Celîlê Celîl
 
 
 
Nama Casimê Celîl M.S. Garbachovra
 
 
 
 
 
Sala nû 1988  bi xêr û xwþî hat ser serenserî cihanê, bi nebxêrî, þer û wêrankarî hat ser gelê kurd.
 
Kurdên Îraqê tevgera rizgarîxwazyê berdewam dikirin. Dijmin hov û xeder bû. Li piþta Sedem û rêjîma wî ya baasyê gele dewletên mezin sekinîbûn. Ji rêza wan dewletên alîkar bihêztirîn ew dewleta Yeketya Sovêtê bû, pey wî nava rêzêda bûn dewletên hevgirtîyên sosyalîstyê. Dostanya van dewleta bi rêjîma Sadamra – rengê dostanya „îdîologîk“ jî pêra hebû. Tê vê maneyê, ku partyayên komûnîstî yên hemû bîr û bawarya baasyê qebûldikirin. Bin vê qebûlkirinêda burjwandya mezin veþartî bû. Nifta reþ destê Sedamda rengê zêr distand, dibû zêr, dollar, bi þewqa xwe çavê hemya kor dikir. Çavê komûnîstên dilkor jî korkiribû, ji ber vê jî çekê xweyî modêrn heya bi deynî jî ji Sedemra diþandin.
 
Çekên nû, yên kîmyayî ber çavê serokê Iraqê, diha bi nirx bû, Çima? Bi 2-3 bombeyên kîmyayî  wî karibû bê serêþîn, bêþer û bêdew, nava deqekeda bi hezaran kesa bikira laþ, komir u tune.
Sadam vê yekê baþ zanibû. Salên derbazbûyî jî bi teqînên bombayên kîmyawî yên „biçûkava“ gund û warên kurda jahrdadayî kiribû. Lê îjar, sala 1988a, dema þerê dijî Îranê gur bibû, bi her awayî ji holê rakirina kurda bibû armanca bingehî.
 
Li meha adarê Newroza kurda li Îraqê bi balafirên bargiran bi bombayên kîmyayî dagirtî hate pîroz kirin. Helebçe, bajarê kurdayî kevnar, ku nêzîkî sînorê Îranê perwedabû, bu hedefa êrîþa mezin. Bajarê ku têda 40-50.000 meriv dijît navbera sehetekê bû gorisana hezaran kurda. Teyr û tû, heywanê çolê û nav gund, ins û cins tev li wê derdorê qelyan, bûne leþ. Ew gênosîda xelqê kurd bû, kuþtina tebyetê, kuþtina hemû ruhbera bû.

Dengê gênosîda Helebçê destxweda belayî nav dinê bû. Mexluqet  mabû zendegirtî. Herdera: komel, çivak, hemû cûre weþanên dewleta bi dengê bilind bûyar gunehbar dikirin. Hovîtya rêjîma Sedam ser kurda nehate veþartin. Radyo, têlêvîzyon, rojnama rojbiroj nuçeyên ser Helebçê diweþandin. Di nava rêxistin û komalên navnetewî dîskûsyonên xurt despê bûn. Dinya bê deng nema. Bêdeng man her tenê dewleta Sovêtê, dewletên satîlîtên wê û  partyayên ser heman rengî, çi ku partya komûnîstyêya sovêtê digo.

 
Dem dirêj neajôt. Xelqê sovêtê jî haydar bû. Hineka bi piste-pist hevra digotin, hineka, bi taybetî, berpirsyarên dewletê û partyayê, ew deng û bes wek propaganda Rojavayê nav dikirin û dinirxandin, ser bingeha vê pîvanê jî bûyar înkar dikirin.
Kurdê Sovêtê jî ser vê bûyarê bihîstin. Rast û derew bûna van xebera ji wanara mabû bin taryêda. Geleka difikirîn, heger dewlet û partya tiþtekî navêje, ê kê dest ji serê xwe kiþandibû gotinekê bi dengê bilind bigota, yanê jî binivîsya.
 
