|
Rêxistina
mafê mirovana a navnetweyî aI þaxê Komara Çekî bo
serbestberdana rojnamevanê kurdê Kurdistana Îranê Adnan
Hassanpour, îro dest bi kampanyayekê kir. aI bi e-nameyan ji
rejîma îranî dixwaze ku rojnamevan Hassanpour serbest bê
berdan.
Weka
tê zanîn rojnamevanê kurd Adnan Hassanpour ji 25.01.2006an
û virde wenda ye û tu agahî nîne bê ew di kîjan mercan
û li ku tê girtin.
Ahagî
ev in ku di 25-ê Çileyê Paþîn de hin kesan telefonî wî
kirine û jê re gotin divê îfadeya wî wergirin. Ew ji bo
îfadedanê diçe û careka din venagere. Goman ev e ku kesên
telefonî wî kirine karbidestên wezareta îstixbaratê -Ministry
of Intelligence- ne û Hassanpour di girtîgehek taybet li
Senandejê de girtîye.
Jiber
ku gotar, pirtûk û komputera Hassanpourî jî wenda
ne, bawerî ev e ku li mala wî jî lêgerînek pêk hatîye.
Adnan
Hassanpour karmendek rojnameya kurdî-farisî ASO bû û tê
ragihandin ku jiyana Hassanpourê di talukê de ye.
Kesên
dixwazin piþtgirîya kampanyaya aI bikin dikarin bi e-namyean
beþdarî kampanyayê bibin.
e-akce@amnesty.cz
Jméno,
příjmení, titul/
Nav û paþnav /:
Adresa*/
Navniþan /:
|