Dr.
Zorab Aloian
Endamê
Nû yê Navenda PENa Kurd Wekîl Mûstafayev (Wekîlê Misto)
Awirek
li Pirtûka wî ya li ser Kurdistana Sor
Pêþgotin
Bûyerên
bi xweseriya Kurdistana Sor li Kafkasê ve girêdayî û têkçûna siyaseta
Kurdan li wêderê yek ji rûpelên xemgîn ya dîroka me ye. Belê, Kurd di
vê devera biçûk de jî bûbûne cangoriyên nezaniya siyasetmedaran, çavnebaweriya
neyaran û rewþa navneteweyî
ya neqenc. Lê
çi dibe bila bibe, li gor þoreþgerên
Espaniya, “bawerî di dawiyê de dimire”. Hên derfet hene, ku
Kurdistana Kafkasê di navbera Ermenîstan û Azerbeycanê de cihê xwe di
Rojhilata Navîn ya veguhêz de bigire.
Di
dawiya sala 2001an de, destnivîsa Wekîl Musatafayev gihîþte
min. Niha ev pirtûk bi zimanê rûsî li Bulgaristanê hatiye çapkirin: Wekîl Mustafayev, Îstoriya
Kurdistana. Sofija: Weþanxaneya “Xrîsto Botev”, sala 2002an, 460 rûpel.
Ev pirtûka
han çerxa Kurdistana Sor di naveroka Kurdistana mezin de dinirxîne.
Cewherdariya vê pirtûkê ev e, ku xwediyê wê serokê autonomiya
Kurdistana Sor û serkêþekî bizûtneweya
Kurdên Sovyeta berê bû.
Wekîl
Mustafayev kê ye?
Binemaliya
Wekîl Mustafayev bi reçeleka xwe digihîje hoziya (eþîreta)
Koroxlî, ango Rewþan. Di sala 1937an de ji ber siyaseta Stalîn
û Panturkîstên Azerbeycana Sovyetê, malbata Wekîl Mustafayev, mîna
hezar malbatên Kurdan, ji Kurdistana Sor hatibû sirgûnkirin. Ew Kurdên
Kafkasê di salên 1937an û 1944an de bi zorê ji xaka kal-bavan hatibûn
veqetandin û di komarên Asiya Naverast
de - Kazakistan, Kirgizstan, Tacîkîstan û Uzbekîstan
- hatibûn cîhwarkirin.
Wisa,
Wekîl Mustafayev di sala 1938an de li Uzbekîstanê ji dayîk bûbû. Di
salên Þerê
Cîhanê yê Duyemîn de xwîþk
û
birayekî wî digel hezar zarokên Kurdan li Asiya Naverast ji xelayê (birçiyan)
mirin.
Lê
piþtî
serdema Stalîn hinde pêngavên lîberal û înternasyonalîst li Yekîtiya
Sovyetê hatibûn avêtin û li ber zarokên Kurdên sirgûnkirî jî rêya
pêþdeçûyîna
kesanî vebû. Wek encam, Wekîl Mustafayev di navbera salên 1955an û
1963an de jiyana xwe bi Artêþa
Sor ya Sovyetê
ve girêda û bûbû fermandar.
Ji
sala 1963an û vir de Wekîl Mustafayev xebatkarê ewlekariya (asayîþa)
Sovyetê bû û karên taybetî ji wî dihatin xwestin. Ewlekariya Sovyetê
xebatkaran ji bona operasiyonan di dewletên biyanî de amade dikirin. Wekîl
Mustafayev gerek e biþandana Çînstanê,
lê wî daxwaza xwe ji bona xebatekê li Kurdistanê yan di nav Kurdan de
diyar kiribû. Pêþtirî
(ji bilî) vê, Wekîl Mustafayev pêþniyara
karmendên
Sovyetê red kir, li gor kîjanê ew dikaribû nasnameya xwe
biguhasta û
dewsa “Kurd” di rêza NETEWE de “Uzbek” yan “Tacîk” binivîsanda.
Ne behetî ye, ku ji ber vê serhiþkiya Wekîl
Mustafayev, berpirsyarên ewlekariya Sovyetê kariyera wî xitimandin û ew þandine xebata hundurî
Yekîtiya Sovyetê.
