Berî spêdê

Þêrzad Zeynelabidîn kullanýcýsýnýn resmi

Þêrzad Zeynelabidîn

 


Ger te bi vêt
Berî spêdê
Min bi bînî !!
Pirçê xo tu berelake û
Stiraneka bê bêdeng bêje !!
Dê min bînî ...
Li gel þine bayê siharê
Dê min bînî ...
Li gel hejîna belgên darê
Dê min bînî ...
Li gel permîçkên
Nerme befrê
Li heyva þiwat û adarê
Dê min bînî li gel xewnên
Kew û þalîla !!
Li gel hejîna babelîskên
Vê zinarê

**********
Berî spêdê
Ger te bivêt min bi bînî
Li jêhelî yê þeva tarî
Vêt f serkevî
Ger te bivêt berî spêdê
Guh bi deye kevrê bê deng !!
Sîmfonîyek nû dê bînî
Berî spêdê
Ger te bi vêt
Li bin tevrîyê
Paldey rûnî
Hôzaneka
Bê peyv û kêþ û ne serwa !!
Wekî tevnî
Dê raçînî
Spêdeka zû
Pêþ (sew gurgê)
Li (Berberayê) *
Ez raza bûm
Min guh di da
Sare stirana vî kevrî !!!
þalîl ji nûka ji xew ra di bûn
Heyv berze di bû li piþt ewrî

*********
Berî spêdê
Her titþek nê rûs û sare !!
Berî spêdê
Xunav di barît û
Stêr hemî di bin aware
Hemî þeva berî spêdê
Dergeh li taqe û
Li hûvîya teme
çavên min wek kulyên birsî !!
Hemî stêra pê di çerînim
Lê nehatî û
An nizanî ku ez heme
An qirqiçîna min li þevê
Bo te ne pþitî û ne xeme

********
Berî spêdê
Bê dengî ye
Davên taryê
Wek nermatya
Armîþî ye !!
Wek pirça te
Li gel dengê ba y
Bo min dawet û gazîye

********
Berî spêdê
Di bêjin dê hêyî
Ji stêreka dûr...
Li çolê dilê min dê dadey
Evî xirtey
Dê key beheþt
Dê keye zûr.

Shêrzad Zeynelabidîn
05/08/2004 Frensa


 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org