|
Berî niha li komara Çekê, li
navenda PEN-ê, serokê Charta 77, prof. Janouch, nivîskara
pirtûkê Jana Kluskova, gelek nivîskar û siyasetmedarên çekî,
heval û dostên Dr. Yekta Uzunoglu gihiþtibûn hevûdu.
Armanc danasîna pirtûkekê bû. Uzunoglu kurd e. Ew bi
salan li Çekê maye, ji bo wî welatî xebatên hêja kirine.
Bi taybetî ji alî aboriyê ve þopa xwe pir alî hiþtiye û
ji ber xebatên xwe rêzdariya li hemberî wî bilintir bûye.
Xebata Kluskova ya bi navê ”Yekya `Monte` Uzunoglu- Kurdê
ku serê wî nayê tewandin” li Çekê, rê ji niqaþên
nû re vekir. Ji ber ku Doktor Yekta li hemberî qencî û
fedekariyên xwe hatibû girtin. Zindanîkirin. Spasiya ji bo
xebatên wî hatibû jibîrkirin.
Rewþenbîr û nasdarên Çekî
di kombûnê de ji dewletê lêborînek fermî dixwestin. Piþtî
kombûnê, berhema giranbûha ya Kluskova ne tenê li nav çêkiyan
û kurdan, lê li deverên din jî bû sedama balkêþiyê.
Niha ji bo ku pisporê aboriyê Dr.Uzunoglu ji nêz ve bê nasîn,
pirtûk dibe bi almanî. Em ji bo pirsên rojane bi Dr Yekta
Uzunoglu re peyivîn.
- Ji kerema xwe re hinekî
qala pirtûka xwe ya ji bo serastkirina aboriya Çekê bike. Sedema
girtina we çi bû?
Dr.
Uzunoglu: Piþtî þoreþa qedife di sala 1990-ê de ez
vegeriyam komara Çekê. Bi hevalên xwe yen berê ku çekî bûn,
û wê demê di hikumetê de bûn, me dest bi reformên abori
kirin. We demê 100% di aboriyê de dewlet hebû. Þexsî tiþtek
tunebû. Çapxaneya min dest bi weþanen pirtûkên ilmî yên
li ser aboriyê kir. Min bi serokomare îro – wê demê
serokwezîr bû û ew bi xwe aborînasekî navdar e – dest
bi nivîsandina pirtûkeka wî ya bi navê „ Perspektivên
aboriya Komara Çekî„ kir. Bi me re 6 wezîran jî li
ser vê pirtûkê kar kir, nivîsandin. Ev pirtûk weka
REHBERa
guhartinên aborî bû. Diviya hikûmet
li gorî navaroka vê pirtûkê reformên xwe bidomanda. Lê
komunîstên berê xwe di nava ”rojekê“ de guhartin, bûn
mafya aborî. Tiþtên ku min dikir û dixwest ku hikumet bike
wan kesan nedihiþt. Ji aliyê din, di wê demê de waqfa ku
min ava kiribû salê bi dehan burs dida xwendekarên kurd,
min bi rojane li ser rewþa gele kurd di çapameniya çekî de
bend didan weþandinê, carina bi zora diravî jî…. Ev yek
jî ne bi ya dilê sefírê Tirk û wusa ji Hikûmeta Tirkiyê
bû.
Hikûmeta tirk – di dema Tansu Çiler
de – bi komunistên berê ku êdî bûbûn wek mafya bi hev
re komployek pek anîn û min dan girtin. Komplo ji aliyê wezîrê
karê derve yê Çekoslovakyayê Dr.Jaromin Johanes ve hatibû
organîzekirin. Ew, reviya çû Tirkiyê û hê jî zêdeyê
13 sal in li Enqerê dijî, nikare were vir. Tirk
jî wî diparezin.Ku were vir ê were girtin. Girtina min hem,
bi kêrî kesên ku nedixwestin guhartinên aborî û civakî
pêk bên dihat û hem jî bi kêrî hikûmeta Tirkiyê. Idîaname
ev bû: “Dr.Yekta di roja 13.9.94-ê de li tirkekî bi navê
Göksel Otan di navbêra 18:00-22:00 xistiye. Ew roj, di wan
saetan da min bi mezintirîn þîrketa inglîz ya dermanan ku
91.000 karkerê wê hene, bi nave BOOTS , li ba reîsê
belediya bajarê Pragê peymana aboriyê îmze dikir. Dawî
derket ku navê yê Tirk ne ew e , bi pasaporta sexte hatiye
Çekê û navê wî Gürkan
Gönen e, hikûmeta Tirkiyê wî þandiye vir ku min bikûje. Ez,
du sal û nîvan di hepsê de mam. Caran – wek di pirtûkê
de jî hatiye nivisandinê – dixwestin min bikûjin u
hwd.uhd.
