|
KESKESORA ÇIYA
Mahsum Nisêbînî
Xunava keskesorê ji çiyayên azad dibare devdana neqrîskan Li serê jiyana bi êþ dide Xemla melûl û tofana îskînên min bi rizgariyê dixurbilin iroj ji bahweriyên lerzok xewa wermoke diteqînim hezkira winda ji devê maran direvînim awazên bilbil li rûwê sorgulê dineqiþînim çirûskên nava min ji nav jîndîliyê dipijiqin li esmanê erdê sar hêviyên bê hêvî gurdibin evîna gêrsorî li hiþê min dide israra gavên reþ di bin hizirên hilweþyayî de diherijin mirovgezî ji pergala wan dizûre bi xeyalên bavpîrên xwe dikulibin vaye li gel min li lotika dilan rengê tavsorka hezkir bê dawî hilathiltê… nalînên jankuj belbiþkêfî bûn senfonîya qenaryên di nav xuþe pêlên bi rûmet de dîlangera bajaran distirin ji tilîlîlên mêxasan bêhna misk vînê difûre rivîna zarokên warrojê dûkêl jahriya birçiyên xwînê disotîne ez qûnaxên rêkpêkiya xwe girtinê dirêsim roxandinên wan ji bistîkê nebûna tarûmariya xwe diqurêfim hawara xwe ji nav mejiyên þîlo dizelilînim çavkorî tu li kuye tu …………….? Þîlana çar kezî çilbiskiya rûdêmên bi rondik dikene xemdemiya pêllehiya nava min wêrekbûna ketî difirîne û baskên þerxwazan diþkînin tariya ronî diz çavpelqijî dibe hê pêjnên herifî ji devên xwe direvînin hersa dilovaniya min tola mafkujiyê hiltîne vame ez mirina xwe ji reþrûwê wan dipengizînim çarenûsa mirarî ji nav xwe hiltînim hêza stêrikan dengê giyana dengijî diqetîne û fêkiyê dara yekbûna min pîroza pîrozvahiyê digihine
01. 11. 2008 Mahsum Nisêbînî
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org