Ji medya kurdî re

Weþanên Diljen bi navê “Hebana çîrokan” pirtûkek weþand 

 

Weþanên Diljen

C:\diljen\html\bilder\loggo_reklam.gif

 

Weþanên Diljen, bi boneya "Cejna zimanê kurdî",  pirtûkeke çîrokan ya bi navê "Hebana çîrokan" weþand. Ev pirtûk ji aliyê Sabîha Otlu ve hatiye nivîsîn û Leyla Atak jî wêneyên wê çêkirine.

Di "Hebana çîrokan"de 15 çîrok hene. Ji wan pênc heb Sabîha Otlu nivîsîne, heft heb çîrokên Jacob û Willhelm Grimm in, ku ew bi navê "Birayên Grîmm" tên nasîn. Sabîha Otlu, versiyoneke wan a swêdî wergerandiye kurdî. Du heb ji swêdî adapte kirine û çîrokek jî ya Þîlan Diljenê ye.

Pirtûk ji 72 rûpelên rengîn pêk tê û mezinahîya wê jî 19,5x24 cm e.

Ev çîrok dê di demeke kurt de bi deng, nivîs û wêne di malpera "Dibistana Kurdî" de jî bên weþandin.

 Di "Hebana çîrokan" de nivîsên Sabîha Otlu û wêneyên Leyla Atak harmonîyeke bedew pêk tînin. Em di wê baweriyê de ne ku bedewîya vê harmoniyê dê kurdî bi zarokên me þîrîntir bike.

Çima çîrok?

Weþanên Diljen, di nivîsa nasandina pirtûkê, ku di berga dawiyê de hatiye weþandin, bersiva vê pirsê weha dide:

·         Dema ku zarok çîrokan guhdar dikin, aram dibin û ji pirsên ku di serê wan de peyda dibin re li bersivan digerin. Mirov dikare bêje ku çîrok ji bo zarokan hem weke medîtasyon hem jî weke platformeke hînbûna çareserîya pirsgirikan in.

·         Zarok dema ku bûyerên serbûyerî yên ku di çîrokan de derbasdibin û rastîyê didin ber hev, rastî ji wan re pirtir dibe tiþtekî ber çav. 

·         Fantazî, hewes, xwastek, gotûbêj, fikir, vegotin û afirandina zarokên ku guhdarîya çîrokan dikin an jî çîrokan dixwînin pêþ dikeve û gencîneya peyvên wan zêdetir dibe.

·         Çîrok dibin navgîna peywendîyên germ ên di navbera zarok û salmezinan de. Mirov bi zarokên xwe re demên xweþ derbas dike. Bi vî rengî alîyê zarokan ê civakî pêþ dikeve.

·         Dema ku zarok çîrokan guhdarî dikin fêr dibin ku mirov bi zimanê niviskî dikare tiþtên ku berê qewimîne ji nû ve vebêje.

·         Çîrok meraqa zarokan ya zimên pêþ dixin.

·         Her weha çîrok dibin wasite ku zarok bi hestên xwe ve mijûl bibin. Ji ber ku çîrok pirsgirêkên dema ku zarok mezin dibin û pêrgî wan tên bi þiklekî sembolîk tînin zimên.

·         Dema ku zarok çîrokan dixwînin an jî guhdar dikin dibin xwedî kesayetîyeke ku li hember kes û çandên din bi tolerans e.

·         Zarok fêr dibin ku evîn hêja ye ku mirov ji bo wê têbikoþe û biparize. Lê zalimî ne tiþtekî bi paye ye.

Sabiha Otlu, di pêþgotina "Hebana çîrokan" de, armanca nivîsîna vê pirtûkê weha tîne zimên:

"Min zarokên xwe di þertên giran ên qedexeya li ser zimanê me de hînî kurdî kirin. Wê demê îmkana pirtûkeke çîrokan ya bi kurdî ku min bi hewes ji wan re bixwenda tune bû.

Dema ku min bihîst ê nevîyeka min bê dinyayê, min biryar da ku ez ji wê re pirtûkeke çîrokan binivîsim. Jîndaya me hat dinyayê û niha 19 mehenî ye. Ez wê soza xwe niha bi cih tînim. Loma ez vê pirtûkê dîyarîya nevîya xwe Jîndayê û hemû zarokên kurd dikim.
Ez hêvî dikim ku ne tenê zarokên min, her weha xortên kurd ên din ku xwedî zarok in jî dê bi kêfxweþî "Hebana çîrokan" ji zarokên xwe re bixwînin."

Sabîha Otlu li ser peywendiya çîrokan û pêþvebirina zimanê zarokan de jî weha dibêje:

"Zarok gava pêþî bi çîrokan re pêrgî zimanê nivîskî dibin. Bi çîrokên nivîskî zimanê wan rasttir û gencîneya peyvên wan mezintir dibe. Ji ber ku her hevoka zimanê nivîskî li ser hatiye fikirandin û paþê hatiye nivîsîn.

 Ku mirov di temenekî biçûk de, bi awayekî bi rêkûpêk, ji zarokan re çîrokan bixwîne ew ê di 2-3 salîya xwe de bikaribin dest bi xwendinê bikin. Lê di destpêkê de zarok peyvan wek wêne dixwînin.

 Her weha ew bi saya guhdarîkirina çîrokan, tolerans û çareserîya pirsgirêkan hîn dibin; fantazî û karîna xwe ya afirandinê bi pêþ ve dibin."

Her weha Sabîha Otlu di pêþgotina pirtûkê de spasî van kesan dike:

"Berî çapê Samî Berbang hemû çîrok û Mustafa Aydoganî jî ji wan çend heb xwendin. Bi pêþniyarên wan tekstên çîrokan xweþtir bûn. Her weha Haydar Diljen jî redaktorîya vê projeyê kir. Ez ji wan her sêyan re jî bi dilekî germ spas dikim."

Navnîþana/adres xwastinê:
Vetterslundsgatan 240
724 64 Västerås-Swêd/Sverige/Sweden

E-name/epost: diljen@hotmail.com

Tel: +46-(0)70-171 15 08

06-05-2010
Weþanên Diljen

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org