Xem û pejara milletîÞêrzad Zeynelabidîn
Ma ji pejara evîndaryê , ma tiþtek
xweþ tir heye
Lew xasme ya milletî bît , yê ne dît
bît tûle ye !!!
Vê xem û pejarê kuþtim , hêþta
hindek lewçene
Ger ne gehme yara nazdar , ma xewn jî
gunhene ?
Pêlin xewnekê bi bînim , li mi
nekene jehre mar
Destê xwe dê havêm rojê , belkî dê
wê înme xar !!
Nehez û bê eql û mesta , dest li
min bestin çep û rast
Dê bi pîya bezme miradê , pê li
min gestin çep û rast
Dê ezmanê mi çilê ken ? þûrekê
xweþ ser birre
Dê bang det bû serxwebûnê , ala
rengîn hel bi firre
Ger maf û yeksan û rastî , li vê cîhanê
ew hebin
Ma çima bû kurda nînin , bo
çî xem bahra me bin ?
Bo çî em her ho di nalîn , nê pîçek
sûça meye
Xwe froþ û kes peristîn , ma çi bêjim
nê weye
Bi erzanî xwe ne froþe , ey xudanê
qelemî !!
Rastî evro bête gotin , dê rizgar bîn
em hemî
Milletê ax zêr û befrîn , parçe
kirye dujmina
Amede bûka cîhanê , Mehabad a dest
bi xena
Kerkuk hêþta di nalîtin ,
penaber li jêr xîveta
Ax lê zêr û zik lê birsî , ka
xudanê hîmmeta ??
Rojek dê hêtin ji Kubanê , bê
sinor bi çime Çemî....1
Paþî ser evraz bû Wanê , bû
seredan bi çîn hemî .......2
Ji wêrê bi çim bû Mehabad , bi cih
bînim hecca berê .....3
Paþî li Seywan min bin ax ken ,
beram berî Esmerê.
Þêrzad Zeynelabidîn
12/06/2009
1:-Çemî =gundê min ,Çemê seyda.
2:-Devera wanê cîhê bab û kalên
dapîra min (ji alîyê daykê )
3:-Li sala 1974 ê ez çûm Mehabad
mirada min ew bû wêneyekî li gorepana Çar-çira bi kiþînim lê
savakên Þahê gor begor li min qedexe kir.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org