Hikûmeta alman nifûsa almanî anîn
ta hucreya ku ez tê de dimam, di hucrê de ez bûm hevwelatiyê
alman. Ev yek bi saya dehan birêvebirên Almanya pek hat, ku
hevalê min bûn, weke malbata Heinrich Boll, wek niviskarê
navdar Gunther Wallraff uhwd. Ez neçûm Almanya, li vir mam
û min þerê xwe ji bo reformên aborî, civakî, hiqûqî û
emniyetê domand. Di vê navê de ji mafya tirk-çek 86 kes
hatin mahkûm kirin. Wezirê karên hundur, û yê adalatê, a
aboriyê ji min li ber rojnemevanan leborînên xwe xwestin.
Serokkomare wê demê Vaclav Havel jî wusa. Ma serokomarê îro
– ku wê demê serokwezîr bû – ji min leborîna xwe
bixwaze û þana þerefê ya dewletê bide min. Xelata herî
mezin ji min re ji xwe hat dayîn, ma þana þerefê.
- Hinekî qala nivîsevana pirtûka
xwe bike...
Dr. Uzunoglu: Niviskara pirtûkê
Jana Klusakova navûdengtirîn nivîskara Komara Çekê
ye. Ta nuha jiyana serokomar Vaclav Klaus, jiyana wezîrê karê
derva yê îro û binavûdengtirin arîstokratê Evropa Navin
Mir Karel Schwarzenberg nivîsandiye. Mêrê wê J. Klusak,
kurê wê Vit Klusak di dinê de nav dane.
- Gelek kesan ji serekomar xwest
ku lêborînê wek dewletê ji te bixwaze, ne wisa?
Ne tenê PEN a çek, lê her wusa
Saziya Charta 77 (Ku li vir þoreþ kiribû û Vaclav Havel
endam e), Saziya Helsinkî Komîte, rektore Universîta
Charles (kevintirîn universîta vê komarê ye ), sedan birêvebir,
siyasetmedaran ve bi nameyên xwe ji serokê komarê xwestin
ku ew wek serokê dewletê ji min leborîna xwe bixwaze ne wek
þexs. Wek þexs ji xwe kir camêr.
- Çek kurdan çawa dinasin? Piþtî
pakêta we ya aborî çawa nêzîkî te dibin?
Dr. Uzunoglu: Çek kurda bi Dr.
Qasemlu û bi min nas dikin. Ji ber wê yekê çi ji wan ta
nuha hatiye xwestin bo kurda, kirine. Yekemîn car konsulxana
dewleteka ewropî ku li Hewlêrê hat vekirinê – sala berê-
konsolxana Komara Çekê bû. Piþtî 16 salan îro her kes li
vir dizane ku pêþneyarên ku min ji bo reformek aborî dikir
rast derketin. Tiþtên ku min rexne dikir disa wusa.
- Em pê hisiyan ku hûn li
baþûrê Kurdistanê bûn. Ez dixwazim bi taybetî bi te re
li ser rewþa aborîya li herêma Kurdistanê`, `têkiliyên
wan yên aborî bi Tirkiyê û cînaran re` qise bikim, dîtina
te bistînim. Lê em dê dîtina we paþê bi dirêjayî bistînin,
belav bikin. Tenê li ser enerjiya ji Tirkiyê dihat
wergirtin, rewþ çawa bû?
