Min dil nema, pirre ji xema, ma me çi ma ? Wem
derbeder
Sed ax û ox, roj NE di pilox, cerg bi kêm û zox, xem ketne ser
Xemên me jî, prrî mejî, ma em ji hejî ? Kul û keser
Ne me bihar, diriþte ar, dirrha xirar, yêl taqe der
Ax Kurdistan, wey dilistan, hêj li bin destan, bê pez û merr
Wem di bê þivan, nîne xudan, xarin beran, mirna me fer
Dûrim ji yar, yal dest neyar, ya di ket hewar, min bîne der
Ax felekê , na bêy kekê , her carekê, helke fener
Me her þeve , ceng û reve, gurgê bi deve, pencin xencer
Tu çend bi nazî , sed awazî, dara mazî, her tol û terr
Got bes bêje, çîyay gêje, xema bi rêje, tu bi nale her
Ew girnijî , Dan bay bijî ,ketme kujî , dil bo çeper
Bejn û bala , tewq û ala , rû-yo xala , mayn bê xeber
Naçî ji bîr , hosta û jîr, ya bê qusûr, me ka mefer ?
Berda me tîr , li ser me nefîr , cerg boye qîrr , bo ceng û þer
Dûrm ji welat , roj ne helat , xew jî xelat , bê ser û
ber
Sed êþ û Jan , barê giran , ah û eman , sewda ye ser
Li ser me cenge , rê ya tenge , ne me denge , bo toz û ger
Bêhna tejî , ketye kujî , dil bo rejî , me ka dilber ?
Dujmin di boþ in , þer firoþ in , yêl me di doþ in , bizna kever
Heta kengî , em bi vî rengî , an bê dengî , mayn bê zever
Ser helîne , min bi bîne , li me bi reþîne , misk û 'enber
Yara mecaz, ew serferaz, bi daleh û naz, dêm kesk û zer
Dêm kesk û sor, pirrçê bi nor, þevên deycor, pirrî cehwer
Cerg piç piçim, bi roh û biçim, li gel wê biçim, gorr û mehþer.
þêrzad zeynelabidîn
http://sherzadberwari.ifrance.com/
19/11/2008