Di
sala 1967an de Wekîl Mustafayev beþa
(fakûlteta)
dadmendiyê
li Zanîngeha Frûnze (paytexta Kirgizstanê, niha nave bajêr Bîþkek
e) qedand û wek dadwer li bajarê
Oþ
yê Kirgizstanê
dest bi wezîfeya taybetî ya li dijî korûpsiyonê kir.
Di
sala 1970an de Wekîl Mustafayev xwe kire nav meydana metirsiyê, dema wî koma hevalbendên
Koyçûmanov
ji ber sedema korûpsiyonê binçav
kir. Koyçûmanov merivekî pir bi bandor bû, ji ber ku ew pismamê
Usubaliyev, Serkreterê Yekem yê Partiya Komûnîstên Kirgizstanê, bû û
kes nediwêriya xwe bikira kirê wî (lê xeberda). Lê têkoþîna
Wekîl Mustafayev bi ser ket û
Koyçûmanov
digel dostên xwe li ser biryara dadgeha Kirgizstanê hatibû cezakirin. Nivîskarê
bi nav û deng Çîngîz Aytmatov û Serokwezîrê Kirgizstanê Sultan Ibragîmov
piþtgiriya
Mustafyev kirin û xwestin, ku serokatiya Partiya Komûnîstên
Kirgizstanê
ji dizan bê rizgarkirin. Lê Sekreterê Yekem Usubaliyev desthilata xwe hiþk
girt û
dijberê xwe Sultan Ibragîmov
da kuþtinê.
Wê demê êdî Wekîl Mustafyev neçar ma, ji Kirgizstanê derkeve.
Di
salên 1970î-1980î de Wekîl Mustafayev di polîsa Komara Autonom
Kara-Kalpak de, ya herêmeke Komara Uzbekîstanê
ye, xebata li dijî
bertîlkirina karmend û siyasetmedaran birêve dibir. Wekîl Mustafayev yek
ji wan kesên xizmetgozar bû, yên mezintirîn korûpsiyona Sovyeta berê
li Uzbekîstanê hilweþandin.
Bi
vî cûreyî Wekîl Mustafayev têkiliyên giring bi korên Moskowa fermî
re saz kirin û êdî bi awayekî vekirî karibû kêþeya
berwelatê xwe li Kafkasê biîne rojeva siyaseta Sovyetê.
Cîhê
gotinê ye, ku ji sala 1981an de, dema Wekîl Mustafayev þandine
Komara Azerbeycanê,
wî bi nû ve xwe sipêrande pirsgirêka Kurd. Xebata wî li polîsa navçeya
autonom ya Nexçewanê bû, ya di navbera Ermenîstan, Iran û Tirkiyê de
ye, lê bi fermî beþeke Komara Azerbeycanê
ye. Nexçewan jî wek tê zanîn parçeyeke Kurdistana dîrokî ye, sînorên
wê li Baþûr
herêmên Kurdistana Rojhilat, li Rojava jî herêma Serhedê ne. Bi sedan
salan ew ji sê cemawerên etnîkî pêk dihat: Kurd, Ermenî û Tirk. Li
gor jimara destpêka sedsala 20an, li wir % 50 Kurd bûn, 40 % Ermenî û yên
mayîn jî komên Tirkziman yên curbicur bûn. Lê mixabin, piþtî
Þoreþa
Cotmehê
(Oktober) li Rûsiya,
Nexçewan kete nav sînorên Komara Azerbeycanê. Ramyara Azeriyan ya dirêjxayan
gihîþte
encameke wisa, ku niha
li wir Ermenî nemane, Kurd jî yan hatin sirgûnkirin yan jî xwe wek Azerî
binav dikin. Bêguman, herêma Nexçewanê ji Wekîl Mustafayev re giring bû,
da ku ew bingeha buhujandina Kurdan li Azerbeycanê vekolîne. Balkêþ e,
ku berî avakirina Dewleta Sovyetê, herêmên Kurdan li Laçînê
(Kurdistana Sor), Zengezûrê (li Ermenîstana îro), Nexçewanê û Serhedê
bi hev re girêdayî bûn!