Bersiva van gote-gota carekê wezîrê karê derî Yeketya Sovêtê, polîtîkerê navdeng Þêvarnadzê da. Ber gelê  xweyî Sovêtê, ber temamya dinyayê wî derewa êpoxayê kir, wujdana xwe þewitand û got: „Gotinên ser bombakirina kîmyayî ser kurdên Îraqê derew û bêbingehin.  Tiþtê usa nebûye“.
 
Ev axaftina Wezîrê Karê Der bona hemû berpirsyarên partyayê û dewletê, mêdya sovêtê bona nirxandina axaftinên ser gênosîda Helebçê bû destûr.
 
Ev yek bona me, kurdên sovêtê rûreþîke mezin bû. Em ducarî birîndar bûn, him birîndarê  Helebçê bûn, hem jî van derewa . Dewran bibû dewrana gur û rûvîya.
 
* * *
Me gumana xwe, ku gotineke rast ji  dewleta xwe bibihên, birî. Bavê min, ku wî çaxî hên hinekî hîvya wî hebû, ser bûyarê Helebçê gotinek, serrastkirinekê bibihê gumanbirî bû û demeke dirêj gelekî bînteng bibû.
 
Rokê em neferê malê rûniþtibûn dora sifra nîn, bavê min Casimê Celîl, zivirî ser birê minî mezin Ordîxan û jêra got: “Min namekê ji Garbaçovra nivîsîye, -name ji berîka xwe derxist, dirêjî wî kir,- tu vê nivîsarê ser zimanê rûsî vergerîne, bide ez jêra biþînim”. Ordîxan name girt û bi dengê bilind ew nivîs xwend.
Rastî bêjim, nivîsar him bi dilê me bû, him jî hinekî xofekê kete dilê me.  Bavê min tê derxist, em xicilîne, axaftina xwe dawam kir: “Ezê nama vekirî jêra biþînim. Du mînakên dine jî ji vê namê ezê rojnameyên “Pravda”-êra û “Izvêstya”-êra biþînim. Ber gotina wî em ranebûn.
 
Ordîxan wê êvaarê name vergerand ser zimanê rûsî, carekê jêra xwend, hine cîya serrastkirin, daktîlyo kir, wekî sibetirê Ordîxan bive poçtê û bi destê xwe biþîne. Rojtira dine Ordîxan gava xwe amade kir here poçtê bavê min, daxwazekê jî jê kir: “Ez ji te hîvî dikim nama bi þertekê biþînî, wekî bersiv vegere, em bizanbin  nama gihîþtine hersê cîya yan na”.
Nivîsa namê ev bû:
 
 
Ji Sekrêtarê giþtîyê partya Komûnîstyê ya Yeketya Sovêtê M.S.Garbaçovra
Ji rêdektorê sereke yê rojnama “Pravda”-êra
Ji rêdaktorê sereke yê rojnama “Izvêstya”-êra
 
 
Mîxayîl Sêrgêyêvîçê qedirgiran
 
Îsal 80-salya min serhevda hat. Ez ji sala 1930-î andamê partyaême, yek ji bingehdarê edebyeta kurdaye Sovêtê, xudanê rêze pirtûkên dersê, berpirsyarê sereke yê pêþin radyoxeberdanêd kurdî (Pêlweþîna ji dervara ji Yêrêvanê) û heta îro helal, amin xizmeta mîaserbûna polîtîka lênînyêye neteweyî dikim li welatê meda. Bi temamî ez alîkarê polîtîka partyaê li bergeha glasnostê û pêrêstroykayême. Lê belê, rewþa amade min mecbûr dike, ez berê xwe bidime we, bi vê pirsê.
Li Kurdistanê, ku navbera Turkyayê, Îranê, Îraqê û Sûryaê hatye paravekirin, nêzîkî 25 mîlyon kurd dijîn. Aqara erdê ku kurd ser dijîn nêzîkî 500.000 kv. km. Sed û pêncî salî zêdetire tevgera kurdaye azadaryê berdewam dike. Bi dirêjaya dema, ku kurd þerkaryê dikin, ewana bi hêvî nihêrîne û dinhêrin li ser alîkarya  gelê Rûsya Mezine biratyê. Bê bingeh nîne, ku li nava gel gotineke pêþya heye, divêje: „Gelê rûs çara bêçarane“. Tevgera kurdên Îraqêye mêrxasyê li dema salên 60-î merivatya pêþverû li Yêvropayê û Asyaê ecêbmayî hîþtibû. Li ser pirêssa Sovêtê, bi mecalên mêdya massayî, bi têlêvîzyonê bi fireyî dihat ronak kirin.
 
