|
HILAT
Mahsum
Nisebini
Tariyê ronî xwar
û dengê hêrê hêrê
biliya
jiyanê bi îske îsk
keser dikþand
esmanê bê sahî
erda bê baran diricifîn
rondikên kaniyan ziwa bibûn
giyan ji destên birçî
pel diweþand
rûbarê sêkuçka zêrîn
nema þaristanî di dergûþa xwe de
dihejand
stûna pêlên Dîcle û Firat
þikestibûn
û çirên sor û zer hûnandî
li ser serê çiyan
hatibûn tefandin
gulên mêrgan qermiçîn
nema kanî di xaka pîroz de
dizan
ziman zincîr bibûn
û lêv ji ber xêsiyê zîz bibûn
bîst û heþt sûrên evîndaran
di ser eþqa Mem û Zîn de
roxandibûn
bahoza disuri kî
di wîjdanan de
gor danîn
raman ji xwe re kiribûn
pêpelkên aþ rê cirît
dayî
zindî û xweza
bi dîroka qirik tahl re
hev girtin
hisretan xwezî bi mizgîniya
roniyê tanîn
hinavên sotî hêviyên jînda yî
di hûçikên ramanê xwe de
av didan
awirên tav hilatiyê
vîn disûtin
rojên þev za
bi roniyê welidîn
hêvî amade bi bûn
çavan dixwest bibîne
guhan dixwest bibhîze
hêstan dixwest hembêz bike
ramanan dixwest bi hêza wê
bilind bifirin
dilan jî dixwest
bi tehna hilat dariyê
xwe biþon
salan
mehan
rojan
hemûçik bûn xêliyê
riya bûka rû li ken
Mijdar 1998
Garê
Mahsum Nisebini.
|