Di
meha Nîsana 1985an de rewþenbîr
û gundiyên Kurd li Ermenîstan û Azerbeycanê li kêleka Wekîl
Mustafayev sekinîn û nehîþtin,
ku birêvebirên
Azerbeycanê wî mîna “ekstremîstekî Kurd” ji xebatê derxin û
careke din biþînin
Uzbekîstanê. Heta
endamekî
giring ji Wezîrxaneya Dadê ji Moskowê – navê wî Bajenov – bi xwe
hate bajarê Bakû (paytexta Azerbeycanê) û komployên li dijî Wekîl
Mustafayev rawestandin.
Wextê
di sala 1989an de nijadperestiya Kirgizstan, Ermenîstan û Kazakistanê gihîþte asteke bilind, Wekîl
Mustafayev bandora xwe bi kar anî, da ku Kurdên li wan deran dijîn zirara
mezin nebînin. Herweha ew yek ji amadekarên rêxsitina “Yekbûn” bû,
ya armanca xweseriya Kurdistana Sor bi pêþ dixist.
Ne
behetî
ye, ku karmendên Azerbeycanê û Kurdên xwefiroþ
zexta xwe li ser Wekîl Mustafayev dikirin, da ku ew dev ji hizira
autonomiya Kurdan berde û xwe ji serokatiya Kurdistana Sor paþve
bikiþîne. Wek mînak,
wana carinan xwest ew bertîl bikira, carinan jî metirsiyên li dora
malbata wî bilêv dikir. Di ser re jî,
ji sala 1994an de Xwedêgiravî
kadroyên
PKK heval Cemal û heval Mahaddîn li dijî ramana nûavakirina Kurdistana
Sor rawestiyan û weha digotin: “Derdê me ne çendik-çend gundên Kafkasê
ne, mebesta me çêkirina
Kurdistana mezin e!”. Wan herduyan hertiþt
kir, ku Wekîl
Mustafayev ji Kafkasê dûr bixin. Di dawiyê de wana Wekîl Mustafayev û
malbata wî þandine
ba gerîllayên Bakur.
Îro
Wekîl
Mustafayev, xwediyê þeþ
xelat û
nîþanên
rêzgirtinê ji hukumeta Sovyetê, digel jin û zarokên xwe li Îtaliyayê
bûye penaber. Kebaniya wî jî fermandara polîsa Rûsiyê ye, lê
ji ber ku ew tevlî
mesela Kurdistana Sor bûbû, wê xebata xwe winda kir.
Awirek
li Naveroka Pirtûka “Istoriya Kurdîstana” (Dîroka Kurdistanê)
Heta
roja îro hîç
pirtûkek nehatiye weþandin,
ya bingeha teorî
bide avakirina Kurdistana Sor li Kafkasê. Belê, bi sedan pirtûk bi zimanên
rûsî, azerî-tirkî û ermenî hene, yên mafên Azeriyan yan Ermeniyan li
herêma Kafkasê bi nirxandina dîrokî ve dixemilînin. Heyf û mixabin, di
nav wan lêkolînan de gelê Kurd wek mêvan, wek xerîb yan wek koçber tê
destnîþankirin. Ji ber vê
yekê, dema welatparêzên Kurd xwestin, ku autonomiya Kurdistana Sor
cihbicih bikin, gelê Kurd ji Kafkasê û tevaya Sovyeta berê xwe neda ber. Helbet, ji bo serkevtina siyaseta Kurdistana Sor
gelek lêkolîn,
semînar û konferans pêwîst in.
Bi
rastî jî, erdnîgariya Kurdistana Sor û paytexta wê Laçînê pir
hestidar e. Ew di navbera Azerbeycan, Karabaxa Çiyayî, Ermenîstan û
Iranê
ye. Li aliyekî, Iran hez nake, ku dewlet yan xweseriyeke Kurdan li ser sînora
Bakur hebe. Li aliyê din, Azerî û Tirk li himber her tiþtekî
ne, eger navê “Kurd” lê be. Hem jî siyasetmedarên me dûrî fikira
hevgirtina Kurdan in, herçend bi zimên ew hemû Kurdewar bin jî.
