|
Kovara W
Hejmara 26’an DERKET!
Ji edîtor, Xwendevanên hêja û delal, Çawa ku tê “gotin” jî “berê gotin hebû”, belê
ev gotin rast e û qet þik û guman tê de tune ye. Lê em îro nexþeya
ruhê xwe û alavên derbirînê,
metaforên zanapeyv, hêmayên rênîþander bidin ber hev, em ê lê
varqilin ku gotin asta pêþîn û rewþa nanozikoyî ye. Çawa ku îro bo
jimartinê tiliyên destên me reben û sêwî dimînin, em dikarin
danberheveke ku paralelî vê mînakê bidin ku êdî gotin têra derbirîna
me û vê cîhana þêt, qure, borbore, gewî, têrxwarî, zamorte û zalim
nake. Bi vê niyetkirinê em dikarin bibêjin ku wêje (nemaze jî
çîrok û roman) ne gotin e, vegotin e. Ji ber ku gotin di vir de
ragihandin û neqilkirinê bi bîra me dixe lê vegotin bi gotinê qanih
nabe û hewl dide ku rêyeke nû ji xwe re bibîne. Ji ber ku qîma xwe bi
tiþtên heyî nayne hêjayî pesindanê ye û mirov dikare bibêje ku þoreþger
e jî. Wêje vegotin e û em dikarin piçekî din jî pêþ de herin û bibêjin
ku “çep”tirîn û “pozbilind”tirîn awayê vegotinê ye. Gotin dikare
di otobosekê de li ber camê rûnê û çi tiþtên ku dibîne ragihîne
me. Lê vegotin dikare awayê rûniþtina rêwiyan, profîla rêwiyan, bêhna
ku ji rêwiyan difûre, çavên sorbûyî, mijê ku di çavên wan de kon
vedaye, mitaleyên wan ên koç û rêwîtiyê û hwd.
ya ji neynika hundir a otobosê dixuye de ji me re bibêje. Gotin
rîs be, vegotin tevn û dolab e. Gotin daringa xav be, vegotin fabrîqe ye.
Gotin simbil bin, vegotin dêrandin e. Ji
ber ku di çîrokên ku ji me re tên de gotin li ser vegotinê tê girtin
û ev jî ji bo wêjeya kurdî elem û kelem e, me xwe avêt dexlê
daxuyaniyên li jor. Di
vê hejmara me de Kawa Nemir, birek soneyên William Shakespeare
wergerandiye kurdî, serê lodê girtiye û eþkere kiriye ku bergîdana van
helbestan bi kurdî jî hene! Me
di vê hejmarê de hevpeyvînek bi Rênas Jiyan re kir û gelek fikr û bîr
û boçûnên balkêþ derketin holê. Di
vê hejmarê de me mijara dosyeya xwe wek kurdolojî diyar kir. Tevî ku ne
li gor konsepta me bû jî ji ber ku mijar aktuel bû û dihat nîqaþkirin
û zelaliyek jê re pêwîst bû me girt dest. Em hêvîdar in wê dosyeya
me sûdewar be. Dîsa
kurdan qûna dilnexwazên xwe dan tavê û 98
(nod û heþt) þaredariyên qut û gilover bi dest xistin. Vê
hilbijartina 29’ê adarê bi me dide hîskirin ku kurd mîna pêlan êdî
didine ber xwe. Her çiqas piþtî encamên hilbijartinê êrîþ birine ser
DTP’ê jî em dizanin ku ev êrîþkar çawa har bûn wê wisa sar jî
bibin. Heke ku serdest û êrîþkar “dîn” bin divê zanibin ku em kurd
“perçe perçe” ne. “Ew” serdest in û divê baþ bizanibin ku em
-Kovara W- ji roja roj de li ser destnimêja xwe ne û bi alav, derfet û
platformên afirandinê ku bi giþtî mebesta me jê huner e em ê “bavê
serdestan bînin ber çavên wan.” Û
tekane rojnameya rojane ya bi kurdî Azadiya Welat bi sedemên vala ji aliyê
dewletê ve hat girtin. Ev ne bes bû rabûn rojnameya rojane ya bi kurdî
Rojev jî bi sedemên pûç û vala girtin. Di van wextên ku dewletê agir
xistiye dawa xwe em zilm û zordariya li ser rojnameya Azadiya Welat û kurdî
þermezar dikin. Em
dixwazin agahiyekê jî bidin xwendevanên xwe. Edîtora me Enîse Þîrîn
ÇAGER ji ber rewþa xwe ya tenduristiyê wê êdî ne bi me re be. Em
Cejna Zimanê Kurdî, 1 Gulan Cejna Kedkaran û Roja Dayikan li hemû
xwendevanên xwe pîroz dikin. Gulan
e û em deftera xwe didin ser deftera çand û wêjeya kurdî. NAVEROK n Ji
edîtor / 2 n Rêka
dibistanê -
Brahîm RONÎZER / 3 n Tu
ku de diçî - Mehmet DEVÎREN / 6 n Rojên
derew -Yûsiv BIYANÎ / 6 n Girrê
zilamtiyê - Lokman
AYEBE / 7 n
Guldesteyek helbest - Reyhan SARHAN / 10 n
Carinan mirov xwe jî dikuje - Þener
OZMEN / 11 n Strî
û gul - Dilþêr BÊWAR / 18 n
Veqetîn - Baxdat ARDA
/ 18 n Ji
min re bibêjin Îsmaîl - Yavuz
EKÎNCÎ / 19 n Êdî
bêhna te tê - Nesrîn NAVDAR / 22 n
Goristana hêsrên rizyayî - Îrfan
AMÎDA / 23 n
Xwircezîna dil - Fatma SAVCI / 24 n Tazî
- Þevger ÇIYA /
25 n
Dosye: Kurdolojî; çi, çima, çawa? - Serwet
DENÎZ - Elîxan LORAN /
32 n
Kurtebehseke pêþketina kurdnasiyê (1988-2008) - Rohat
ALAKOM / 33 n
Daxwaza kurdan perwerdehî ye ne kurdolojî ye - Samî TAN
/ 41 n
Efrasyab Hewramî: Kurdnasên Sovyetê li pey berjewendiyên dewleta xwe bûne
- Hevpeyvîn: Azad ZAL - Serwet DENÎZ / 43 n Lêkolînên
kurdolojiyê li Fransayê - Salih
AKIN / 51 n
Kurdolojî: Zanista hesta netewî - Mihemed
RONAHÎ / 57 n Di
romana kurdî de pêngaveke pirhêl: Rojnivîska Spînoza - Yapob TILERMENÎ/
60 n Rênas
Jiyan: Helbest derb e - Hevpeyvîn: Elîxan LORAN / 64 n
Portre - Fewzî BÎLGE
/ 73 n Ji
William Shakespeare çend sone - Kawa
NEMIR / 72 n Di
neynika pirtûkê de - Yunus
EROGLU / 78 n Civîna
Wyê bi xwendevanan re - / 80
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org