|
|
Konferans
liser Þêx Fexrê Adiyan
Telim
Tolan
- Sedsalên 11-12 an,
ji pey hatina Þîxadî ra, Gelyê Laliþê careke din dibe merkezeke
zanyarya Xudênasyê, xurtkirin, tomerkirin, rêk-pêkirin, nûjenkirin
û pêþdabirina bîr û boçûnê ayîna bawarya êzdîtyêye.
-
- Di wê demê, Êzdiyên
Laliþê û dora wê ra, hewake aþîtyane û mecalên hiþyarbûnê,
xwenaskirinê û efrandaryêye xweþ çê dibin. Tevî rêvabirên mîrtyên
Êzdiyan usa jî komek qewlvan, helbestvan, fîlîsof, oldar û xwedênasên
bi nav û deng, yen wek Þêx Fexrê Adiyan, Pîr Reþê
Heyran, Pisê Cemê, Pîr Xidir, Pîr Hevînd, Þêx Mend, Pîr Þeref
û hinekên din li hev dicivin û edebyeteke kurdewarîye bi cûre û
naveroka xwe barkêþ bi zimanê kurmancîyî xweþ xizneke mezin qewl,
beyt, due'a, destan, qasîde, çîrok, xizêmok, payîzok û cûrên
edebêye din bi mêlodî û miqam, bi felsefe û hunureke edebîye
bilind dihûnîn, pê heykelê felsefa ola Êzdîtyê ya kevnar bi
zanyarya xwedênasyêye bê qisûr dixemilînin.
-
- Bi bîranîn û
salixyên oldar û a'limên bawarya Êzdiyatyê ew demê hesabên wan
berheman pir mezin bûye. Dibêjin dema Þêx Fexir 11000 qewl, beyt,
qasîde, çawa niha nav dikin, têkstên bawarya êzdîtyê
hebûne…
-
- Ji pey zulm û zor,
rev-bez, koçberî, ferman, qir- bir, komkujyên dewranaye xezeb ra bi
gotina zanyar- êzdîzanan ji wan berheman tek nêzkaya 200 î gihîþtine
mee.
- Efrandarê wan
berheman qewlvan, helbestvan, fîlîsof Kurdên êzdî bûne. Hinek ji
wan li nav civaka êzdyan da ewqas hizkirî, bi nav û deng bûne, ku
heta niha jî wan wek melek, xas dihebînin. Qube û gorê wan êzdiyan
ra wek cîyên pîroz tên dîtin…
-
- Yê herî bi nav û
deng Þêx Fexrê Adyan bûye. Bawarkî payê wan têkstayî pirê
ji alyê wî fîlîsofê dewra xweyî gewre va hatine efrandin,
navê wî û þagirtên wî va girêdayîne. Li nava Êzdiyan da ew
navekî pir pîroz e, wek Ferxedîn, Melek Ferxedîn, melekê hîvê tê
naskirin, û gelek bîranîn, çîrokên hewaskar, efsene derheqa þexsyet,
jîyan, zîrekî û zanebûnên wî da gîhîþtine me.
-
- Ew Extyarê Mergê û
Babêþêxî temamya Êzdyên cihanê yê ewlin bûye. Berhemên Þêx
Fexrê Adiyan ku gihîþtine me ewqas bi pirs û pirsgirêkên felsefa
xwedênasyê, dinêzanebûnê, xuliqandina cihanê, pêjdahatina jîyanê,
sirr û sêrên xezayê, steyrknasyê, helaqetyên evda tev evda, tev
xezayê, remê, îman û axretê, qencyê-xirabyê, bûyîn- mirinê,
helalyê-heramyê û pirsgirêkên cude-cudaye din va
dagirtîne, usa bi culet û xezayî cawa pirsa tê dayîn, ku meriv ecêvmayî
dimîne.
-
- Pêra jî ew bi
ziman, naveroka pir zelal, xezayî, tevara têgihîþtî, cûre û ruhê
kurdewarî hatine hûnandin. Gelek berhem, tê bêjî ji bo vê demê
hatine gotin, piranya pirs û pirsgirêkan ji bo niha jî aktûalin.
-
- Gelekî hewaskare cûre,
teqil û mêlodya berheman, kêþesazya helbestan. Dema ew tên gotin tê
bêjî meriv di nava hewake batinî-qudretî da rawestyaye.
- Ji bo xwendevan
karibin berhemên Þêx Fexir ra nasbin, emê navê çenda ji wan bînin:
-
- Qewlê Erd û Ezman,
Zebûnê meksûr, Þêx û Aqûb, Meha, Dayîk û baba, Qiyametê, Padþayî,
Qerefirqan, , Silavên Melek Fexradîn, Gêla çar ziman, Xudanê Malê,
Omer Xala, Beyten Cindî, Bilbila û gelekên din.
