|
weþanên
nû
1.
ber bi þirovekirina
edebê dînê êzdiyan, xwendineka
pêkhateyî – teknîkî bo "Qewlê Behra" yê "Derwêþ
Qatanî". 2.
Þi'ra "þi'rêkî zor dirêj bo daykim" ya "Dr.
Ferhad Pîrbal" di xwendineka þirovekarî – rexneyî da. 3.
Tekistê "þerabî spî" yê "Barîkan îsma'îlî"
di lêkolîneka formalîstî – sîmantîkî da. 4.
Wêneyê regezê nêr di þi'ra þa'rên mê da, bi piraktîzekirina
nimûneyên þi'rî yên "23" þa'rên kurd. 5.
Serederiya pirofîsor "Bedirxan Sindî" bi xalbendiyê
re, bi piraktîzekirina nimûneyên þi'rî ji dîwana wî: " hozanvanê
gundê perîxanê". 6.
Rengvedana qehremanên êzdiyan di þi'ra kurdî da. Mamuste
" Ebdul Xaliq Sultan" di pêþgotina vê kitêbê da di bêje:"dema
min pirtoka "kaxezên rexneyî" ya "Kovan Xankî"
xwendî bo min çend xal diyar bûn: 1.
vejandina kilturê êzdiyatiyê bi þêweyek rexneyî yê ciwan û bi
zimanekê serdemane ku piraniya xwendevanan dê mifayê jê wergirin bi
taybet demê bi hûrî "Qewlê Behra" yê "Derwêþê
Qatanî" þirove dikit û hemî îdyem û têgehên wî bi þêweyekê
sade didit xuyakirin. 2.
giringîdan bi mêtoda bunyadgerî ji bo þirovekirina babetên xwe
û mifa wergirtin ji wan mêtodên din yên edebî her yek bi çendiyekê û
bi rêjeyekê. Dîsan
mamuste Sultan dibêje:" di vê pirtokê da "Kovan"
kariye bi þêweyekê serkeftiyane ew ramanên li piþt peyv û risteyan
bidit eþkerekirin, zêdebarî diyarkirina gelek boçonên kesokî ku nivîskar
bi þiyanên xwe yên hizrî û alavên edebî û ekademî gehiþtiyê, bi dîtina
min eve karekê zor ciwane û pêdvî mandîbûneka hizrî ya kûre û
giroveye ku "Kovan" xudan mêþkekê karaye û piraniya
aliyên helbestê di xûnit her ji aliyê þêwaz û forim û heta di gehte
naverokê, her wisa bi wêrekî xwe li helbesta jinê kiriye xudan û þîyaye
xwe di nava cîhana wan da berdet û bo xwendevanî
nihêniyên regezê mê bidete xuyakirin bi taybetî demê li ser helbesta
helbestvana mê Tirîfe Doskî di rawestît. Dîsan
bi dîtna mamuste Ebdulxalq çelengiya xudanê kitêba "kaxezên
rexneyî" di gotara li ser helbesta Dr. Ferhad Pîrbal nivîsî
diyar dibit ji ber ku helbesta wî bi tenê ji dû peyvan pêkhatiye, lê
nivêskar þiyaye gotareka têr û tesel li ser binivêsît. Dûbare
dê bêjim mifayê vê kitêbê di dû xalên serekî daye; ya êkê: di
zindîkirina edebiyat û kiltûrê êzdiyan daye. Ya din; di piraktîzekirina
giringtirîn rexneyên serdemane ku bi dîtina min eve pêngaveka girine di
biyavê rexneya edebî da li devera behdînan ku ta niho ev mêtodên he bi
vî rengê piraktîkî ji nameyên masterê derbaz nebûne. Kovan
Xankî:
li sala 1981 li Parêzgeha Dihok/ kurdistanê ji dayik bûye, bi pileya zor
baþa bilind kulîja perwerdê, para ziman û edebê kurdî, li Zankoya
Dihok timam kiriye û ji xwendekarên yekemîn bûye. Herwisa
berpirsiyaretiya para kurdî li rojnama dengê laliþ, govara baþîkê
û vîn ya zaroyan kiriye, bi dehan gotar û lêkolîn di rojname,
govar û malperên internêtê da weþandine. kitêba
"kaxezên rexneyî" weke kitêba wî ya þeþemîn di hêt
hijmartin, û berî vê kitêbê, nivîskarî ev kitêbên li xwarê weþandine: 1.
gotinên mezinan di hozana Cegerxwîn de, xwendinek ji bo tev dîwanên
wî. (lêkolîn 2008). 2.
di rêya edeb û rexneya edebiya kurdî da, (komeka gotar û lêkolîna
2009). 3.
kartêkirina êzdiyatiyê li ser helbesta Cegerxwîn, lêkolîneke ji
bo tev dîwanên wî. (lêkolîn 2009). 4.
bandora êzdiyatiyê li
ser romana hawara Dicle ya Muhemed Uzun, (lêkolîn 2009). 5.
analîza qewlên êzdiyan, "di gel Dr. Xanna Omerxalî", (lêkolîn
2009).
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org