Zimanê
pirtûka Mustafayev sade û zelal e, çûnke armanca wê karker, gundî,
genc û pîrekên malan in. Mustafayev bi xwe jî dibêje: “Pirtûka min pêþê
îdeologiya neteweyî ye, paþê
jî zanist e”. Helbet, her îdeologiyeke neteweyî ji zanîna dîrokê bi
rê dikeve û berê xwe dide aliyê pêþbîniya
welatparêzên rûdar. Mirov dikare pirtûka Wekîl Mustafayev bêhtir çawa
gaziyeke ji dilê serokê Kurdistana Kafkasê binirxîne, ne lêkolîneke
klasîkî di ware dîroknasiyê de.
Lê
dîsan jî, di pirtûka xwe de Wekîl Mûstafayev jêderên giranbuha
xebitandine:
-
çavkaniyên dîrokî: Strabon, Herodot, el-Yeqûtî, el-Mesûdî, el-Istexrî,
Þeref-xan
Bedlîsî
û yên din;
-
belgeyên desthilata Rûs û Sovyetê: Qanûnên Imperatoriya Rûs, karnameyên
Instîtûtên Azerbeycanê, dokûmentên fermî, qanûn, destûr, biryar,
nameyên Lenîn, Stalîn û Gorbaçov;
-
lêkolînên zanayên birûmet: Muhemmed Emîn Zekî, Ebdurrehman Qasemlo,
Iosîf Orbelî, Vladimir Minorsky, Hasbak Þakir, Basile Nikitine û
yên din;
-
wêne, xerîte û belgeyên cihêreng;
-
bîranînên Wekîl Mustafayev yên þexsî
li ser gotûbêjkirin û amadekirina bingehên xweseriya Kurdan.
Mebesta
Wekîl Mustafayev ew e, ku biselimîne: Hêz û daxwaza gelê Kurd bi giþtî
û cemawera Kurd li Kafkasê bi taybetî têrê dike, ku bibe xwedî dewlet,
rêveberî, ramyar û aboriya pêþkevtî.
Mafên Kurdan - dîrokî bin, aborî bin, geopolîtîk bin yan çandî bin -
hene, ku kêm-kêm autonomiyeke rêk û pêk li herêma Kafkasê ava bikin.
Bi
dîtina Mustafayev, rewþenbîr
û zanayên Kurd û piþtre
gelê
Kurd jî gerek e, xwe ji cudahiya dînî rizgar bikin û gav bi gav
dewlemendî û bedewbûna Zerdeþtiyê
bipejriînin. Cudahiya aynî di nav Kurdan de koka xwe nîn e: Sedema wê
siyaseta rûxêner ya dagîrkeran e.
Ji
bo nimûne, Mustafayev eþkere
dike, ku wextê Kurd li ser bingeha dînê xwe bûn, desthilatên wan
guldidan û jiyana wan e aborî û çandî
li ser bingeha dad û rêzgirtinê bûn. Lê ji bo bidestxistina hêza siyasî
di cîhana Ereban de dijminatiya Þiyan û
Sunniyan bi sedan salan berdewam kir û Kurd bûne qurbana vê dijminatiya
kokbiyanî” (rûpelên 160-190).
Mustafayev
yeko-yeko eþîrên
Kurdan li welat û Kafkasê nîþan
dide, dîroka
bajarên Kurdan þirove dike û
baweriya Kurdan ji bo rastiyê, wekheviyê û azadiyê bi belgeyên dîrokî
ve misoger dike. Bi hizira Mustafayev, rewþa
Kurdan ya civakî
rê dabû îdeologiyên Zerdeþtî,
Xurremî û sosiyalîst. Lewma karûbarên PKK berî girtina Abdullah
Ocalan, ya ku nasyonalîzma Kurdan û bîr û boçûnên civakî bi hev re
dirûtibûn, Mustafayev wek qazanceke mezin temaþe dike. Herweha ew qenciya hêz
û rêxistinên din, yên ji sêgoþa
binavkirî
– Zerdeþtî,
Xurremî û Sosyalîzm – dûr nediketin, eþkere dike.
