Sûlavên xemgînîyê

 

 Welîd Elþîmalî

 

ji parsûyên demek bihûrî

sînor ji bejna xeyala re çêdikir.

ji kemera hestû yên vala

sema wêneyên þikestî...

bi sûlavên xemgînîyê re

hilweþand.

di kela hestên wêranbûnê de,

seqema laþê tewirî

xwe ji pelqazên bêdengîyê

dilop dilop veçirand.

          *****

di hundirê dengvedana þevek

mirî de

te xwe li parsû yên reþbayê nenas,

ji kêleka birînê dipeça

di kêlîka mirnesaxîyê de

daneheva kûmira demê,

te bi tilîyên poþmanîyê

li hawîrdorî sekerata birînê

dicivand.

 

 

Welîd Elþîmalî

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org