|
Konferansa
arekeolog û pisporên çekî ên berîya demekê li Hewlêra
paytexta Kurdistana Federe lêkolînên dîrokî û arkeologî
pêk anîbûn bi dawî bû. Di Konferansa li zanîngeha Plezenê
de 43 pisporên çekî beþdar bûn.
Heþt
pisporên çekî ên ku berîya demekê bo li dîroka Hewlêrê
lêbikolin, ku di nava wan de pisporê arkelogiyê, yê dîroka
Hewlêrê, pisporê jeoteknîkê, pisporê restorasyona avayîyên
dîrokî, ê jeolojîyê, rojhilatnas û zimannasê zimanê
antîk ji Zanîngehên Prag û Plezenê, berîya demekê çûbûn
Hewlêrê encamên lêkolînên xwe bi metodek zanistî pêþkêþ
kirin. Di Konferansê de koordînatorê grûba xebatê û
dersdarê zanîngeha New York zimannas Jan Urban jî amade bû.
Di
Konfersansê de hat destnîþan kirin ku dîroka Hewlêrê ji Îskenderê
mezin, mîtanî,
faris, medan dighêja
heta sumeran,
li cîhanê yekemîn bexçe li Hewlêrê hatiye danîn û
Hewlêr di sedsala yekê a piþtî Îsa navendek
filehan bûye.
Lêkolînê
grûba pisporan ber bi çav dike ku li Hewlêrê berîya Îsa
bi 4000 salan genim
hatiye çandin û ji hektarekê 550
kîlo genim hatiye berhev kirin. Ev yek li Misra welatê
ji alîyê ziraetê de herî pêþketî hatiye qebûl kirin ne
di vê sewyê debûye. Hewlêrîyan hê wê demê salê du
caran erdê xwe çandine. Li gel genim li Hewlêrê fasulîye, nîsk, sîr,
pîvaz çandine. Di konferansê de hat îddîa kirin ku
koka genim, sîr û pîvazê Hewlêr e. Dîsa hat ragihandin
ku 4000 sal berîya Îsa nifûsa Hewlêrê 88.000
bûye. Jiber ku fasulye û nîsk fosfora xwezayê berdida erdê
, fosfor bo genim wek zibil hatiye bikaranîn.
Di
Konferansê de li ser Hewlêra îro jî hat rawestandin. Axefbêja
nerzîbûna xwe bi rewþa îro anî ziman û got, dergûþa
medenîyetêka ku Homo
Sapines pê re jiyîyaye roj bi roj wêran dibe.Parçeyên
seramîkên ku bi hezarsalan kev nin di bin pîyan de ne û
xema kesî jî nîne, hê li ser kelê mirov dijîn, kar dikin
roj bi roj dewlemendîya bi dehhezar salan xera dikin. Di bin
kelê de rojê bi dehhezaran otomobîl derbas dibin ku bi
vibrasyonê(hejandinê) kelê dihejînin, ev yek jî ne xema
tu kesî ye.
Di
Konfernasê de li ser peyvendîyên sumer û kurdan jî hat
rawestandin û hat destnîþan kirin ku gotina KUR
bi zimanê sumerî mana çiyayê nenas e.Gotina JIN
a bi kurdî bi sumerî NIN
e û ev yek jî wek mînaka peyvendîyek zimanî hat dayîn.
Hat
ragihandin ku hemû meserefên wê ji alîyê hikûmetê çekî,
dê li ser kela Hewlêrê qesrek were restore kirin û tê de
alavên ku pisporên çekî di lêkolînên xwe ên arkeolojîk
de peyda bikin, werin pêþkêþ kirin. Dê avayî wek muzeya
kurd û çekî xizmet bike. Herweha beþdarên Konferansê doz
kir ku dîroka Hewlêrê were paraztin û bo vê yekê jî hikûmeta
Kurdistanê dikare serî li UNESCOyê bide.
Hejayî
gotinê ye ku biryar hatiye wergirtin ku hikûmeta herêma
Kurdistan xwendekaran biþîne xwendekarên kurd karibin li
zanîngeha Rojava ya çekî di beþê arkolojîyê de bixwînin
û pisporên dil bikin doktoraya xwe çê bikin. Hikûmeta çekî
bo xwendekarên kurd jî budçeyek veqetandiye.
Heyf
bû ku li gel hatibûn vexwandin tu pispor ji Kurdistana
Federe beþdarî Konferansa li ser Hewlêrê nebûn.
|