 Salên genîbûnê û li salên pey wê, li ser têkoþîna kurdaye neteweyî-azadaryê peyvek li ser gênosîdê, ku himberî kurdên Turkyaê, li Îranê, hukumdarê Îraqêye harbûyî dimeþandin, tu gotin ne hatin kirin.
 
Hewca nabînim bi hûr gilî li ser têkoþîna kurdaye rizgarîxwazyê li salên 1960-1988 bisekinim. Her tenê dixwazim vê yekê bînim berçavan, ku li salên dawyê li Îraqê bi destê Sedam Huseyîn ji ser rûyê zemîn 4.500 gundên kurda hatine rakirin. Bi hezaran û hezaran kommûnîst, dêmokrat û pêþverûyên kurda bê dad bê pirsyar hatine kuþtin û gullekirin; 8.000 barzanîyan cîguhêzkirine, sirgûnkirine deverên ne dîyar û  tunekirine.
Li Kurdistana Turkyaê bi dehan hezar welatparêz di zîndanada girtîne, bi hezar û hezara ji wana hatine kuþtin, xûna merivên bêguneh li herêmên Rojhilata Turkyaê – Kurdistanê diherike. Bê sînore fantazya hovîtya barbarên turk li ser girtya.
 
Zulma rêvabirên desthilatdarên Îraqê, Turkyaê, Îranê û Suryaê pisporên zanistyê û rêxistinên anegor li welatê me baþ nas dikin. Mi ecêbmayî dihêle bêdengbûna dewleta Sovêtê, pressa Sovêtêyê û mecalên înformatyona massayî.
 
Ji ber ku partya Kommûnîstyê ya Yeketya Sovêtê û dewlet gotine û divêjin, ku welatê me bona gelên dinyayêye bindest, bona gelên ku mafên xweye neteweyî û serxwebûnê têkoþerin piþtovanin, dêmek ji minra xuya nabe, çima dewleta Sovêtê, pirêssa heta naka qet peyvekê ser hovîtya pêkhatî, ser kuþtinên kurdên Îraqê, ser wê ku bajarekî aþtyane Helebçê 16 adarê, balafirên leþkerên hewayî dane ber bombayê kîmyawî, negotye. Ser vê rojname, mecalên înformatyonê yên massayê yên dinyayê axivîne û nivîsîne, lê pressa me, têlêvîzyon bêdengin û bêdengin.
Naê femkirin, çima çend hezar meriv, wek mêþ, di navabera deqekêda, demeke kurtda, dest ji jîyana xwe dane. Ew hemû jin û zarok, kal û  pîrê bê parastin, xortên bêçek bûn. Gelo em kommûnîst mafê me heye bêdeng bimînin, gava li ser rûyê erdê tiþtê ha diqewimin.
 
Li wan roja rojnama „Îzvêstya“-ê li ser rûpelekê, cîkî nexuyan nivîsî, wekî li konflîkta Îran-Îraqê çekê kîmyawî hatye karanîn. Û hew! Ji alyê kê? Kengê? Dijî kê? Bona çi ew çek hatye karanîn? – Tu peyv. Tu peyv nehatye gotin ser qurbanyên vê bombabarana hov.
 
Ez kommûnîstekî kurdim, bi temenê 58 salya andametyê, ez nikarim li rûyê gelê xwe binhêrim. Nikarim jêra þirovekim û îzbat bikim sedema kerbûna meye goristanî ser vê pirsê.
Û ev li demekê, çaxê mîlyona pere ser jîyandarya hûtên gewr li Okyana Seqemêye Bakurê hate xerckirin.
 
