|
Kovara W
Hejmara 21’an DERKET!
Bi
hejmareke nû dîsa merheba, Bi
þekl û þemaleke cuda, bi dosyeyeke girîng em dîsa li pêþberî we ne. Di
vê hejmarê de mijara dosyeya me “Ehmedê Xanî; Agirekî ku sêsed sal e
dil û mêjiyan disoje” y e. Bi nivîsa xwe ya “XANÎ xwe ye” Serwet
DENÎZ, “Di NÛBARA BIÇÛKAN de pend û þîretên balkêþ” Azad ZAL,
“Dirûvê hunerî yê dastana Mem û Zînê” Heyder OMER dosyeya me xurt
kirine. Her wiha di dema sempozyûma li ser Ehmedê Xanî de pispor, lêkolîner
û nivîskarên kurd ên ku tevlî sempozyûmê bûbûn me xwest em xwe
bigihînin wan û teblîxên wan ên ku pêþkêþî sempozyûmê kirine
bigirin û biweþînin. Lê mixabin ji ber hinek sedeman ew teblîx negihiþtin
me. Ji ber vê yekê çend beþên li ser mijara doseyeya xwe ji hevpeyvînên
ku me bi kesên têkildarî mijara Ehmedê Xanî re kiribû hilbijart. A.
Varli bi mijara nîqaþê ya
“Xanî yekî bi tenê ye hîna di nava kurdan de du Xanî çênebûne”
P. Cîhanî bi ya “Ehmedê Xanî Ne Fîlozof e, Reþîd Findî bi ya
“Hecî Qadir Xanî’yê duyemîn e”, Î. M. Resûl bi mijara nîqaþê
ya “Fikra neteweyî beriya Ewrûpayê bi Xanî re çêbûye” nîqaþên
li ser Ehmedê Xanî geþ kirin. Her wiha me ji “ Guldesteyek gulên xweþbîn
ji zarê Ehmedê Xanî” ji bo xwendevanên Kovara Wyê di dosyeyê de bi
cih kir. Di
derveyî dosyeyê de bi bêhn û pêjna lêkolîner, nivîskar û helbestvanên
me yên hêja hejmara kovara W(e) ya 21’an
têr û tije dagirtiye. Em hêvî dikin
ku xwendevanên Wyê ew ê tam û çejeke xweþreng jê bigirin. Xwendevanên
hêja, Di
hejmara 20’an de wekî xetayeke teknîkî çewtiyeke hatiye kirin, me di rûpela
52’yan de di nivîsa “Dengbêjek û Stranek; Bavê Selah” de di dewsa
Amadekar; Hîlmî AKYOL de Evdirehman UMER nivisandiye. Evdirehman
Umer Bavê Selah bi xwe ye. Ji ber vê xetayê em ji niviskarê
xwe Hîlmî Akyol û xwnedevanan lêborînê dixwazin û em vê kêmasiya
xwe tekzîb dikin. Heta
hejmareke din bimîni her di xweþiyê de...
N
A V E R O K / W-21 *
Ji Edîtor - 2 *
Hîmekî Wêjeya Dinyayê: GOETHE /Adar JIYAN - 3 *
Pirsên Felsefeya Heyînê / Alî GURDILÎ - 6 *
BADÎNO / Menaf OSMAN - 9 *
Li Katrosê Dareke Bihîvan / Feratê DENGIZÎ - 11 *
Marmarokî / Þevger ÇIYA - 13 *
Kemo / Abdurahman BAKIR - 14 *
Dayik / Ronî WAR - 18 *
Êvara Dawîn / Mizgîn AYDIN - 19 *
Du Çivîk /Arjen ARÎ - 21 *
Payîz / Reyhan SARHAN - 22 *
Siyo û Zelîxan / Ayhan ERKMEN - 23 *
Keziyên Jinebî / Perwîz CÎHANÎ - 24 *
A. Dîkran: “Min bi çar zimanan dest bi muzîkê kir” /
Z.FARQÎNÎ - 27 *
Biyandost û Dijhogirno! / Arþek BARAVÎ - 31 *
Rojîzma! / Evdile KOÇER - 32 *
William Carlos Willams / Kawa
NEMIR - 65 *
Þevîna
Xem(sar)ê / Omer DILSOZ - 68 *
Serxet û Binxet / Rizoyê XERZÎ - 69 *
Bihara
Beravêtî / Kamran Simo HEDILÎ - 70 *
Albûma
Wêneyên Þikestî / Þengul OGUR - 71 *
Hesab
û Kîsab / Îlhamî OZER - 72 *
Sî û Ba / Fevzî BÎLGE - 73 *
Þîna Helbestê /Berken BEREH - 74 *
Bûka
Aþtiyê / Selahattîn ÇAM - 75 *
Guldexwîn
/ Sîpan XIZAN - 76 *
Silêmanê
Dunikul / HogirBERBIR -77 *
Sîwan
/ Cîhan YILDIRIM - 78 *
Perîxana
Þirnexî / Hîlmî AKYOL - 79 Dosye:
Ehmedê Xanî Agirekî ku sêsed sal e dil û mêjiyan disoje; *
XANÎ xwe ye /Serwet DENÎZ - 35 *
Di NÛBARA BIÇÛKAN de pend û þîretên balkêþ
/ Azad ZAL.37 *
A. Varli: “Xanî yekî bi tenê ye hîna di nava kurdan de du Xanî çênebûne”/
Hevpeyvîn: Serwet DENÎZ - 41 *
P. Cîhanî: “Ehmedê Xanî Ne Fîlozof e”/ Hevpeyvîn: Azad ZAL..
47 *
R. Findî: “Hecî Qadir Xanî’yê duyemîn e / Hvp: Serwet DENÎZ
. 49 *
Î. M. Resûl: “Fikra neteweyî beriya Ewrûpayê bi Xanî re çêbûye”
/ Hevpeyvîn: S.Denîz - F.Dengizî - A.Bakir - 50 *
Dirûvê hunerî yê dastana Mem û Zînê / Heyder OMER - 52 *
Guldesteyek gulên xweþbîn ji zarê Ehmedê Xanî - 62
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org