Ne
dûr
e, ku hinde beþên
pirtûka Mustafayev wê ne bi dilê Kurdan bin. Ji bo nimûne, Mustafayev
rexneyan li Newrozê dike û du-sê caran nerazîbûna xwe xuya dike: “Di
cejna Newrozê de em berxwedana Imperatoriya Med biçûk dikin û rola
hesinkar Kawa mezin dikin”. Li himber vê rewþê,
Mustafayev nêrîna xwe tîne zimên: “Bila gel ne sembolîzma Newrozê ya
berxwederxistî û mecazî, lê bûyerên dîrokî bezm bike. Wê çaxê
Kurd wê baweriya xwe bi avakirina dewleta serbest biînin”.
Herweha
Mustafayev dinivîse, ku Þêx
Adî bin Musafir dînê Kurdan xerab kir û hêmanên biyanî kire nav. Herçend
ez - wek zana - ne digel Wekîl Mustafayev im, rexneyên wisa diakrin bêne
kirin bi armanca, ku raya giþtî
ya Kurdan gengeþeyan li
ser hemû mijaran bike. Belê, tiþtekî
normal e, ku di her kûltûrekê de pirsên tabû (qedexekirî) û pîroz
hene. Lê Kurdistan di nav van qedexeyan de difetise û belkî Mustafayev
yek ji wan kesan e, yên reþaya fikirî
dirizîne.
Armanca
bilind ya Mustafayev ji gotinên wisa ronî dibe: “Dijminan dîroka me
nerast nîþan
kir û
bi vî rengî taqeta me þikênand”.
Wergerandina
Hinde Beþan
ji Pirtûka
Wekîl Mûstafayev
Ji
meha Nîsana sala 1985an de Gorbaçov siyaseta perestroyka (nûavakirinê)
li Yekîtiya Sovyetê bi pêþ xist. Lê
piþtî
sê-çar salan rewþa
Sovyetê wisa xerab bû, ku komarên serbixwe hêdî-hêdî ava dibûn. Zana
û berpirsyarên Kurdan jî pêþeroja
gelê
xwe di ber çavan re derbas dikirin û xelkê bi dengekî bilind dawa
autonomiya xwe li Kafkasê dikir. Bêguman, ev welatê kevinare, yê bi
sedan salan wek mîriniþîniya
Þeddadiyan,
Kurdistana Çiyayî
yan Kurdistana Sor dihate naskirin, gerek e birîna Kurdên Sovyetê derman
bikira. Daxwaza me hemûyan ew bû, ku Kurdên di neh komaran de sirgûnkirî
jiyaneke nû û seraza li wir destpê bikin. Ji sala 1989an de êdî Kurd bi
xwe li Moskowê civîn û protestoyan pêk dianîn, da ku autonomiya
Kurdistana Sor bi fermî bê naskirin.
Di
meha Sibata 1988an de þerê
Ermeniyan û Azeriyan ji bona xwedîkirina Karabaxa Çiyayî destpê bû.
Kurdistana Sor jî di navbera Karabax û Ermenîstanê de bû. Lewma paytextê
Kurdistanê, bajarê Laçîn ji Ermeniên Karabaxê re bûbû “sivdera hûmanîter”:
Trombêlên bi derman û xwerinê ve tenê ji Laçînê digihîþtine
Ermeniyên
çemberkirî.
Gerek
e bê
gotin, ku ji ber þerê
Karabaxa Çiyayî hukumeta Ermenîstanê hem bi fermî, hem jî bi nihênî
alîkariya Kurdan dikir. Balkêþ
e, ku di
sala 1990an de gelek nûnerên Ermeniyan di Parlamenta Yekîtiya Sovyetê de
mîna rojnamevan Zoriy Balayan û akademîkê navdar steyrknas Ambartsûmiyan
ji Gorabçov xwestin, ku dewleta Kurdistana Sor bi nû ve bê damezirandin.
Wek reaksiyon, endamên Parlamanê, yên ji Azerbeycanê bûn, bi tundî li
dijî vê pêþniyarê
derketin.
Wê
çaxê rêvebirên Azerbeycanê, ji tirsa dostaniya Kurdan û Ermeniyan, nûçeyên
nerast amade kirin. Ji bo nimûne, propaganda nijadperestên Tirk li
Azerbeycanê deng der xist, ku jin û zarokên Kurdan li Laçînê ji
“sivdera hûmanîter” re nerazî ne û rê nadin trombêlên Ermeniyan.
