|
Rayedarên
Baþur ji paþerojê ji Kurdan re çi amade dikin? Serdar
Mehabadi
Berê niha du
caran min li ser mijara saziya Islamo-Turk, Cema’at u xeterên wê ji bo
Kurdan nivisibu. Di hin nivisarên din de me behsa rewþa Baþurê Kurdistan
kiribu. Serekê Cema’etê
Fethullah Gulen e u li derdorê wi gelek þewirmendên nijadparêzên Turk
hene. Pirraniya wan
xwedi diplomeyên xwendina bilind in, di qadên bilind de li nav dewleta
Turk cikiri ne. Yan li
dewletên cihê di ciyên giring de kursiyên wan hen. Amanca
Cema’etê Turkitiyê bi rêya Islamiya nerm di cihanê de belav bike. Awayên
belavkirina Turkitiyê cihê ne u hemu ji girêdayê yak navendê ne. Ew
navend di vê kêliyê de li Amerika xuya ye lê li Turkiyê bi xwe ji
(Ankara) organize ye. Di
nava her qada civakê de peyda dibe, di nava her saziyê de heye. Ji
parlemento u leþkeri bigre heta saziyên mamosteyan, textoran, bazirganan
(tuccar), xwendekar u dergehvanan organize ye. Amanc yek e u ji bo vê amancê
desteka dewletê bi xwe jê re mezin e. Berê
niha me gotibu ku ev Cema’et li dewletên temamiya cihanê organize kiri
ye. Rojhilata Navin,
Asya, Ewropa, Amerika, u hwd. Di van her du salên dawin de li Rusya u chend
dewletên Afrika ev rêxistin u saziyên cihê ku peywendiyên wan bi rêxistinê
re hene hatin qedexe kirin. Bi teybeti li Rusya ev sazi u hemu rêxistinên
din ku pê ve girêdayi ne ji aliyê Dadgeha Bilind bi tewanbariya “ji
dewletê u navneteweyi re xetereke mezin e” hate qedexe kirin. Heta bi
pirtuk u kovarên wan ji ji bazarê re qedexe kirin. Li gora ajansa nuçeyan
RIA, ev sazi heri zêde bi Bozkurtçuyan re di têkiliyan de ye. Loma
sazi dive were girtin u ti mecal neyê dayin ku li nava wi welati zêde
bibe. Baþ
e, ew li Rusya dibe u xetera vê rêxistinê ji dewleteke weha mezin re
“xeter e”. Li nav dewletên li Afrika hin dewletan ev sazi nedane ava
kirin u dezgehên bazirgani dane kêmkirin. Xwendegehên
ku vê rêxistinê dabune vekirin yan hatin girtin yan ji ji bin bandora vê
saziyê derxistin. Disa li 35 dewletan bi qasi 400 heb xwendegeh heye. Rayedarên
Baþur çi dikin? Dezgehên bazirganên Turk zêdetir dikin. Xwendegehên vê
Cema’atê zêdetir ava dibin u þagirtên van xwendegehan bi pirrani ji
zarokên rayedarên Kurdistan pêk tên ! Siyaseteke baþur ji bo vê
êriþa bazirgan u serdestiya planên Turkan nine. Lê siyaseta dewleta
Turk, bi rêya cema’etê di hember Kurdan de hey. Minak :Di destpêka
sala 2007 de gelek bazirganên din xwestin ku li wira firmayên xwe vekin. Yên
bi cibuyi « xebata xwe » didomandin. Gelek bazirganên din
dixwestin dezgehên xwe li wira ji bo « bazirganiy ê »
vekin. Lê pirr enteresan e ku ji qada bilind ya nav dewleta Turk, bi
teybeti ji navenda Cema’et, ferman hat ku yên nuh divê demekê rawestin.
