Xiyasedin Zaroj Stêrk
 
Þev keser tijî
 
Þev keser tijî
tarî û tazî.
Ez bi te difikirim,
te xeyal dikim.
Mineqeþe dikim bi mêjûy xwe re,
di nav çar duwaran de.
Hêþînbûyina gulekî yî tu
di bergeha mêjiyê min da ;
tîrêjekî hêvî bide jiyanan
û rastiya xeyalên min î.
 
Çar dûwar
zîndan
lêdan
û em li cem hev bûn.
Di xeyalên min da bû tu.
Tuyê werî,
dizanim.
Bêriya te dikim.
Hîsek bi hêz e bi min re bêrî.
Bêriya di dilê min de har dibe,
dema derî li rûyê min tê girtin.
 
Li rûyê min dema derî tê girtin,
bi destên gemar û cirm.
Di dilê min da bahoz
                                serî hildan,
li ber derî ber û qeþa
                                 Diyarbekira xopan.
 
Di pencera girtîgeha xwe da dibînim;
stêrk li bergeha asûmanan tovek;
hêviyên min dikemilînin
aram û çirûskên xwe diþînin ji min re
wek hestek azadîyê ye ji min re
wek þewatek serxwebûnê
difire ji dilan
û li çiyan
dibe jîyan