Ez pel bi pel pressa kurdaye derî sînorê me dixûnim, tu xetek gunehbarkirina polîtîka meye bêdengyê himberî kurda, ser tragêdya kurda, ser gênosîda binelîyên bajara Helebçê min ne dît. Û hema qet  ne tenê Helebçê. Eva xeydaeke kûre himberî hilwesta nehêja ji alyê dosta
 
Hîvya min heye, polîtîka glasnostê, ku wa bi fireyî ji alyê gelê me û ji alyê merivên pêþverûye dinyayê piþtgiryê standye, wê bi rastî bi pirsa ronakkirina astenga kurda di Rohilata Nêzîk û Navînda..
 
Tu bûrandin bona polîtîka gênosîdê û faþîzmê himberî kurda tune. Bi bawarya min, ev polîtîka ha divê ji alyê Yeketya Sovêtê û temamya bloka sosyalîstyê gunehbarkirina herî giran qazanc bike.
 
Hîvîdarim, bersiva pirsên ku min pêþva kiþandine, ji serokê dewleta me û hevalê bi partyaê, ezê bistînim.
 
Bi hurmet Casimê Celîl
Andamê PKYS ji sala 1930, andamê Yeketya nivîsarvanên Yeketya Sovêtê ji s. 1936-a, Pênsyonêrê taybetî bi giringaya Komarê.
 
24.11.1988 Yêrêvan
 
* * *
 
Piþtî þandina nama navbera mehekêda bersivên hersê nama jî vegeryan, bi mora sazîyên li ser, wekî nivîsar gihîþtye destê adrêsata: Ji dîwana Garbaçov mora roja 01.12.1988 li ser bû, nava heftêkêda bersiv hat; ji “Îzvêstya”-ê 04.12. 1988 û ji “Pravda”-ê 21.12.1988.
 
Bavê min hîvya bersiva Garbaçov bû.
Mehekê þûnda, nêzîkî hatina sala nû, malêra têlefon hat, ji Sêntral Komîtêya Partya Kommûnîstyêye Ermenistanê mi dipirsîn. Xwastin wekî ez filan rojê herim cem filankesê. Ez çûm, lê armanca gazîkirinê çi bû, minra nedîyar bû?
Berpirsyarekî partyaê ez qebûl kirim. Gava ez çûme oda wî, ew bi dilovanî berbirî min hat, bi beþerekî xweþ ez teglîf kirim rûnim û axaftina xwe despê kir:
-Belê, ji Moskvayê ji Merkezkoma partyaê mera têlêfon kirine û ji navê hevalê Garbaçov Mîxayîl Sergêêvîç hîvî kirine ez ji wera bêjim, wekî nema we þandibû gihîþtye destê wî û bi hûrbînî xwandye. Hîvî kirye spasya wî bona wê name ji wera bêjim, û li ser van pirsa partya wê bisekine.
 
Heta berpirsyar axaftina xwe serhevda anî, ez bêdeng mam. Min tenê guh dida axaftina wî.  Ji minra belû bû, ku haya vî mêrikî ji navaroka nema bavê min tunebû. Bavê min nama xweda nivîsîbû ku temena wî gihîþtye 80-î û andamê partyaêye ji sala 1936, sala ku ez hê nû ji dayka xwe bûbûm. Xuya bû ser namê jêra serra-berra gotibûn, wekî hema ji navê wana xudanê namêra xeverdin, razîkin û xilas.
Ev zilam awqasî bêbersivdar bû, ku nizanbû xudanê nivîsê ne Celîlê Celîle, lê Casimê Celîle, ji ber vê jî ev sohbeta “þîrin” bi minra xerc kir.
 
Gava hemû çik dixwast bêje, got xilas kir, min got: “Bibûrin, lê ew nama ne min nivîsîye, ew bavê min Casimê Celîl nivîsîye.”
 
 Tê bêjî elbek ava sar serda vala kirin. Sar bû cîyê xweda ma. Hinekî þûnda xwe berev kir, dîsa bi beþera xweþ, hilbet, ne ji dil, gotina xwe berdewam kir: “Tiþt nake, bavê weye, xerîb nine, Hîvya min ji we çiye? Çi min ji wera got, hûn wê jî ji hevalê Casimê Celîlra ducar kin”.
 