Belê, dema rewþa
Azeriyan xerab bû,
wana Kurdan jî bi bîr anî!
Mixabin,
hinde Ermenî bi piþtgiryia Ezîzê
Emer, yê xwe wek serokê Êzdiyên Ermenîstanê didît, ji bo heyfhilanînê
Kurdên Misilman ji Komara Ermenîstanê der xistin. Piþtre,
ji ber sedemên
rabûna nijadperestiya Kirgiz û Uzbekan, Kurdên di wan komaran de dijiyan
jî neçar man mal-halên xwe bihêlin û birevin Rûsiyayê. Di salên
aloziyên Sovyetê de ne tenê Kurd, lê bi mîliyonan xelk sitara xwe li Rûsya
didîtin.
Helbet,
di dîroka
me tal û tûj de siyasetmedarên bêbext, yên daxwaza gel heram kirine, wê
bêne þermezarkirin.
Wisa, di meha Gulana 1992an de, piþtî
ku Kurdistana Kafkasê serbest bû, Þêxê
Kurdên Misilman Abdûl-Manaf Gasanov û serokê Kurdên Azerbeycanê Mamed
Babayev xwesteka Azeriyên Tirkdost pêk anîn. Wana xebateke rûreþ di nav Kurdên
Misilman de kir, da ku xort û keçên welatparêz neçin xaka xwe rizgarkirî
û autonomiya xwe ava nekin. Gasanov û Mamedov bi vî cûreyî serên
Kurdan gêj dikirin: “Herkes, kî biçe Kurdistana Sor, nokerê Rûsan,
Ermeniyan û Êzdiyan e û dijminê birayên me Azerî ye. Ji kerema xwe,
nebin kafir, çûnke Quran basa biratiya Misilmanan dike. Eger Azeriyên
Misilman mafên autonomiyê dane me, emê giþk
herine welêt”.
Ji
wê zêdetir, Babayêv û hogirên
wî nedihîþtin,
ku welatparêzên
genc ji Sovyeta berê bi hêzên Kurdistana Bakûr re têkiliyan çê bikin:
“Partiya Karkerên Kurdistan rêxistineke bêxwedê û komûnîst e. Endamên
wê dûrî Îslamê ne, ew hemû Êzdî û Ermenî ne”. Gelo ne xuya ye,
ev îdeologiya arzan ji ku tê?
Heyf
û mixabin, lê Kurdên Misilman ji Sovyeta hilweþiyayî,
ji ber nezanebûn û belengaziya xwe, ji Kurdistana Sor re xwedî der
neketin. Lewma serkêþên
damezirandina xweseriya Kurdan hêvîdar man, ku Êzdî dikanin bibin
potensiyala Kurdperweriyê. Bi rastî jî, bi dehan salan rewþenbîr
û civaka Êzdiyên Ermenîstanê Kurdîtiya xwe parastin û
niha ew bi dil û
can amade bûn berê xwe bidin dewleta xwe li herêma Kafkasê. Lê ji
talebext re, di wan rojên biryardar de, serokekî Êzdiyan tev kurê xwe ji
Almaniya seredana Kafkasê kir. Wî gund bi gund, mal bi mal geriya,
teseliya Êzidyên Ermenîstan û Gurcistanê kir û di radiyoyê de çavpêketin
çê kirin. Hemû gotinên wî li dora hizirekî dizvirîn: “Bila Kurd dîsan
carekê Êzdiyan nexapînin û wana nekin cangoriyên siyaseta xwe. Koka Êzdiyan
binemaliya Muawiya û kurê wî Siltan Êzîd e”. Kesên mîna Ezîzê
Emer (Xwedêgiravî serokê Êzdiyan) alîkariya mezin dane neyarên
Kurdistana Sor. Encameke wisa derket, ku gelê me Êzdî jî dûrî ramana
Kurdistana Sor ma. Wisa hem Kurdên Misilman, hem jî Kurdên Êzdî derfeta
dîrokî bi kar neanîn. Lewma welatê kal-bavên me li Kafkasê îro vala
maye: Bi fermî ew wek herêmeke Komara Azerbeycanê tê nasîn, lê bi
praktîk li bin kontrola eskerê Ermeniyan e.
