Halê me Kurda

Þêrzad Zeynelabidîn kullanýcýsýnýn resmi

Sherzad Berwarî

 

Werin guh bi den halê me kurda
çima di mînîn bê milk û mewda ?

Boçî bi tinê em hosa di jarîn ?
Tera û berayên her çar kenarîn

Ne tev di nezan û bê milk û halin
Lê di kes perist û bo para dikalin

Heyfe to bi kujî biray bo para
An to bi girnijî bo kurd neyara

Ger çî em kurd hêþta ho mayne
Li ber bayê xelkî em qirþ û kayne

Nehezên yektir dujmin perêsîn
Hirya me xave xelet di rêsîn

Yê ku me bi vêtin her mafê meye
Ma ji bilî rastîyê ma çi dî heye ?

Duhok û Amed,Efrîn û Sine
Bextê dujminî heftê û heft kune

Ku jêk vekirin çar xwîþk û bira
Yêl me di herêfin tev rêk û pira

Ma kes nemaye li evê cîhanê ?
Pîçek bi wîjdan neket zîyanê

Carek bi nêrît halê me kurda
Herdem li me þeve tarî bi serda

Ji Helebçe rabûn hawar û fîxan
Amed di nalît ji tuxmê Xaqan

Serdeþt û Bane herêt ken gazî
Kurdîn hûn rabin herin li pey Qazî

Qamîþlo Efrîn mane birîndar
Ji dest nemerdî rûvîyê xeddar

Qed çi bawerî mi bi kurda nîne
Carek bi bin êk ne bên yê dîne

Piþtî mi dîtîn Enfal û kuþtin
Zarok û landik hatîne sohtin

Em jêk belav bûyn hatîn biþaftin
Li ber sir û serma nahêyn nixaftin

Hind jî bi saxî birin bin axê
Hêþta kurd pîçek naden xo zaxê

çima nabin êk bi ken xebatê ?
Bo serxwebûnê rêka necatê.

 

Sherzad Zeynelabidîn
06/01/2005

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org