Dîwana Mela Ahmedê Cizîrî bi du zimanan derket


Nûbihar

 

Dîwana Mela Ahmedê Cizîrî ku hê bîna çapxaneyê jê tê ji alîyê Weþanxaneya Nûbiharê hate weþandin. Weku xwendevanên edebîyata klasîk ya kurdî dizanin, ji zûda ye çapa Dîwana Mela li pîyaseyê nemaye û hezkirên Mela îmkana xwendina vê berhemê nedidîtin.

Kitêba ku edîtorîya wê nivîskar û werger Alî Karadeniz kiriye bi çapeke delal û bi du zimanan hatiyê hazir kirin. Li ber orîjînala kitêbê wergera wê ya bi tirkî cî digre. Mîna ku e'yan e ronakbîr Osman Tunç Dîwan wergerandibû tirkî û ew berî þeþ mehan ji alîyê weþanxaneya Kentê ve hatibû weþandin.

Wergêr û edîtorê Dîwanê jibo hazirkirina vê çapa hanê nusxeyên cihê-cihê dane ber hev û wek "nusxeya krîtîk" ev çap derketîyê holê.

Dîwana Mela ji alîyê Selman Dîlovan ve hatîyê latînîzekirin. Di serê Dîwanê de nivîseke Alî Karadeniz bi navê "Mîrê Þi'rê: Mela Ahmedê Cizîrî" cî digre. Di vê nivîsê de ew li ser heyat û Dîwana Mela disekine. Di nivîsa “Molla Ahmed-i Cezîrî ve Divaný"de Osman Tunç bi zimanekî herikbar nûveya xebatên ku hetanî niha li ser Mela hatine kirin dide xwendevanan.

 
Di dawîya kitêbê de bi kurdî "Ferhenga Têgehên Dîwanê" û bi tirkî jî "Meraklýsý Ýçin Notlar" cî digrin ku ev îzah dikin ku xwendevan îmkana
baþ fêmkirina kitêbê bidest bixin.
 
Kitêb ji 584 rûpelan pêk tê û ji vê navnîþanê dikare were xwestin:
 
 
Weþanên Yayýnlarý
Büyük Reþit Paþa Cad.
Yümni Ýþ Merkezi,
No: 22/29 Vezneciler-Ýstanbul

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org