|
Hewara Bêdengiyê
Xebat Xanî
Bi
sala bû bi nivîsar ,gotar û kiryaran, me xebata gel dikir. Em bawer bûn
xebata çandî , netenê ji xebata siyasî û çakdariyê kêmtir nîne
, belku jê seratir û girîngtir e ; çimkî rewþnbîr e ku wêjdana gel
hiþyar dike û her dem bi xebata xwe piþtgîriya armancên netewî dike.
Bi salan bû li serdema fetisandinê de Þaîr û Hozanvanan stranên
Azadî û Berxwedanê distrandin, û bi bawer bûn Berxwedan Jiyan e.
Bi salan bû , li serdema zilm û zordarî û talan kirina jiyana
mirovahiyê de, nivîskar û rojnamevanan royê dîktatoriyê reþ dirin û
hewara azadiyê li gotar û rojnameyan de diqîrandin. Bi
salan bû , bi þanazî û serbilindî em bawer bûn li rojên reþe
tengasiyê de ,gel û siyasetvan, … me bi tenê nahêlin!! lê îro …?? Carna
pirsên balkêþ bala mirov ber bi xweve dikiþînin: Gelo
divê rojnamevan , nivîskar û têkoþer , li hewsxanan de bin ta ku ji rewþa
wan were pirsîn?? Gelo
yên ku li serkar tên avêtin, tên binçav kirin, berbend kirin û asteng
jibo wan tên çêkirin , mafê jiyanê ji wan tê istandin ,… ne di Zîdanê
de ne??? Ma Zîndana wan ji Zîndan
û Hewsxanên talanker û dîktatoran ne dijwartir e?? Di
Zîndanan de mirov ji azadiyê tên bêpar kirin,… lê li zîndana baykot
kirinê de mirov netenê ji mafê jiyanê tên bêpar kirin,belku rojê bi
sedan car dimirin û sax dibin. Di
Zîndana baykot kirinê de hewara bêdengiya te nayê bihîstin!, Û tu hêdî
hêdî li bêdengiyekî kûr de çavên xwe li ser hemû rengên jiyanê
digirî! Çima dive wisa be??? Mirovê
ku salan berî niha rewþekî wiha tecrobe kirine û vê gave bi serbestî
dijîn vê yekê baþ fam dikin. Îro
bi sedan Rewþenbîr , Nivîskar û Rojnamevan ,… li Rojhilata Kurdistanê
de hatine baykot kirin, binçav kirin û li Zîndana mala xwe de ne !, her
tim tên zêrandin û mafê jiyana wan tê binpê kirin,… zindî ne ,lê
bi salane ku mirine.?! Derd
û kul ne yek e, bi hezar in; bi kurtasî dinivîsînim: Li
Rewþenbîr , Nivîskar û Rojnamevanên welêt xwedî derkevin.
Xebat Xanî
Lêkolîner û rojnamevan
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org