Merî
dilê xwe ber Xwedê veke jî, þerm dike binivîse:
Hinde caran gelê
Kurd wisa bêçar û bêtaqet e, ku dibe dijminê berjewendiya xwe! Wek mînak,
akademîk Þekroyê
Mihoyî ji Ermenîstanê tev Yûrî Nabiyev û Tariyel Biroyev ji Gurcistanê
li dijî dasekinandina (jinûveavakirina) Kurdistana Sor rawestiyan. Li gor
nêrîna wan, ya ji Moskowê re wek helwesta Kurdan hatibû pêþkêþkirin,
mafên
çandî di her komarekê de têra Kurdan dikin û autonomiyek li berwelatê
wan li Kafkasê tiþtekî
zêde ye.
Encama
vê tevliheviyê ew bû, ku di sala 1990an de Serokê Civata Neteweyan di
Parlamenta Sovyetê de Rafik Nîþanov bi hêrs
û
tore gote Kurdan: “Hûn
pêþê
daxwaza xwe zelal bikin û piþtre
çareseriyê
ji me bixwazin!”. Di demeke kurt de, erzeyeke þêwirmendan
gihîþte
destê
Gorbaçov, di kîjanê de dihate gotin: “Ji
nîvî
zêdetir Kurd dawa autonomiya xwe li Kafkasê nakin”.
Lê
Kurdên welatparêz – hem Êzdî, hem jî Misilman - karûbarên xwe di
naveroka rêxistina “Yekbûn” de dewam kirin. Wisa, di sala 1990an de
Parlamenta Sovyetê komîsiyonek bi serokatiya Sobolev saz kir, ya ku li ser
bingeha arþîv
û qanûnan mafên tezekirina Kurdistana Sor wek autonomî pejirand. Bi dû
re, di 27ê Adarê sala 1991an de, Wezîrxaneya Dadê ya Yekîtiya Sovyetê
bi fermî bernameya “Yekbûnê” nas kir. Bi vî cûreyî, Yekîtiya
Sovyetê, berî ku hilweþe,
bi awayekî fermî Kurdistana Kafkasê çawa dewleteke Kurdan ya xweser nas
kir.
Piþtî
rûxandina Dewleta
Sovyetê û derketina artêþa
Azeriyan, li paytexta Kurdistana Kafkasê
- Laçînê - bûyereke dîrokî cihê xwe girt. Li wir, di 9-10ê Hezîrana
sala 1992an de bizûtneweya rizgariya Kurdistana Sor bi piþtgiriya
nûnerên Kurdan ji hemû herêmên Yekîtiya Dewletên Serbixwe (Sovyeta
berê) bi fermî Deklarasiyona Dasekinandina Dewleta Kurdan li Kafkasê îlan
kir. Bi vî awayî rêxistina “Yekbûnê” rista xwe ya dîrokî lîst û
xebata xwe kuta kir.
Li gor biryara civînê, di þerê
Ermeniyan-Azeriyan de Kurd pêwîst e bêalî bimînin. Civîna bi rûmet
gaveke navneteweyî jî avêt û got, ku daxwaza Kurdistana Sor avakirina cînartiya
baþ
digel Ermenîstan,
Azerbeycan, Karabaxa Çiyayî û Komara Islamî Iranê ye.
Belê,
îro Kurdistana Sor vala bûye, Kurd jî li Sovyeta berê bela bûne. Belê,
Komara Azerbeycanê mafên Kurdan ji bo xweseriya Kurdistana Sor nas nake.
Belê, ji ber siparaniya dijminên doza Kurd milletê me venegeriyaye welatê
xwe. Lê hem dîrok, hem berjewendiyên cemawera Kurd, hem qanûn, hem jî
îlankirina Kurdistana Sor ya fermî pirsa dewleta me li Kafkasê vekirî
dihêlin. Xwedê bike, ku hêzên navneteweyî jî bi me re bin.
Deklarasiyona
Di Derheqa Dasekinandina Dewleta Kurdan de[1]
Pêvajoya
hedimandin û parçebûna Yekîtiya Komarên Sovyetê yên Sosyalîst digel
sîstema wê ya siyasî, civakî û aborî bi sirûþtî
encamên xwe di hemû komarên gotî de hene.
