Nirxandina li ser pirtûka helbest çiye?

 

 

 

 Mahsum Nisêbînî

 

 

 

 

  Lêgerîn û lêkolînên ku di dîroka mirovahiyê ya reþmijka dohîrohî de bûne, hiþtiye ku li ser bîr û nerînên mirovên îro bibe finde geþiya rêroniya sibehên di rê de têne.  Rast lêkolînên li ser her amûrekî jiyanê yên di demên rabirdû de bûne û bibin, girîngin û giranbihayî pir hêjane.

  Bi teybetî li ser vê babeta girîng, pirtuka lêkolînê ya nivaskar û helbestvanê hêja Kamran Simo Hedilî, ku bi navê Helbest Çiya? Daye nivisîn û li Swedê hatiya heþandin, gaveke hunerî ya sûdwergire. Hedilî, ev pirtûka bi encama lêkolîn û jidera heftê u pênc (75) pirtûkên ku li ser rastiya hunera helbestê, an jî hunervaniya giþtî hetine nivîsînê afirandiye. Ev birhama hêja, bi giranî di navbêra 2006-09 an de, bi ked-enerjîke mezin hatiye nivîsîn. Bi hindikayî be jî, mîna rotake hêzdayîn û sûd wergirtina helbest nivîsê dide xwendivan û helbestvanan.

Bi qasî ku tê zanîn, heta bi niha gelek kesan li ser mijara

helbestê û helbestvanên ku helbest nivîsadine, bi þêwe û nerînên xwe yên cûda cûdayî nirxandin kirine. Ji vanan çend rondakbîrên kurd yên mîna Mihemede Mele Kerîm û Miheme  Mele, lêkolîn û þîroveyên xwe li ser helbestê kirine û ev þîrovên wan yên li ser helbest û wêjaya kurdî, bi renge-berhemên lêkolînî hatine weþandin. Baba Kardox û Aledîn Sacadî jî, li ser vê mijara wêjeya kurdî, serê xwe êþandine û berhemên wan hene. Ev berhem afirînên ku min li jor diyarikirine, hemû jî bi kurdîniya tîpên erebî hatine nivîsîn. Lê bele berhemeke ku heta roja me ya îro, bi þêwenivîsa Kurdî ya latîniyî ku bi berfirehî danasîn û nirxandina helbestê bike nehatiye xwuyan, an jî hê ez lê rast nihatime. Girîngîyeke vî berhemî jî, ewe ku nû afirandineke bi zaravê kurmanckî ya latînî kemiliye. Û le ser vê mijarê gelek nerînên nivîskar û helbestvanên hêja yên Cîhanê bi du-sê hevokan be jî, bi wergerantina zimanê Kurdî, di nav pirtûka ‘helbest Çiye’? de, hatiye niqeþandin. Helbestvanê hêja Hedilî, li ser kurte hevokeka ku dibêje, helbest çiye? Sed û pêncî rûpelî dinivîse û bi dilgeþî diyarî çanda gelê xwe û gelên Cîhanê dike. 

  Hedilî, ji  pêlherka ser kaniya rûbarê dîrokê, hêzhuneriya helbestê ya ku her timî  ji bo xweþî, xweþik-kirin û jînazadiya mirovan rol lîstiye bigire; heta bi form, aheng, senbol, fentazî, wêne û muzîka helbestê re derkeve, yeko yeko daye nirxandin. Nerînên xwe pêwîstiya þêwê helbesta nû ya nemir bi çi zîrekî, ked û rengî tê xwestin ku were neqiþandinê diyar dike. Hemû hêza nirxandinê li ser sirhêziya helbestê ya nediyar hatiye bi pêþxistin. Ji bona ku hêza helbestvan û helbesta wî/ê baþ here famkirin, bi pir dubareyî pirsa ‘helbest çiye?’ dike û bi pirhêlî ser êþandineke mezin li bersiva pirsên xwe digere û dide.