Ez zivirîm, hatme malê. Bi ken min serpêhatya xwe û berpirsyarê pertyaê bavê xwera ducarî kir.
Bavê min bê deng bû, ken nehate rûyê wî, ketibû nava fikara. Navê mêrik ji min pirsî û bi têlêfonê lêgerya. Berpirsyar ber têlêfonê bû. Wî gava navê bavê min bihîst, piþtî silavdanê jê pirsî: „Kurê we her tiþt çik min jêra hewildabû ji wera got?“
Bavê min got: „Belê ji minra got. Spas ji bona cefa we, lê min nama xwe ne ji wera nivîsîbû. Hîvya min hebû heval Garbaçov bersiva min bide. Wekî usane, ez îdî dikarim nama xwe her cîya biweþînim” Nizanim, berpirsyar li wî alyê telephone çi bersiv da, lê herdû jî xatirê xwe ji hev xwastin û têlêfon danîn.
 
Mînakên namê dirêj malda  nesekinîn, bela kir û ew li hine weþanên kurdada bi zûtirekê çap bûn.
 
* * *
Salek jê derbaz bû, ez bi mêvanî çûbûme Stokholmê. Rojekê ez mêvanê mala hêja Beþîr Botanî bûm. Hingê bavê Beþîr þayîr û rewþenbîrê kurdî naskirî Sebrî Botanî jî li Stokholmê bû. Hatibû seredana lawên xwe. Wê rojê em rastî hev hatin û dûr û dirêj me hevra xeverda. Xeverdana xweda wî qala serpêhatîkê kir, ku name bavê mira girêdayî bû. Got: “Hilwesta Yeketya Sovêtê Garbaçov ser bûyara Helebçê, nave me kommûnîstên kurda nava gelda gelekî kêm kiribû. Rastî bêjim, me nava xelqêda þerm dikir bigota em komûnîstin. Civatada me xwe dida paþ. Nama hevalê Casim gelekî alî me kir. Gava mînakek ji wê namê kete destê me, me ber digirt û ji tirsa guhbelokên Sedam, bi þev ew name me mal bi mal bi xwera digerand û heval, dost û cînarara dixwand. Nîþanî xelqê dida, ji wanara îzbat dikir, ka kommûnîstê rast li Sovêtê çawa difikirin.
 
* * *
Naê bîra min pêþya nivîsîna wê namê bû, yan pey wî bû, hevalên kurd ji dervayî Sovêtê ser gênosîda Helebçê du albomên nîgaraye bi reng mira þandibûn.
Merivê normal nikaribû bê heybet û kizîna dil ser wan nîgara binêrya.
Bavê min mînakekê ji destê min girt û bi xwer digerand. Du sê roj derbaz nebibû, cînarekî me li kûçê ez dame sekinandinê, got: „Celîl, kurê min, ezê tiþtekî ji te hîvî bikim“. Mi go: „Kerem ke apo“. Go:“gelekî ji te hîvî dikim, ew alboma ser bajarê Helebçê ji destê bavê xwe bigre. Min çend cara dîtye, xwera digerîne, nîþanî heval-hogira dide û her cara dilê wî tijî dibe, hêsirê xwe dibarîne. Guneye, bira xwera negerîne.
 
Ji van gotina ez gelekî berxweketim. Min zanibû bavê min alyê mêranîyê xurt û tayax bû. Lê îjar, xwe ranegirtibû.
Wê albomê min xwest ji destê wî bigrim, go: „Xwe neêþîne ezê herdu alboma jî bipêçim daynim arxîva xwe bona nebî, nebîçirka“. Çawa gotibû usa jî kir.
Îsal gava min arxîv û pirtûkxana wî ji Yêrêvanê veguhaste  Austryaê, ew pêçeka albomê rastî min hat. Ser wê bi destê xwe her peyvekê nivîsîbû „Helebçe“. Min girêdana wî venekir. Bira gotina wî be, bira bimîne bona nebî, nebîçirka, bira xema dilê wî, hema usa, wê pêçandinêda bisitire heya ez saxim. Dilê min jî kevir nîne…
 
* * *
Nivîsa min ser bûyarên Helebçê û nama Casimê Celîl Garbaçovra belkî kamil nîbe, heger serpêhatîkê jî bi gênosîda Helebçêva girêdayî, ku rastî min hatye, ez gilî nekim.
 
