NÛSALEN PÎROZ

 

Mahsum  Nisêbinî


 

Pêlek din jî li deryaya gerdûnê

xelek vedide…

xweziyên bext spi

tevgerên piroz himbêz dikin

qonaxên nûjen
hevokên xwar di zikê dirokê de
dirizînin û rûpelên  lêvkenok
govenda weþanê li dar dixin
sersalên min
di raqsa roniya rojan de
bi iskîniya þevan diçin
pelên deman ji sawdîmenên tahl

yeko yeko ji dara temenê birçî

diweþin…
mehên dilovan
di dawa salan de
bi liva mejîreþan xwînrêtî dibin
fitlên demsalan
bi gurmînên çiya herijî
bi çûkên dengkujî
û bi rondikên çemên ziwa dengijî
li ser cîgera min a xaksotî digerin
hê bedêla kenê nûsalan
di vekirin û dîtina deriyê ramanên xwe de
datînim
birûskên nava min
req-reqa zorbarînên ewran dibilîne...
hêzroniya lehengên bê kêl
ricfa sar bi tehna rengîn dixin
û hesret birînên tije bi bilindbûna
dengê azadiyê þah dibin…
 
 
26. 12. 1007
Mahsum  Nisêbinî

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org