Dr. Uzunoglu: Tiþtê ku Tirkiyê di
warê elektrikê de dike talan e. Û ne tenê di warê
elektrike de. Kurdistan, tene ji Silopî bi kemasî 220
MW / seet kehreb distîne. Rojê
dike 5280 MW/seet. Yani 5.280.000 kW/seet rojê. Gor texmînan
Tirkiye 1 kW / seet bi 0.40-0.50 sentê emerîkî difroþe Hikûmeta
Herêma Kurdistanê. Ger bi 0.40 sente jî firotibe 5.280.000
kW/seet roje x 0.40 USD = 2.212.000-USD/ Roje. Sale herî
kem
dike
:2.212.000 x 365 = 770.
088. 000-USD
Bihayê
elektrikê li USA ji sentralen nukleer 1.6 sentê emerîkî bû,
di sala 2006 de. Li Avusturya 1.4 sentê emerîki bû, ji
santralên avê. Li Çekê 3 sentê emerîkî bû, ji
santralen termikê (komir) û 2.1 sentê emerîkî bû, ji
santralen nukleer ûhwd. Em dikarin bi / maksîmum / 5
– 6 sentê emerîkî (sigortakirina sermaya bêgane li Iraqê
hinek bihaye, masrafên amortîzasiyonê ûhwd) elektrikê
bidin çekirinê ji bo Kurdistanê. Di nav van 5-6 sentan de
heqê amortizasîone santralên kehrebê ji heye. Piþtî 5
salan ku santral xwe amortize kirin, bihayê kehrebê ji bo
Kurdistanê dê bibe maksîmun – herî zede – 2 sentên
emerîkî. Bi 6 sentan jî be, ferq navbeyna elektrîka ji
Tirkiyê ye û yê ku em bidin çekirinê (6 sent x 5.280.000
kW / seet = 316.800 USD / roje). Ev li salê maxîmum
dike : 316.800 x 365 = 113.650.000-USD,
Ferq
kemani 660.000.000-USD e.
Bi
ve ferqê salê çend zanîngeh, çendan nexweþxane, pirtûkxane
û dibistan li Kurdistanê ava dibe? Ev tene mînanekek e. Wek
giþtî pêwistiya Kurdistanê kêmani ji 2000 MW elektrikê
re heye.Yani deh
qat e ku
ji Silopi tê stendin. Ferq ji
deh qat e bê guman, yani herî
kem 6.6
milyar
USD zirara
Kurdistana baþur e/
bê di
qelemeki de.
Gor vê mînakê êdî talana Kurdistanê texmîn bikin. Ji
hezretî Ibrahîm ta nuha bingeha aboriye, sûk e. Þerên
malxirab timî li sedemen aborî çê bune.Yê ku mala gele me
xera kiriye jî sedemên aborî ne.
Dr.
Yekta Uzunoglu
Di
1953 de li Farqînê hatiye dinyê. Di 1971-ê de ji bo
xwendina bilind tê fransayê. Li wir zimanê fransî dixwîne.
Di 1973 de tê Pragê. Piþtî xwendina tendurustiyê, dibe
doktor û di 1980 de di gel hejmarek doktor li Kurdistanê
dixebite. Piþtre tê Almanyayê. Li wir di avakirina
enstituya kurdî li Parîsê û entîtuya kurdî a Bonnê de
rolên berbiçav hildigre ser milê xwe. Paþê vedigere Pragê.
Dr. Yekta di saxiya þehîdê
nemir hêja Evdirehman Qasimlo de jê dersên aborî
werdigirt. Paþê li ser makro ekonomî xebitî, li ser
zaniyariya aboriyê kûr bû. 1993 de li gel serekomarê Çekê
Veclav Klaus û hejmarek ekonomîstên wir, li ser bingeha
berhema xwe bi navê ``Perspektîvên Aboriya komara Çekî``
xebatên aboriyê dikin. Ji ber komployekê di sala 1994 de tê
girtin. Ew di sala1997 de azad dibe. Di sala 2006 de xelata
Frantisek-Krigelê wergirtiye. Dr. Yekta zewiciye, du zarokên
wî hene û li Komara Çekê dijî
|