|
|
-
- Koçberiya
dawî ya Lazarev ji bo gelê kurd windayiyek mezin e
-
-
-
-
-
-
-
- Prof.
Mixaîl Semenovîç Lazarev, yek ji zanyarên kurdnas ê herî bi nav û
deng ku ji 50 salî zêdetir e derbarê kurdan, dîroka kurdan û
pirsgirêka kurd de xebat kiriye, di
7ê Adara 2010an de li Moskovayê çûye ser dilovaniya xwe.
-
- Lazarev,
yek ji rojhilatzanê herî bi nav û deng ê Rûsyayê bû. Wî li Zanîngeha
Moskovayê, di beþa Rojhilatzaniyê de serokatiya Kurdolojiyê kiribû.
-
- Prof.
Lazarev li gel hin xebatên xwe yên din, derbarê dîroka kurdan de jî xebatên bê hempa kir; sê pirtûk û
bi dehan gotar û nivîsên zanyarî yên li ser dîroka kurdan nivîsî.
-
- Ew, ne bi
tenê zanyarekî bû ku li ser dîroka kurdan lêkolîn dikir, ew her
wisa dostekî kurdan bû û ji bo çareseriya kêþeya kurd xwedî pêþniyar
bû. Lazarev ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd gelek gotar nivîsî.
Di lêkolînên xwe de rewþa aborî, siyasî û civakî ya li Kurdistanê
û têkoþîna kurdan a li hemberî kolonyalîstan analîz kir. Lazarev,
bi awayekî dostanî nêzî vê têkoþînê bû. Wî dixwest Rûsya polîtîkayekî
ku dê piþtgiriya çareseriya pirsa kurd bike, biafirîne. Li gor wî,
gere Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî piþtgiriya kurdan
bikirina.
-
- Ev kalemêrê
dostê kurda xatir ji me xwest. Lê xatirxwestina wî, em xemgîn kirin.
Em wek Komeleyên Çira, koçberiya dawî ya kurdzanê mezin
Lazarev ji bo gelê xwe windayiyeke mezin dihesibînin û didin zanîn
ku dê gelê kurd hertim dostên xwe, di dilê xwe de veþêre.
-
- Em ji
malbat û dostên Kurdologê navdar
Lazarev re sersaxî dixwazin.
-
- Komeleya
Çand û Hunerê ya ÇIRA ya Amedê
- Komeleya
Çand û Hunerê ya ÇIRA ya Agiriyê
- Komeleya
Çand û Hunerê ya ÇIRA ya Îstenbolê
-
-
|
|
|