Ew bazirgan bi hevra rawestan. Plana xwe paþ
xistin. Dema ku meriv li
wê demê dinêre tê xuyanikirin ku dewleta Turk ji bo haziriya ketina nav
Baþurê Kurdistan lebiki ye. U Cema’et ji di xwe de dibine ku bi dewletê
re mudaxela bazirganên xwe bike. Loma ew dizane ku wê þerr derkeve. Eriþ li hêviya
erêkirina emrê serokatiya Turkiye ye. U
ew dema êriþan kete nav mehên Mijdar u Kanun 2007. Leþkerê dewletê þikest.
Bi bayê bezê vegeriya. Ev þikestin bu sedema êriþên nav sinorên
Turkiyê. Li her aliyê Bakurê Kurdistan zilm u zoreke mezin li ser gelê
Kurd tê meþandin. Chengê zarokan li kuçeyên bajerên Kurd li ber
kamereyan têne þikandin, pirejinên Kurd li nava sikakan têne êþkencekirin,
malên kurdan têne þewitandin, li Kurdan heqareteke mezin dibe! Cihana
“demokrat” bêdeng” e u Baþurê Kurdistan xwe kerr kiri ye? Halbuki
Kurdên ku li bakur Newroz di bin her awayê zor u zilmê de, bi gelek
bedelan, piroz kirin ji tememiya nufusa Baþurê Kurdistan zêdetir bu!!! Li
Rojhilat u Rojavayê Kurdistan ji bi eyni coþê u bi eyni bedelan Newroz
hate pirozkirin. Newroz, isal bu roja ispata Kurdbunê. Roja
xwe naskirinê. Roja
biryara hebun u nemanê. Roja biryara qewin ya “Em Kurd netewe ne u em wek
netewe ji dixwazin bijin”. Di
sê televizyonên baþurê Kurdistan de yek nuçeyeke ciddi nehate dayin???
Di êvara newrozê de programên muzika erebi dihate weþandin. Reqqasên
jinên ereb hebun!!! Gelo
dema ku Enfal u komkujiyên li Baþur dibun u Baþuri direviyan nava pêsira
Bakuri, Rojavayi u Rojhilatiyan ji bira Baþuriyan çuye? Xwedê
xêr ke, nuçedayin ji kete bin bandora berjewendiyên sivik u rojane? Eger
em kurd li ser hev nexeyidin ki li ser me bixeyide?
Chi birre birra me ye ku em ji xelkê dixwazin li ser me bixeyidin?
Ev
dem ji bo paþeroja Kurd u Kurdistanê geleki giring e. Pirrbun u cihêbuna
parti, bir u ramanan tiþteki xwezayi ye. Lê gerek e her Kurd, her parti u
her saziya Kurd bizane ku vê demê Kurd di bin kontroleke navneteweyi de
ne. Hêzên xwedi karina ji nuh ve cihan parvekirin heye Kurdan tenik tenik
u bi agahdari diþopinin. Dinêrin ka Kurd xwedi cewher in xwe bi xwe idare
bikin yan na? Ka ew dikarin siyaseteke Kurdi u Kurdistani bi rêve bibin yan
na? Ango, projeya Kurdan neteweyi ye yan herêmi ye? Hêzên
navneteweyi dixwazin bibinin ka ji bo buyereke li Amed, Mehabad, Hewlêr yan
Qamiþlo diqewime ji hawirdorê Kurdistan Kurd dirabin u li ser xwe
dixeyidin yan na? Gelo
ewê ji zor u zilma li ser xwiþk u birayên xwe re bêdeng diminin yan na?
Eger Kurd li ser hev xeyidin u serê xwe li hember bandora derve
rawestan ewê paþeroj weki din be. Yan na ev bindesti u sefalet dewam e!
Ango, dema cihan bibine em li ser hev dixeyidin u ji dijmin destdirêjiyan
qebul nakin ewê xwe neziki me bikin. Ne ku ew hez
ji me bikin. Na, ewê
ji bo berjewendiyên xwe nêziki me bibin. Divê em vê di mêjiyê xwe de
bikolin!
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org