|
|
- Naomî,
îlhama min û BANGEK!*
-
-
-
-
- Sîdar
Bengîn Epozdemir, sidaro4@hotmail.com
-
-
-
-
-
- Di
demeke ku mirov dide gotin ‘Nikarim serê xwe bixurînim’ de, min
piyê xwe ji firêna jiyanê hilda û min karî ez bikevim riya ber bi
welatekî gelek-gelek xeter bo erebeyên ne-ji-wî-welatî: Ingilîstan...
Esas gotina min a ‘min karî’ piçek zêde neheqî dide rewþa min,
çawaku min bi îradeya xwe ya azad hemû karûbarên xwe betal kirin.
Mixabin ku di van demên dawî de ajanda min zêde rê nade demokrasiyê
û min mahkûmî tiþtên din dike. Belê çûyîna min ne ji ber hebûna
dema min a vala wek okyanûsek lê belê ji ber urf û adetên me kurda,
ji ber evîniya min a kûr ji boy kurmamê xwe Welat û ji ber heyecana
min a ji bo daweta wî pêwîst bû....
-
- Tabî
piraniya caran mirov xwe li dawetan ji aliyek dihesibîne. Lê ev dawet
ne daweteke wisan bû. Helbet rêza min bêdawî ye ji kekê min ê hêja
Welat û destketinên wî yên akademîk re.
-
- Lê bûka
Welat, yani Naomî jî, di
dilê min de cîhekî girîng girtiye û bûye sedema îlhameke mezin...
-
- Çawa?
Bêjim ji we re. Cara pêþîn ku min Naomiyê dît ez hêj ciwan bûm.
Yani, ehh, ez hêja jî ciwan im, lê wê demê, em bêjin, ciwantir bûm.
17 salî bûm.
-
- Wê
demê min taze pevçunên xwe yên pêþîn ligel nehezên kurd û
Kurdistanê jiyabû, û ev bûbû sedema ku ez zêdetir nasnameya xwe ya
pirrçandî û bi taybetî aliyê kurd hez bikim. Nemaze di wan deman de
bi awayekî bengînî mereqdarê zimanê xwe, zimanê kurdî, bûm. Þirîntirîn
zimanê ku dinasim yani....
-
- Inca
pêþwaziya Naomî ya wê demê ji bo min ne hêjayî jibîrkirinê
ye…Lewre wê wê demê bi derîvekirinê bixêrhatina min bi zimanê
kurdî kir û got: ‘Tu gelek bi
xêr hatî’….
-
- Tevî
ku Naomî ez qet nedinasîm û eve cara yekem bû ku wê ez dîtim, ev jê
re ne xem bû û eleqeya wê ya ji bo zimanê kurdî bû sebeb ku pêþwaziyeke
germ û kurdane li min ke…
-
- Piþtî
çar sal, Naomî, di asteke -ji bo wê- gelek bilind de kare bi kurdî
biaxife, binivîse û bixwîne.
-
- Ji
lewme þahiya dil gihiþt ezmanan dema ku li dawetê, Naomiyê axaftina
xwe bi du zimanan kir: ingîlîzî, û zimanê me teva: kurdî....
Vêca ne dûr e ji hêviyê ku zarokên Naomî û Welat him ingilîzî,
him kurdî fêr bibin. Eger wan ew fêr nekirin jî, dê Naomî û Welat
sedî sed îradeyeke wisa xurt bigihînin zarokan xwe ku dê kes nekare
rê li ber fêrbûna wan a zimanê kurdî bigire...
-
- Inca
çîroka Naomî ji bo me çira girîng e?
-
- Çîroka
Naomî girîng e, lewre em divê pêþî serbilind bin bi wê yeke ku
ingilîzek kare zimanê me hêjayî fêrbûnê bibîne, lê paþî jî
em divê xemgîniya xwe derbirin ji ber rewþa gelek xeter a ku zimanê
me yê þirîn niha tê de ye...
-
- Divê
em tim di nav hewlan de bin. Ji lewme mîtînga dawîn a TZP-Kurdî ya
li Geverê hêjayî pesindan û pîrozkirinê ye. Em spasî vê rêxistina
zimanhez dikin û rica dikin ku tucar dev ji karê xwe bernedin. Heta
zimanê me biserket!
-
- Lê
em bixwe jî karin gelek tiþtan bikin. Ne hewce ye tiþtên mezin bin,
werin em ji karên piçuk dest pê kin.
-
- Mesela
ji sozdayînek....
-
- BANG!
BANG! BANG!
Me peymannameyek amade kiriye bi hersê zaravayên serekî yên zimanê
kurdî: zazakî, soranî û kurmancî. Inca herkes kare wê peymannameyê
prînt/çap bike, imze bike û soza xwe ya ji bo parastina zimanê kurdî
bide. Bo peydabûna divêtiyê (belê me kir meseleyek hiqûqî J
) pêwîst e peymanname bê daliqandin li odeyek/jûrek ku ji herkesî
re vekirî ye.
-
- Di
sedsala 21an de em ji aliyên dewletên ku em di siya reþ de hiþtine
kirin ‘mezintirîn gelê cîhanê ku bêdewlet e’.
-
- Werin
em nehêlin ew bikarin pêþî me bikin ‘mezintirîn gelê cîhanê ku
bi zimanê xwe nizane’ û dû re jî ‘mezintirîn gelê cîhanê ku
bi avê re çûye, tunebûye’....
-
- EM
(!) karin tiþtekî bikin! Naomî jî nîþanî me daye.
-
- Her
bijî zimanê kurdî.
-
-
- Sîdar
Bengîn Epozdemir
- sidaro4@hotmail.com
- -------------------------------------------
-
- DAXISTINA
PEYMANNAMEYÊ:
-
- Peymanname
bi zaravayê kurmancî: www.rojnamenus.eu/kurmanci.pdf
- Peymanname
bi zaravayê soranî: www.rojnamenus.eu/sorani.pdf
- Peymanname
bi zaravayê zazakî: www.rojnamenus.eu/zazaki.pdf
-
-
- (Têbînî,
ji bo daxistin/downloadkirin pêwîst e hûn pêl li piþkoka ‘Save
Target As’/’Farkli Kaydet’/’Doel Opslaan Als’ bikin. Eger dîsa
çênebû, mailek biþînin bo sidaro4@hotmail.com
û ez dê ji we re yekser peymannameyê bigihînim.)
*Ez vê kurtenivîsarê, tenê bo carek, bi hemû wergerên wê, yani yên
bi holandî, ingîlîzî û tirkî diþînim ji hemû malper/rojnameyên
girîng ên kurda re. Ne prensîba min e, lê ji ber rewþa taybetî ya
vê carê ez doza tehamula hemû karmendên hêja yên
medyaya me dikim. Weþandina vê kurtenivîsarê azad e ji bo
herkes. Herwisa herkes azad e fikir/projeya min bixebitîne, bixe jiyanê.
Þexþen, min ji niha ve peymannameyê çap kiriye, xistiye çarçoveyek
û daliqandiye. Em li vir bi taybetî spasî kesayetiyên Roþan Lezgînî
û Hêmîn Abdullahî dikin ji bo alîkariya wan a di warê wergerî bo
zaravayên zazakî û soranî de. Ji bo zêdetir agahî: www.cakbini.com
.
-
-
|
|
|