-
- Her kes kare çawa
van, usa jî têkstên bawarya Êzdiya yên din ji pirtûk û malperên
Êzdiyan hilde bixûne. Ev edeba giranbiha, ku evden
Êzdî bi xûna xwe û zarokên xwe 8-9 sedsal sîngê xwe da parastine,
ji qedexe, zulm û xezeba dewrana xilaz kieine, eger hêjayî guhdarya
anegor û lêkolînên zanyaryêye bibin, edebyetzanya chanê ra bên
nasandin, ne ku tenê wê nav-dengekî layîq edeba Kurdî ra bînin, dîroka
wê çend sedsala pêþxin, lê wê bibin heykelekî edeba cihanêyî
nemir.
- Ew xêncî edeba olî
usa jî gelê Kurd ra heykelekî dîrokîyî kevnar in, bi ziman, cûre,
naverok û ruhê kurdewarî.
-
- Dem hatye û macal jî
çê bûne, ku berhemên edebî û felsefî yên Þêx Fexrê Adyan û fîlîsof,
qewlvan, helbestvanên Kurden êzdî, yên sadsalên 11-12 an, wek
edebeke layîq bi zanestî bên lêkolînkirn,
qimetkirin, weþandin, wergerandun bi zimanên cihanê, ku ew xizna
giranbiha bibe ne ku tenê malê temamya gelê Kurd, lê cîyê xweyî
layîq di nava edebyeta cihanê ya kevnare kilasîk da bigrin.
-
- Ku
guhdarya rewþenbîrya Kurdî bikþînin ser wê edebê, komîtêên rêvabir
û rewþenbîrî yên MALA ÊZDIYAN ( bajarê Oldênbûrg,
Almanya) biryar dan îsal, dewya salê bi têma: " Þêx Fexrê
Adiyan wek fîlîsof, qewlvan, helbestvanê Kurdên êzdî yê
sedsala 12an ."Konfêranseke edebyetzanî-zanistî daxe.
-
- Em
bi organîzekirna vê Konfêransê berbirî înstîtûtên
kurdî, komelên çandî, dîrokî, hunurî usa jî edebyetzan, nivîskar,
zaneyên gelê xwe yên heçar perçê Kurdistanê û dervayî welêt
dibin mera bibin alîkar, berê xwe bidine vê edeba gelê xwe. Eger
berhemên wan yên wî werî da hene beþdarî Konfêransê bibin.
- Yên,ku
dûrin, mecalê wane hatinê nînin karin nivîsên xwe yên ser van
babetan heta 01. 07. 2008 ji mera biþînin. Gotarên hêja wê Konfeansê
da bên xwendin û pirtûka matêryalên Konfêransê da, ku heta Konfêransê
wê bê weþandin, cîyê xwe bigrin.
-
- Me
dixwest konfêransê da lêkolînvan li ser van pirsgirêkan bisekinin:
-
- Þêx
Fexrê Adiyan û dewra wî.
-
- bingeha
efrandinê Þêx Fexrê Adyan
-
- felsefa
efrandina dinyayê, yekîtya Erd-Ezmên, mirin-jîyanê di berhemên
Þêx Fexrê Adyan da…
-
- êzdiyatîya
berî dema Þîxadî û Þêx Fexrê Adiyan
-
- edeba
erebaye sedsala 12 a û Þêx Fexrê Adiya
-
- edeba
Farizaye sedsala 12 û Þêx Fexrê Adiyan
-
- têkstên
bawarya Êzdiyan û gatayên Zerdeþtyan
-
- zimanê
berheman
-
- cûre
û têxnîka helnestvanya Þêx Fexrê Adiyan
-
- dîalog
berhemên Þêx Fexrê Adiyan da
-
- zargotin
û qewlvanî û gelek pirsên din…
-
- Helbet
eva karekî rehete nîne û Konfêransekê da hemû pirs nikarin çareserbin.
Bi rastî eva gaveke biçûke ku berê edebyetzanî û
rojhilatzanyê bidine wî heykelê kurdewarîyî dîrokî.
- Emê
bi beþdarbûna weye dûr û nêzîkva pir kêfxweþ bin.
-
- Ji
bo pirsan derê MALA Êzdiyan li ber her kesî vekirye.
-
-
- Adrêsa
me:
- Yezidisches
Forum e. V.
- Eidechsenstrasse
19
- 26133
Oldenburg
- Deutschland
- Tel:
0049 441 485 055 5
- Fax:
0049 441 485 055 7
-
- E-Mail:
E.Boyik@web.de
- Internet:
www.yeziden.de
-
- 01.
05. 2008
-
- KOMÎTÊYÊN
RÊVABIR Û REWÞENBÎRÎ YÊN MALA ÊZDIYAN
-
-
--
Yezidisches Forum e.V.
Mala Êzîdiyan Oldenburg
Eidechsenstraße 19
26133 Oldenburg
Mitglied im Zentralrat der Yeziden in Deutschland
www.yeziden.de
info@yeziden.de
Fon: 0049 (0)441 4850555
Fax: 0049 (0)441 4850557
Vorstand / Komiteya birêvebir: Telim Tolan, Sahap Dag, Mehmet Tekce,
Behiye Tolan, Hassan Khamo, Kazim Oba, Sonya Karaca, Huro Khodeda, Fauaz
Oso
|
|
|