|
Þexsiyeta
Efsanewî ya gelê Çek, dostê gelê Kurd 80. saliya xwe pîroz kir
Dr. Yekta Geylanî
Þaxsiyeta efsanewî ya gelê Çek Prof.Dr.Venek Shilhan roja
17.2.2007 de di nav mal, malbat û hevalên xwe yên gelek nêzîk de 80.
saliya xwe pîroz kir. Venek
Shilhan ku di eslê xwe de hesinvan bû, di dema þerê cîhanê yê duyemîn
de li dijî faþîzma Alman, ku welatê wî Çekoslovakya dagîr kiribû, þer
kir. Piþtî þerê cihanê, ew ji bo xwendinê diçe
Sovyet. Li wir, li zanîngehê beþê aboriyê dixwîne. Piþtî vegera xwe, di ware aboriyê
de xebata
xwe domand û bû ciwantirîn rektorê zanîngaha navdar ya aboriyê li Çekoslovakya,
ku di dinêe
de nav daye. Di eynî demê de di nav rêzên partiya komunîsta
Çekoslovakya de kar kir
û bû
ciwantirîn endamê polîtburoya partiyê. Di salên 60. de dest bi rexnekirina serekatiya partiya xwe kir; berî her tiþtî ji ber sedemên aboriyê.
Yekemîn karê ku wek sekreterê Partiyê dike, ûltîmatomê
diþîne Moskovayê û dibêje, ger hûn endamên Polîtbûroya Partiya me
azad nekin, neþînin welate me, ger ji keseki ji wan re tiþtk bibe, emê
ta dawî þerê we li vir bikin. Wan joran heger Venek Shilhan þaþiyeke biçûk
bikira, wê bi dehhezaran kes bihatana kuþtin. Ji ber ko leþkerên Çek hên
xwe teslîm nekiribûn û li hêviya destûrê bûn. Bi dehhezaran
„aþtîxwaz „ ji çar aliyên dinê hatibûn ku bi canê xwe gelê Çekoslovak
û daxwazên wan biparêzin. Venek Shilhan bi zîrekî Sovyet mecbûr kir, ku
endamên Polîtbûroya partiya komûnîsta Çekoslovakyayê „ bi saxi û
selametî „ vegerîne welatê wan. Vê bohrana(krîza) mezin 3 hefteyan
dom kir; ev bohrana ku dikarîbûu bibe sedema wêrankirina seranserê Çekoslovakyeyê. Endamên Polîtbûroyê vedigerin. Lê li gor nîzam
û destûr sekreterê giþtî êdîi ne Dubçek e. Lê V. Shilhan e.
V.Shilhan ji hevalên xwe re dibêje: NA. Em ne kesên ku ji hilbijartineke
demokrat derketibin, hatine hilbijartin. Em ji hilbijartina kirîzê
derketin û bûn berpirsiyarê Partiyê. Lê di vê navê de V. Shilhan ji Dubçek populartir
e, bi ser de jî ew Çek e û Dubçek Slovak e. Dîsa jî maqama Sekretariya giþtî ya Partiyê teslîm
Dubçek dike. Hinek dîroknas vê yekê wek mezintirîn þaþiya V.
Shilhan nîþan didin. Wek tê zanîn, Dubçek kesekî gelek nerm û bê
qerar bû, wî piþtî demekê xwe „teslîme“ Sowyetan kir û dev ji
partiya xwe berda. Te gotin, ku ger Shilhan di cihê xwe de bimaya, wê
Sowyet ji Çekoslovakyayê derxistana. Konjuktura Ewropa û dinyayê ya wan
salan musait bû ku serbikeve. Piþtî ku hukim dikeve destên xulamoken Sovyetê,
Shilhan jî ji Polîtbûroyê tê avêtin – bê hilbijartin –, zarokên
wî, ku yek felc bûbû, ji dibistanan tên derxistin, xanima wî ji kar tê
derxistin. Dawiya dawî wan ji Prag jî derdixin. Bi malbatî diçin 35 km nêzîkî
bajerê Prag li herêmeke Çiyayan, di nav wan kendalan de þikeftekê peyda
dikin û li wir dijîn. Shilhan bi destên xwe þikeftê mezin û fireh
dike. Bi tonan axê tîne û datîne ser keviran, ku baxçeyekî çêbike.
Ew çêdike jî û zarokên xwe bê fêkî û bê xwarin nahêle….. Bi ser de jî di sala 1977-an de bi V.Havel û hinekên
din re saziya Çarta 77 ava dike. Yek ji 3 serokên vê saziya muxalafetê
dibe jina wi Dr.Libuþe Shilhanova. Libuse Shilhanova tê girtin.
Venek Shilhan bi sê zarokên xwe ve þerê xwe li nav þikeftan didomîne. Ew þikeft îro ji alî arþîtektur,
ji alî estetîkê, ji alî îzolasiyonê, li hember ritûbetê(lihêmê)
wek mînakeke bê hempa ji alî pisporan de tê hesap kirin. Baxçeyê wî jî wisa. Bi salan
keviran dikole û rêya avê çêdike; wek di dema Yûnanistana kevnare de. Piþtî „ Þoreþa Qedifeyan „ di sala 1990-î de, ne ew, ne jî xanima wî ti meqamekî dewletî qebûl nakin. Xanima wî Dr.Libuþe Shilhanova dibe seroka Helsinky Komite û V.Havel wê demê wek serokkomar þana þerefe dide wî. Lê V. Shilhan þanê jî qebûl nake.
PRECIOSA di nav cîhana kapitalsît
de bê
prensibên kapitalsît bi ser dikeve. Yekemîn þirketa Çek ku ji USA ta
Emiratên Erebî, ji Spanya ta Moskov þaxên xwe vekiriye PRECIOSA ye. Tiþtên ku Venek Shilhan ji karbidestên welaten sosiyalîst re di salên 60-î de peþniyar kiribû , lê nehatibû qebûlkirin û bûbû sedema dagîrkirina Çekoslovakyayê di sedsala 21-ê de pêk hat. V.Shilhan da nîþandan, ku bêyî
kapîtalizmê jî pêþdaçuyîna aborî, teknîkî, zanistî(ilmî), çandî
wek giþtî mirovayetiyê mimkin e. Venek Shilhan þikefta xwe kir
Muze, ji nifþên nû re vekir, wek þana qabiliyeta mirov, wek þana
serhildanê. Vegeriya mala xwe ya berê bi 85
metre kare. Venek Shilhan ne di nav
„luks“ ê de ye. Ew hên rojê 40 cixereyan dikiþîne û hên jî kemanî
rojê 12 saetan bo ayend û dahatûya mirovatiye sere xwe, cane xwe diþxulîne.
Venek Shilhan ew merov e, ku
Abdullrahman Qassemlu di zanîngeha Aborî da li hember êriþên partiya
komûnîsta Iranê – TUDEH – di salên 60-î de diparast. Dr.Qassemlo çend roj beriya ku
þehîd bikeve, bi dizî tê Prag û diçe dîtina mamosteyê xwe V.
Shilhan. V. Shilhan jê re soz dide, ku
ger rejîm li Çekoslovakya were guhartin, wê alîkariya gelê Kurd bikin. Çend roj þûn
de Qassemlo þehîd dikeve…… Yek ji hêviyên vî þervanê
mirovatiyê ew e, ku rojekê bikaribe here Kurdistanê û alîkariya gelê
kurd ê mezlûm, lê mazbût û serbilind bike. Venek Shilhan dostê mamosteyê
min yê 30 salan e, dostê gelê Kurd e. Ew bû 80 salî. Pîroz be. |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org