  Di nerîna min de, pirseke bi qasî pirsa helbest çiye? girîng, heta ku berî wê pêwîste weke sûwalekî ji mirov bibe, pirsa di destpêk nivîsa mirovan de, çima þêwe helbest? Ji ber çi û çi jêder bû sedem ku ev þêwe bibe mora hunera destpêkê ya nivîsa mirov...? Her çiqasî di pirtûka ‘belbest çiye’? de, ev xala hatibe dest nîþankirin jî, lê mîna ku were xwestin nehatiye vekirin. Pirsa çima helbest? Jî  têra xwe bang bersive. Bi serê xwe dibe mijareka lêgerîn û lêkolîneke ku pêwîste pirtûk li ser bête nivîsandin. Hindikbe jî tê zanîn, ji dema ku mirovan dev ji wêne nivîsê berdan û dest bi tîpnivîsa mîxî kirin û verve, helbestnivîsê rolhunereke sereke di guhertin û veguhertina civakê de lîstiye û heta bi roja me ya îro jî, vî rolê xwe yê ku li ber çavan zêde ne diyare dilîze.

  Ji bo çi û ji ber çi, berî þêwê nivîsa helbestê destpê bike bi sê hezar sal, dîsa bi devkî, bi gotinên xweþîxweþik yên ku mirovan cazp bike,helbest hatine gotin û dipiþt re jî bi nivîskî serkeþiya hunerê kir û dike? Bê gûman, ev pirsa mirov kaþî nava gelek siwal û lêgera bersivan dike. Ev hunerhêzî sireke wisaye ku her û her bûye qûweta mirov ya hundir û ew ber bi pêþkeftinan ve davdaye. Bizavên hemû þoreþên mezin yên dînî, hunera helbestê bi karanîne û birdoziyên xwe bivî þêwî û bi navê ayetan nivîsîne. Hê jî vî zimanî di herhelên jiyanê de û pir bi xwurtê bi kartînin. Îlham an jî siren binþîniyê yên ku hindik gelek bi her kesîre hene û nayêne dîtin; ne ji hêla tu sirhêzên nedîtîve bi mirovan didine zanîn û bi wana didine kirin-nivîsîne. Tu kes ji derve, vê sirê nadê tu kesî, ev her qudreteke hundirê mirove û xwe li hinberî zordarî û cefakêþiyê, bi berxwedanî dide der. Ev sir bi xwe, xwedawendeke hisret-xweziya azadiyê ye...

  Hedilî, bi balkêþandina ser vê xala girîng re, nerînên xwe li gel nerînên nivîskar û helbestvanên ku helbest, hestên helbest nivîsê û îlhama helbestê nirxandinê wiha li ber çavan radixin.

 ‘jiderên îlhamê hiþyarî, hestdarî û zîrekiya helbestvan e.

Helbestvan dayîk e û helbest zaroka wê ye...

  Bauderlaire (Bodlêr) di vê derbarê de dibêje,’

  ‘dive helbestvan desthilatdarê helbestê be, rê nede ku helbest desthilatdariyê lê bike. Da zanîn, hiþyarî, aramî û rastiya hunerê di helbesta xwe de bicivîne. Bikaribe li ser wate û derbirîna helbestê desthilatdar be.’ Heta gelek zanên mîna Spîndar bi pêþtir ve çûn û gotin ku, ‘cefa û zahmetî, di helbestê de her tiþt e.’

  Van zanyarên helbestê di nirxandina helbestê de, xirxa îlhamê kêm kirin û bala helbestvanan kêþandin ser zîrekî yê.

Piþtî van nirxandinan nerîneke din li Awrûpa destpêkir û li hemû cîhanê belav bû. Cefa û zîrekî kete pêþiya îlhamê û li gorî cefa ku helbestê xweþik dike nirx bi helbestê hate dayîn. Ya min bi xwe, li gel zîrekî û zehmetkêþiya min jî, di nivîsandina helbestê de, ez ji gelek diþtan îlhamê digirim.’...

  Hedilî, bi gelek rengan helbest û jêderên helbestê dinirxîne. Li ser gotin û hevokên bi gilî û gazinc yên ku bi wate sivikî, hinek helbestvan di helbesta xwe de bi kar tînin, rexnedike û hevokên wezin giranî sûd werger jî bi pesindarî wiha diyar dike.

  ‘...Helbestvanên ku xwe nû nekirin û helbesta cîhanê nas nekirin, pir xav helbestên xwe dihûnin. Bi girî û gazincan, evîna dilê xwe tînin ziman.’