Sala 1988-a meha çirya paþ bû, ez tevî xûþka xwe Cemîlê çubûm Sûryaê, nava kurda bona lêkolîna êtnologîya, zargotin û mûzîka kurdaye gelêrî. Armanca me bû em nava eþîra koçarada kar bikin. Em li Qamiþlyê bûn, mêvanê mala muhendês Mehmed Þêxoyê mêvandar û hogirê delal. Mêvanê me jî rûniþtibûn: rewþenbîr, sîyasetmadar, stranvan û me ji xwera xeber dida. Em li sohbetê bûn, berpirsyarekî kurde kommûnîstên Qamiþlîyê, yêk min zûda  nas dikir ew jî tevî du sê hevalên xwe hate hundur.
Pey pirs-pirsyara, axaftina me deqekê sar bû. Mêvan xwe þidandî rûniþtibûn, sedem çi bû min texmîn nedikir. Yekî ji mêvanên berê hatî zivirî ser min û ji min pirsî: “Mamûsta, hilbet naka te ser bûyarên Helebçê bihîstye, ka fikra te ser wê çiye? Temamya dinê qala Helebçê dike, çima Sovêt bêdeng maye?” Min nava heftêk dudada, dema ez li Sûryaê bûm hûr-gilî ser Helebçê îdî bihîstibû, haya min baþ jê hebû. Min ew hovîtî bi tundî þermezar kir. Ew camêr pirsa xwe berdewam kir: “Ew bêdengîya Sovêtê çawa dinirxînî? Hela serda jî înkar dikin, divên tiþtê usa nebûye…” Min gotina wî berdewam kir û got, wekî ew jî rûreþya polîtîka Sovêtêye, ku ew axiryê ser pirsa kurda dimeþîne.
Axaftina min xweþî berpirsyarê partyaê nehat, gotina min nîvcî birî, got: “Mamûste, tu merivekî zanyarî, tu ne sîyasîyî. Heger kuþtina xelqê Helebçê bûye jî, divê bona xatirê aþtî li Þerq il Ewsedê (Yanî Rojhilata Navînda) hebe, meriv dikare ser vê bûyarê qet neaxive.
Min xwe negirt: “Berî pêþ ez wek kurd, çawa meriv li ser pirsê dinhêrim, ne hewceye bivî zanyar, yan jî sîyasetmadar. Bi hezara xelqê am û tam, zar û zêç, kal û pîr, zarokê bêþîkê û ber hemêz, jin, mêr tev hatine kuþtin. Hilwesteke bêdengî, çav girtine, gunehbarîke însanîye.”
 
Dem hatye derbaz bûye. Eva îdî 21 sale, lê ew axaftina me, axaftina berpirsyarekî xwendewar, zana û xweþmêr hê jî bîra min neçûye û naçe.
Gelo bîr û bawarya nerast û çewt, çawa dikare his û hiþê merya sar ke û bê navarok bihêle, usa feþ bike, wekî gelkuþtin bi bêdengya gunehbaryêva rawa bike, ser gênosîda Helebçê ker û lal derbaz be, ji ber ku partya wî dixwaze, ji ber ku aramya xelqêra ji me qurbanî lazime.
 
Heta kengê ev bawarîya seqet serê meda bimîne, ku em bona xelqê karin xwe qurban kin, bûyarên dijî gelê xwe em bi dostanyê bersiva xwe bidin, pira aþtyê bona jîyana xelqê bi laþên kurdava ava bikin.
Heta ev bîr û bawarya koletyê ji serê me derneê û em hev bi reng û dengê eþîra, partya û komala, malbata hev nas bikin, hev binirxînin, emê her bindest bimînin û bibin qurbanya arzan bona cînara, bona hemû kesa, bona burjiwendîyên ji gelê me xerîb.

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org