Findeçanda me ye Uzun      

 

Mahsum Özer

 

Dirêj

tu

bi pelgulên wêjedarê xemilî

niha li ber siya evîna te

bêhn kêþî dimenên nûjendî dibim

dengê hevokên bîra qederê

perda guhên nalînan diqetîne

min

nasîna te

ji hizirên ser rûpelan henbêzkir

pênûsa te yî çeleng

bi xwendina rojevîna tarîmirî

dil hilandin

stûna peyvên bi zincîr

aqilên girtî þikenandin

kulîlk nara sor rengîn

hêviyên tarî tefandin

gurîna xeyalên te

bi firê bask hejandin

û fizîka te

 ji nîverêka hêviyên bi berhem

kete ser hestên netewsotî

lê kiryarên te

bi destên kalekî jîr rindî

bi têhna edebiyata Kurd jendî

bi ziman û romanên li herkî yekbendî

bi keskesora warê laþbirînî ceng xwendî

bi dengbêjiya giyana ser bilindî

û her bi rengê xwe yî zindî

hêzdarî findeçanda Kurdistanê dibin.

 

Mahsum Özer

Helbesta "Findeçanda me ye Uzun" bi munasebeta wefata Mehmed Uzun ji aliyê helbestvanê hêja Mahsum Özer ve hatiye nivîsîn. Mahsum Özer, hejmarek helbest bi navê Merwan Nisêbînî jî belav kiriye. Ew bi eslê xwe ji aliyê Omeriyan, gundê Çalê ye. Di sala 1964 an de hatiye dinyê. Piþtî xwendina navîn, derbasî baþûrê welêt dibe. Li gelek deverên Kurdistanê digere. Li wir, di gel xebatên ramyarî de, berhemên wêjeyî yê devkî berhev dike û helbestan dinîvisîne. Ew di sala 1988 an de ji aliyê dewleta Tirkiyê tê zîndanî kirin. 4 salan di hepsê de dimîne. Piþtre mecbûr dibe ku derkeve derveyî welêt. Niha li Swêdê dijî. Pirtûkek wî ya helbestan bi navê ``Jan jariya jînê`` heye (Zarathustra News).

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org