz be !
Ji niha ve amadekarîya pîrozkirina Cejna Zimanê Kurdî bikin !
KNK
Bo xelkê Kurd û Kurdistanê,
Bo hemû dem û dezgeh û rêxistinên Kurd û Kurdistanê
Zimanê Kurdî digel neteweyê Kurd, di nav mexdûrîyeta cîhanê da li
rêza serî ye. Zimanê Kurdî hêj jî bi ber qedexeyan dikeve û
zordestîya li ser zimanê Kurdî bi hemû reng û metodan didome. Serê
vê êriþkarîya bêyûm dewleta Tirk dikêþe û dewletên Îran û Sûrîyeyê
jî kêmî wê nînin. Li van dewletan, Kurdî, bi taybetî di pratîka
polîtîk û weþangerîya bi giþtî da bi hemû rengan hêj jî rastî
hizaran astenga têt. Di nav sîstemê perwerdeya fermî da ji xwe nîne.
Bi metod û teknîkên nû asîmîlasyon tête domandin. Zimanê Kurdî
li van dewletan, bi manaya ku em têdigihin, hêj jî ne azad e. Ji ber
vê yêkê, heta ku Kurd azad û Kurdistan rizgar dibe, heta ku zimanê
Kurdî di nav sîstemê perwerdeyê da bi kar têt, heta ku zimanê Kurdî
di nav mekanîzmayên dewletê da dibe fermî, têkoþîna zimanê Kurdî
dê dom bike û divêt bidome.
Yêk ji armanca bizava neteweyî ya xelkê Kurd jî ew e ku zimanê Kurdî
ji vê rewþa bêhnçikêr xilas bike, rê li ber pêþveçûn û geþbûna
zimanê Kurdî veke. Eve ji alîyê bingehîn ve bi xelkê Kurd ve girêdayîye.
Anku xelkê Kurd di serî da divêt bi xwe li zimanê xwe xwudan
derkeve, dijî hemû astengî û zordestîyan zimanê xwe, bi israr, di
nav hemû xelekên jîyanê da bi kar bîne. Yêk ji çeperên xurt yê
dijî dewletên kolonyalîst û asîmîlasyonîst jî parastina makzimanî
ye. Lewma xelkê Kurd divêt dijî van dewletên asîmîlasyonîst, têkoþîna
ji çeperê ziman ve sist neke, zimanê xwe “de facto” di hemû dem
û dezgehên fermî da bi kar bîne, li ser sîstemê ferz bike.
KNK wekî rêxistina bilind ya neteweyî, giringîyeke mezin dide bizava
li ziman xwudan derketinê. KNKyê bi vê armancê, daku têkoþîna dijî
dewletên asîmîlasyonîst xurt bibe, çeperekî nû ava kir û di sala
2006ê da biryar da ku 14ê Gulanê wekî Cejna Zimanê Kurdî bête pîroz
kirin. Ji sala 2007ê were jî Cejna Zimanê Kurdî bi þuûreke mezin
ya neteweyî tête pîroz kirin. KNKyê îsal li ser daxwaza xelkê
Kurd, biryareke nû stand û Cejna Zimanê Kurdî kire sê roj. Ji îsal
pêve, Cejna Zimanê Kurdî di 14-15-16ê Gulanê da dê bête pîroz
kirin. KNK vê gazîya neteweyî digihîne xelkê xwe ku dijî bêdadîya
dewleta Tirk û herweha dewletên Îran û Sûrîyeyê ya ku bi serê
zimanê Kurdî tînin, têkoþîna xwe bilind û xurttir bikin. Bila ev
rojên Cejna Zimanê Kurdî bibine zemînê têkoþîna antî asîmîlasyonîst
û antî kolonyalîst. KNK di wê bawerîyê da ye ku, qonaxa îro ya têkoþîna
neteweyî têda, wezîfeyeke neteweyî li ser milê her Kurdî ferz dike
ku alaya dengî ya neteweyê Kurd, anku zimanê Kurdî, hakimî jîyana
xwe bikin û bi dewletên dagîrker û asîmîlasyonîst bidine qebûl
kirin.
KNK hêvî dike ku Cejna Zimanê Kurdî di van hersê rojan da, li
seranserê Kurdistanê, meydanên dîasporayê û her derê ku Kurd lê,
bi coþ û heyecaneke mezin bête pîroz kirin.
KNK bangî xelkê xwe dike ku vê cejna pîroz, Cejna Zimanê Kurdî, hêjayî
têkoþîna salan û bedelên giran pîroz bike.
Bi van bîr û bawerîyan, KNK Cejna Zimanê Kurdî li hemû neteweyê
Kurd û Kurdistanîyan pîroz dike.
Konseya Rêvebir ya KNKyê
15 Gulan 2009, Bruksel
--
Kurdistan National Congress - KNK
Rue Jean Stas 41,
1060 Brussels
Tel: +32. 2647 3084
Fax: +32. 2647 6849
website: www.kongrakurdistan.net
e-mail: kongrakurdistan@gmail.com