- Sermiyanê
piçûk
-
-
-
- Qadir
Egîd
-
-
-
-
-
- Rojek mîna
vê rojê bû, baran ji xak û asîman, mîna ku tu devê kun vekî,
dihat xwar, sîwana wî ya dest þkestî, rû qetyayî, ku herdem diya
wî dibêje: ev sîwan ya ku kalikê te ji te re ji Hecê aniye, nikarî
bû porê wî ê zer ku bi ser herdu milan de hatiye berdan, destên wî
yê piçûk ku bi hêz li darê sîwana þkestî hatiye pêçan, û
kumlikê pînekirî û bê biþkok berdayî biparêze.
-
- Di kuçeya
bê eletirîk, di nav hewqa heriyê de asê ma bû, gola avê ya ku di
pêlava lastîkî de çêbû bû, serê tilîkên wî yên
lingan pûç kiribûn, ew ji desthilanîn xistibû, dawî bi alîkariya
zilamekî biyan ku di wê derê re derbas bû, dilê wî bi vê rewþa
ku ew tê de bêçar mabû þewitî bû, bi destê wî yê pûç
girtibû, û ew û ramanên wî yên tevlihevbûyî
anîbûn aliyê kolanê yê din.
-
- Riya xwe,
bi hêla bazara bajêr ya ku mirov nikare wê kêlîkê þûna lingekî
tê de peyda bike, ji ber cureyên mêweya, yên ku li dev û kêlekên
dikanan hatine raxistin, berdewam kir. Ramiya, bê ta kîjan pileyê wê
pereyên wî yên ku diya wî ji devereke nediyar- dibe ku ji nava
obereyekê, yan jî ji paþila xwe- derxistibûn, dikarin þabûnekê
bixin dilê wî û herdu xoþkên, ku çavên wan li hêviya vegera wî
qerimîne.
-
- Bangên ku
ji herçar aliyên bazarê ve bilind dibûn, vexwendiyên firoþkaran
jê re, temeneke mezin di dilê wî yê piçûk de afirand, payebûnekê
ew girt, bi pozbilindî di nav fayton (erebe) û dikanan de çû û
hat, lê pêlava lastîkî û sîwana dar þkestî ew zû bi rastiya wî
hiþyar kirin.
-
- Du cureyên
cuda ji cureyên bêjimar ku navê pirên wan nezane bijart. Xweþ tê
bîra wî, gotinên diya wî yên wê rojê, ta îro di serê wî de
meyandî mane (kurê min, tu kes te nexapîne). tevî zaroktiya ku jê
dilop dikir,bi hemû firoþkaran re da û stend, dûv re, ji faytona
herî erzan du kîs dagirtin.
-
- Di vegerê
de, barê wî yê sivik, giran bûbû, eletirîk qetiya bû, herdû kîs
di bin çengan de bûn, sîwana kalikê wî girtî mabû.
- Barana ku
hindekî sivik bûbû,
hunerê xwe careke din derxistin, libên mezin û xurt li piþta wî
ya tazî diketin, hewl da ku bazde, lê ba jî xwe da wê navê, ew bi
paþ de vegerand, û kîsek ji bin çengan anî xwarê, sêv di nav wê
çiravê de hatin þuþtin, di heman demê de wendabûn jî.
-
- Kîsê mayî
danî ser xaka þil, û bi destpelînkê li sêvên ku avjenî di nava
wê ava qeþa de dikirin, geriya, þeþ lib bi dest ketin, û yên mayî,
ji ber ku ew kolan kaþ bû bi avê re çûn. Ta heftiyekê ku di wê
kolanê re dibuhurî, li heman cih temaþe dikir, bi hêviya ku wan sêvan
bibîne, lê loherê…!
-
- Kardariya
wî, li nêzîk malê, pir giran bûbû. Kolan ne zift kiriye, eletirîk
qute, pêlava bê qeytan ji lingan dikeve,
cihê golên avê ne diyar in. Beriya
ku bighêje dergehê malê bi pênc gavan, pêlav di nav heriyê
de çikiya, lingek li jor ma û yek di pêlavê de, ceger nekir ku xwe
daqûl bike, tirsa wî ji wê tirsê ku sêvên mayî jî wenda bibin,
gavên mayî bê pêlav qedandin.
-
- Mîna
beytikekî qefilî, bê deng, bi yek pêlavê xwe avêt hindir. Çira
hûr bû, serê dê li ser sicada nimêjê û tizbiya sed libo di dest
de, daliqiyayî bû. Herdu xoþk li dora sobê, xwe qurnisandibûn, bûbûn
kulor,
-
- Sersal
bû, rojeke mîna vê rojê bû…..!
-
-
- ebdilqadir-egid@hotmail.com
-
-
-