|
Gelê
Kurd bi mirina, Çerkezê Reþ ronakbîrekî mezin hunda kir Derwêþ
M. Ferho Bi
dilekî xemgîn min bihîst ku di roja 21ê Adarê de, Çerkezê Reþ, bîrewerê
mezin, li Êrîvanê çû ye dilovaniya xwe. Di
destpêkê de min bawer nekir. Heta ku ez bi Griþayê Memê re axaftim û
berî ku ez bipirsim wî ew xebera nexweþ ji min re got. Min jê tika kir
ku berdêliya min bike û here serxweþî bide malbata wî. Di
payiza 2004 de ez, senatorê þerefê yê Beljîkî Hugo Van Rompaey, Alîkarê
Parlementoya Bruksel Jan Béghin û du rojnamevan, Nick Hannes û Paul
Vanden Baviére, bi seredanekê çûbûne Gurcistan û Ermenistanê. Adeda
min ev e ku li her ciyê ez herimê saziyên Kurdî seredan bikim. Li Êrîvanê
Riya Teze, radyoya Kurdî (Êrîvanê) û Mala Kurda hene. Em çûne cem hemûyan.
Li Mala Kurdan, me çay vedixwar û sohbet dikir. Paþ demekê camêrek ji
oda kêlekê kete odeya em tê de û rojbaþî kir. ’’Hun
bi xêr hatine. Ez Çerkezê Reþ!’’ Cara yekê bû ku min ew didît. Lê
min gelek bihîstibû û hin ji berhemên wî, nivîsarên wî xwendibû. Bi
dilekî þah min ji hevalên xwe re ew da nasandin. Jê re jî min got ku
“vê rasthatina tesadûfî gelekî ez kêfxweþ kirim”. Em dûr û dirêj
li ser amanca seredane me ya Êrîvanê axaftin. Ew amanc jî ew bû ku em
projeya berhevkirina arþîf û dokumentasyonên li ser Kurdên Kafkasê li
hev bidin hev. Gelekî kêfxweþ bû. “Eger tiþtek bikeve ser milê min
bi dilxweþî dikim”. Paþ re wî çendek ji berhemên xwe diyarî me kir
û bi hêviyên careke din hev bibînin me xatir ji hev xwest. Felek kor be!
Ew hevdîtina duyemîn nebû nesîb. Çend
carên din ez çûme Tbilisê û Êrîvanê, lê ji sedemên cihê me hew
hev dît. Di
vê navberê de Enstituya Kurdî ya Brukselê, ji bo ciyekî ku arþîf û
dokumentasyon (pirtûk jî tê de) bêne berhev kirin xebata xwe domand. Di
nava destpêka vê xebatê de, Prof. Dr. Maksîmê Xemo, Griþayê Memê,
Keremê Seyad, Aslanbeg, Keremê Ankosî, Îsko Dasinî û xanima Serokê
Gurcistanê Sandra Roelof jî hebûn. Çend caran ji bo vê mijarê me bi
hevra civîn çêkir. Li ser wî esasê axaftinên me, Enstituya Kurdî ya
Brukselê ciyekî arþîf tê de were berhevkirin li navenda Tbilisê stend
û hê jî dimîne. Eger
derfet ketin destê me, ew derfet jî xuya ne, ew proje bi cî dibe. Mirina
Çerkezê Reþ, ji niþka ve û zû bû. Hê xort bû gelek tiþtên wî hebûn
ku pêþkêþî gelê xwe bike. Di
warê nivîsê de gelek planên xwe ji me re bahs dikir. Lê herweha bi hêviya
rojekê bû ku di nava gelê xwe de li ser gelek mijaran biaxive. Lê mîna
her ronakbîrê Kurd derd û kul û derfet nebûn. Ev jî dibine sedema pêlnehatina
gelek tiþtan. Ronakbîrên
Kurd sêwî ne. Heta niha ne gel û ne jî rayedarên me bi awayekî durust
destê alkîrariyê daye ronakbîrên xwe. Ev jî ciyê xemê ye. Bila
serê malbata Çerkez Reþ û gelê Kurd sax be !
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org