|
Nûbihara
108an derket
Kovara
Nûbiharê bi hejmara xwe ya 108an derket pêþberî xwendevanên kurd. Wekî
ku tê zanîn Nûbihar, sêmehaneya çandî, hunerî û edebî ye. Lê
carina, nivîsên ku balê dikþînin ser rewþa welat û nirxandinên li
ser rojevê jî di kovarê de cih digirin. Di
vê hejmarê de jî dabaþa nivîsa
pêþî ya ku ji hêla Edîtor Süleyman Çevik ve hatiye nivîsandin pêvajoya
nû ye. Süleyman
Çevik, di nivîsa xwe ya bi navê “ Daxwaza me hatina ‘edaletê
ye” de balê dikþîne ser kiryarên sazûmana fermî û bûyerên dawî
þîrove dike… Nivîsa
piþtî Süleyman Çevik ya Zilkîf Xweþhêvî ye. Zilkîf
Xweþhêvî jî di nivîsa xwe ya bi navê “ Mewlana Xalidê Þarezorî.”
de li ser jiyan, zanîn, serborî û hin menqîbeyên wî radiweste di
derheqê wî de agahiyên pir girîng dide. Îbrahîm
Kendalî bi nivîsa xwe ya “ Ziman û Felsefe: Felsefeya Ziman.”
de, li ser felsefeya zimanê kurdî û bikaranîna kurdî di felsefe û
zanistê de þîroveyên ronîker û fêdedar dike. Ali
Karadeniz di nivîsa xwe ya bi navê “ Di fahmnekirinê de, para qelemê
û xwendevan.” de, li ser mijare aktuel rawestiyaye û
sedemên fêhmnekirina kurdî bi berfirehî þîrove dike. Abdurrahman
Cûdî, di berdawamiya nivîsa
xwe ya di derbarê Mala Zêbariyan û Basreta paytexta Neqþebendiyan de, lêkolîna
xwe ya li ser vê malbata dîrokî didomîne. Mûrad
Celalî, bi nivîsa xwe ya bi sernivîsa “ Bandora dîn û têkiliya me ya
pê re.” de, balê dikþîne ser têkiliya xelkê kurd ya bi dîn re û
helwesta wan ya di derbarê emr û fermanên Xwedê. Nivîsên
din ev in: Derketina gotinên pêþiyan/
Seyda Ronahî, Di dîroka îslamê de felsefe û kelam/ Abdulkadîr Gök, Çirûska
yekemîn/ Bedîuzzeman Seîd Nûrsî ( Werger: Mele Mihemed Delal) Ji ‘ilmê
Mentiqa medreseyên Kurdistanê çend istilah/ M.’Ebdusselam Þoraxî. Di
vê jimarê de du hevpeyvîn hene. Yek jê ya ku Mihemed Jiyan bi nivîskar
û wêjevanê kurd Hesenê Metê re kiriye, ya din jî ya ku Selman Dilovan
bi nivîskarê kitêba “Ez Kurdî Hîn Dibim” Abdullah Ýncekan re
kiriye. Di
hevpeyvîna bi Hesenê Metê re hatiye kirin de ev îfada Metê derketiye pêþ:
“ Nivîskar, divê ji gotinên zimanê biyanî netirsin.” Abdullah
Ýncekan, armanca nivîsandina kitêba xwe wiha aniye ziman: “ Min xwest
ez tiþtekî bikim ku pê însan nêzîkî kurdî bibin.” Receb
Dildar bi “Dayikên li ser rêyan.”,
Felat Dilgeþ bi “ Du gotin bi kurdî.”
Hesen Polat bi “Berfê qedexe bikin.”
Azîz Samûr bi “Hesret.” û Rahmetullah Karakaya bi “Berdêl
brîneke kûr e.” Çîroknûsên vê jimarê ne. Wekî
din jî Ayhan Geverî ji koleksiyona Basile Nikitin sê çîrokên bi devoka
Hekariyê bi wergera ji îngilizî û transkrîba ji erebî
ji bo xwendevanan amade kirine. Paþa
Amedî, Huseyn Þemrexî, Mihemed Jiyan, M. Raûf Çîçek, Mucteba Baravî,
Zafer Berdestî, Hatîce Mollakendî bi ceribandin û pexþanên xwe; Îmamê
Þafiî, Bager, Sidîq Gorîcan, Sîpanî, Mewlana Celaleddînê Rûmî,
Muhemmed Zahir, Azad Rêbiwar, Bargiran Þanaz, Mihemed Jiyan, ‘Ebdusselam
Þoraxî, Yûsiv Biyanî, Dilazad ART, Bedel Boselî, Mamosteyê Þêxî,
Mele Îmadeddîn Gurdilî, Dilþad Mûtî, Sertaç Rindalî, Baran Çaçan,
Xezal Meral Dêrikî bi helbestên xwe, Þêx Ferîduddîn ‘Etar,
‘Ebdullahê Ensarî û Ayhan Geverî bi mersiye û munacatên xwe di vê
jimarê de cih digirin. Di
vê jimarê de du kitêbên kurdî hatine nirxandin. Ömer
Uluçay kitêba bi nav Toqa Lanetê ya Aram Gernas û Lokman Polat jî kitêba
bi nav Zêna ya Mezher Bozan nirxandine û þîroveyên dirêj li ser
kirine. Beþa
ku di jimarên berê de wekî Zarokname dihate bi kar anîn, di vê jimarê
de bûye Nûbihara Biçûkan. Nûbihara Biçûkan dîsa ji hêla Rojbîn Özkan
ve hatiye amadekirin û çîrokeke Zelal Hawar jî tê de cih girtiye. Ji
bo Têkilîyê: Telefon
0212 519 00 09
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org