Derî-2
 
 
 
Yildiz çakar
 
 
 
 
Li ber derî asê mabû dil…
Divê careke din di navbera derî û dilê xwe de bimamam . Divê careke din li te vegeriyama . Ji bo çavên te û ji bo jiyanên ku ji me hatine dizîn.  Cara pêþîn min tu di heft saliya xwe de di xewneke rengîn ya li piþt deriyeke text ya ji bapirê min diyarî mabû de ditîbû.  Di qelîþtokên derî de asê mabû çavên reþ. Wê çaxê tu xort, ez zarok bûm. Diyarbêkir mazûvanîyê dikir, mixabin tu xortbûna xwe binpey dikir ez zaroktiya xwe. Heta ku qelîþtokên derî mezin bûn û heft saliya min wek xewnek bi dawî bû, vê carê deriyeke hesin ket navbera me. Deriyek, bê nifte, deriyek bê hest û deriyek ku tu car qeliþtokên ku li heft saliya min vebûbû wê venebaya.
 
Ji te bê par mabûm, bêrîkirinek bênav ji ji min re mabû. Piþtî heft saliya xwe niha bi jinitiya xwe li navbera derî û diyarbekîr de dimînim…
Her carên ku çavên min li qeliþtokên derîyên xerîb diket tu dihatî bîra min. Wek niha! Nizanim kî li kê neheqî dikir. Ew zaroktiya min bû an xortaniya te ya ku bi destê min neket. Li ber çi kevim? Li ber evinên dernegmayî an qeliþtokên heftsaliya xwe kevim. Bibêje tu kîjanî yî?
Ew deriyên min ên ku bi hezaran car hatibû êþandin û di her êþekî de qelîþtokên bê sînor avakiribû niha çima li min venedigeriya. Bibêje! Teq teqa! dengê singa min bû ku li deriyê te diket! An ji xewneke bi dizî bû di qeliþtokek qedexe de.
 
-Li ser singa te me, li aliyê çepê dikeve mala min! Deriyo! Ma ev ne dengê janeyê!?
 
Bi hezaran car hêrsin bizdonek li rastî min û deriyên minên bi qeliþtok ketin. Her carê ku ji wan direviyam dibûm ewreke reþ û li xwe dibariyam.
 
-Li ber derî me, deriyo! Siwanek ji wî ji xwe re dixwazim ta ku li xwe nebarim.
 
Tofanek mitosîbû, lê nediþibiya ya Nûh ….
 
Ewil
 
‘Min hezkir’
 
Piþt re
 
‘Tirsyam’
 
Ji meselokan min dizanî  dawiya her tofanê bi xêr bû. Çima ya min û ya te nexêr?
 
Domiya…
 
Li ber derî asê mabû dil,
 
Bêxwedîbû, bêçarebû her du baskê wê þiksetîbû
Çerx nedigûherî, ne ez dibûm heft salî û nejî tu xorteke bistû yeksali!
Ne parsekên welatê bê war û ne jî kevnfiroþên bêpar destê xwe nadavêtin, kilama lêlê û lolo dû dirêj dibû di qeliþtokên bê derî û bê mal.
Li ber derî asê mabû dil,
Þev dibariya li þevên min, stêrk, heyv tune dibûn di xetên lihêfên min de. Lamassûs* ji kerba dil û derî serî datanî, loma; navê wê li her demê digûherî!
 
Li ber derî asê mabû dil…
Divê careke din di navbera derî û dilê xwe de bimama. Û divê careke din jiyan bûbûya bijangêg û bihata girtin li çavên min.
Cara pêþîn min tû di xewnekî de ditibû, ew çax tu dibû derî, ez jî di nav qelîþtokên te de dibûm mîxên bêserî.
 
 
Li vê alî, li wê alî çima wek dicle û feradê li dor dilê hilatî
Em diçûn û dihatin,
Hevî tenê di qeliþtokeke dirokî de çav diþkand, bo wê, dem xwe þûnve dikþand. Ez hîn zarokim di dema xortaniya te, ne xeme bo min sedsaliya te…
 
 
 
Yildiz çakar
 
Amed
 
2008-05-19

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org