Li
pey þikestina
sîstema
hevbeþ,
avahiyên dewletan û gelên Sovyeta berê di warê siyasî û aborî de ketine
qonaxa pêþdeçûneke
teze. Ew
neteweyên, yên di dema xwe de bi zorê yan bi rêgayên din xistibûne bin
pergala komarên biyanî, mafên xwe ji bona dewletavakirinê nas dikin û
derfetan ji xwe re werdigirin.
Komara
Azerbeycanê, ya piþtî
Þoreþa Cotmehê
di naveroka civak, siyaset û aboriya Yekîtiya Sovyetê de hatibû
damezirandin, li ser xaka milletên kevinare û curbicur pêþde hat: Teterên
Kafkasê, Kurdan, Ermeniyan, Lezgînan, Taliþan, Tetan, Avaran û
gelên din. Lewma pêvajoya serazakirin û derketina Komara Azerbeycanê ji
Yekîtiya Sovyetê qanûneke sirûþtî,
ku her neteweyek li Azerbeycanê biryara pêþeroja xwe bistîne,
kire rojevê. Derfetên wan gelan di warê ziman û çandê de rê dane
dewletavakirina serbixwe.
Dema
damezirandina bingehên Komara Azerbeycanê yên neteweyî û admînîstratîv,
ji ber sedemên sûbjektîv ne hemû gelên wê herêmê bûbûne xwedî
bingehên autonomî. Lê gelê Kurd dîsan jî komareke autonom bi navê
Kurdistana Sor di naveroka Komara Azerbeycanê de ava kiribû. Bi fermana
Stalîn ya taybetî di sala 1931an de statuya Kurdan ji wan hate sitandin:
Ji wir pêde ew hatin sirgûnkirin û rêvebirên Azerbeycanê bi zorê ew
dikirine Tirk.
Siyaseta buhujandina
Kurdan bi taybetî di nehiyên Laçîn, Kelbecer, Kubatlî, Zengelan û
Cebrayîl de pêk dihat, çûnke
li wir ew niþtecihên
liserhev (kompakt) bûn. Bere-bere dibistanên, li ku dersên Kurdî dihatin
dayîn, þano
û
weþandina pirtûk
û rojnameyan hatin dadan. Wisa neteweyekî Hindo-Ewropî, yek ji kevintirîn
neteweyên herêmê xweþvêtiya
ziman, giyan û çanda xwe winda dikir û îro li ser hafa helandina giþtî
rawestiyaye.
Ji
bona xweykirin û gulvedana gelê me, da ku ew bibe endamê civata
navneteweyî, û rakirina desthilata Azerbeycanê, ya dibe sedema tunekirina
gelê me û li ser bingehên:
1.
Biryarên
Neteweyên Yekgirtî A/41/91 ji 4.12.1986 û
7.09.1987;
2.
Xalên
73an û
76an ya Destûra
Neteweyên Yekgirtî;
3.
Ramanên
Biryara Konseya Hevkarî û Ewlekariya Ewropayê;
4.
Dîroka Gelê Kurd û Berpirsyariya Me ji bona Paþeroja
Wî;
5.
Serkarîkirina Dad û Rastiya Dîrokê
Civata
Sazûmankar ya Bizûtneweya Rizgariya Kurd û Hemû Rêxistinên Kurdan ji
Sovyeta berê
ÎLAN
DIKE, KU
1.
Dewleta Kurdan bi navenda paytexta Kurdistana berê bajarê Laçînê
ve tê dasekinandin.
2.
Heta sazkirina organên hilbijartî tevaya dîwanê li ba Serwêrtiya
Têkoþîna
Rizgariya Kurd dimîne.
3.
Tarîxa Hilbijratinên Giþtî
yên Nûnerên Bineliyên Kurdistanê 19.07.1992an e.
Serokê
Civatê: Wekîl Mustafayev
Laçîn,
9.06.1992an
[1]Ev
Deklarasyona han,
wek dokûmenteke fermî, bi herdu zimanan - Kurdî (tîpên Kîrîlî)
û Rûsî - hatibû amadekirin.
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org