GERA LI EVÎNÊ

 

SELWA HESEN

 

Ez geryam li te

Dengek ji dûr dihat

Ez ji te hez dikim..

Ez geryam li te

Di nav pêlên deryan de

Di welatê bê behr û deryan de..!

Di nav rûpelê dilê xwe de

Vegeriyam rûpelên pêþî

Rûpelên ko te nivisandibûn

Bi ava gul û çîçekan

Gulan digot:

Bêhna me derbû ji

Ewê evîna wey mezin

Rewþa min digot:

Lê ez dijîm li welatekî tev serme ye

Rehê dilê min dimrin

Li te digerim tu li kû ye..?

Ez vegeryam li rûpelên dawî

Tev de qitran û tarî

Nivisandîbû bi dilekî mirî

Em ji te hez dikin..!!

Heger hezkirina we ne rast be

Ez jiyanim jiyanek xweþim

Keçek kurdim bi rih û canim

Ji we pir hez dikim

Lê hûn wek pelê darê diweþin

Bê rihin..li ser we diqeherim

Va min ew pelê dawî ji dilê xwe avêt..!!

Ez vegeryam rûpelê pêþî

Û îro ji bo wan dijîm

Jiyanek xweþ, bi êþ, kul û derd

Ez geryam li miletekî ku ne canfiroþ be

Rihê xwe ne firoti be xwînmijan bi erzanî

Keçeke kurdim bi rih û canim

Ez ji we hez dikim

Hîn guhdara gotinê tey xweþim

Temaþevana riwê tey geþim

Dengek ji dûr dihate min

Ez ji te hez dikim

Ez geryam li te welato

Welatekî bê mirin

Welatekî kurd ji xwe hez bikin

Û ji min jî hez bikin

Ez geryam li te welato

Di riwê zarokên bê guneh

Di wan rûkên teze û geþ

Ez geryam li te welato

Di çavên wanî zelal û paqij

Çavên ku ji tirsa demê

Dikukutin...dilerizin..welato

Dengek ji dûr dihate min

Ez ji te hez dikim..!!

Ez jî her guhdarim..welato

Û li te digerim..digerim

Li welatekî bi evîn bi hezkirin

Li jiyanek bê þer û kuþtin bê mirin welato..

Ez digerim

Li zarokin devliken..keçin evîndar

Ez digerim

Li xortin rast û ciwan..kalin bi fikr û raman

Li te digerim îro te nabînim..welato..!

Ji xerîbiyê ji sar û sermê

Ez vegeriyam li wan rûpelên pêþî

Ko nivisandî bûn bi bêhna gulan

Û bang dikirin ez ji te hez dikimmm..!?

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org