 ‘Ez gorî te me, ez bê te nikarim bijîm, were neçe, min nehêle, ez li derya xehalên te difetisim, dilbera min, kevoka min, xweþika min, gul û kulîlka zozanên jîna min. An jî, dilbera min, bazê min, xewrevîna þevên min tu diçe û min ji kê re dihêlê’... ‘ wekî din bi hezaran peyvên ku berî wan gelek helbestvanan anîne ziman dubare dikin.’...

  Helbestvanê hêja bi mînakeke din nerînên xwe wisa vedibêje,

   ‘... Lê yê ku ji çnda cîhanê agedar be û bi serdema xwe re dijîn jî, mîna helbestvanê Îngilîzî Shelly dibêjin.’

  ‘Bila wisa be ku ez nikaribin ji te re bêjim þevbaþ’... ‘Shill, di helbesta xwe ya  bi navê (Good night) þevbaþ de ji evîndara xwe re  we dibêje. Ev hevoka ji wan qîjeqîjan hemûyan çêtire. Ji dildara xwe re dibêje, bila tu tim li ba min be, ji bi ku ez  ji te re nikaribin bêjim þevbaþ.’...

  Hedilî rola helbesta bi estetik û ya bê estetîk jî wiha didûmîne.

  ‘Tiþtê ku estetîk dixwaze bike, zanîna fikirkirina hunera xweþik e û helbest pêþenga hunera xwelik e. Helbesta bê estetk ne helbeste. Form, giyan, hunandin û derbirîna helbestê hemû bi estetîkê dibin.’

  

   Pirtûka helbest çiye? Bê hesap mîna mînakên ku li jor hatine dayîn dagirtiye. Di herhêl de û bi kûrahî tê nirxandin. Ýslûbê nivîsa hundirê pirtûkê jî, bi hevok kurtî û zelal diherike. Lê kêmcarnan di herka xwendinê de, weke zimanê ku bialike girtin û berdan tê xwuyan. Dîsa kêm kurtiyên hinek xal û bêhnokên ku ne li gora pêdivîcihên hevokan, hatine ristin têne dîtin. Mimkune ku þêwê nivîsa helbestê ya helbestvanê hêja, bandora xwe li ser duznivîsa wî dide kirin. Kurte hevokên ku hatine bi karanîn, bi her awî mijar bi zelalî famdibe. Tiþteke dinî ku ji nedîtîve hatiye û wekî tê xwestin li ber çavan hetatiye girtin, nirxandina helbesta klasîk û ya ku bi sîtîla nû tê nivîsînin. Yanî têkilî û hêzhuneriya van herdû þêwên helbest nivîsê nehatine vekirin. Çi bû sedem ku helbestvan ji sitîlê kafîye derbasî sitîla serbest nivîsa helbestê bibe? An jî, ev sitîla helbesta qafiye hunera kîjan civakane. Xaleke girîng î ku pêwîstî bi vekirinê didît bû.

   Helbestnanê hêja, li gel pirtûka xwe ya lêkolînê, dîwanake xwe ya ku bêhna gul û kulîlkan ji ser pelrengîniya hevokên helbestê wê difûre, ya bi navê Kîjan Kulîlk Çavên Te ne? Jî hatiye wejandin. Piþtî vê berhema lêkolînê, mirov hostitîke berbiçav di helbesta helbestvan de dibîne. Ji dîmen wênên balkêþê sûd wergir yên Kijan Kulîlk Çavîn Te ne? Wêne rengînek, fermo bixwînin.

  ‘ez

   di bin siya þûrên neyartiyê de

   li dostaniyê

   di henesa mirinê de

   li serkeftinê

   di awirên nefretê de

   li kemê hezkirinê

   di cejna azadiyê de

   li nava xwe ya qedexe

   di jana evînê de

  li nerînên þadiyê

  di piyalên serxweþan de

  li hêstirên tenêtiya xwe

  digerim.’

 

    Ji nirxandina van berhemên bêhtir, pêwîste ku wejevanên kurd, bigirin û bixwînin.

   Spas û serkeftin be, di karê te yê wêjeyî de, nivîska û helbestvanê hêja!

 

 

Mahsum Nisêbînî

17. 10. 2009

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org