|
Ji
Weþanxanaya Lîsê: ‘Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî’
Yildiz Çakar - Amed-2007 Ji
Celadet Alî Bedîrxan ‘Gazinda Xencera Min’, ‘Klêopatre’ û
‘Hevind’ji Kamîran Alî Bedîrxan ‘Eyloyê Pîr’ ji Mele Mehmûdê
Bazîdê ‘Mem û Zîn’ ji Evdirehîm Rehmî Hekarî ‘Memê Alan’ ji
Erebê Þemo ‘Dimdim’ û ‘Hopo’ji Cegerxwîn ‘Reþoyê Darê’ û
‘Cîm û Gulperî’ ji Osman Sebrî ‘Li Goristaneke Amedê’ ji Qedrî
Can ‘Guneh’ ji Îbrahîm Ehmed ‘Jana Gel’, ji Nûredîn Zaza ‘Gulê’,
ji Rehîmê Qazî ‘Pêþmerge’, ji Mehmût Baksî ‘Hêlîn’ û
‘Gundikê Dono’ ji Bavê Nazê ‘Govenda Li Ber Mirinê’, ji Hesen
Silevanî ‘Gulistan û Þev’
wek babetek ji nav Weþanên Lîsê derketin. Ji van berheman tenê
‘Jana Gel’, ‘Gundikê Dono’ û ‘Hêlîn’ li Tirkiyeyê hatibûn
weþandin. Di
nava vê babet-pirtûkan de gelek berhemên niviskarên ku bingeha edebiyata
kurdî ava kirine tê qebûl kirin jî cih girtine. Ji ber parçebûyina
kurdan û sirgûnan gelek niviskarên kurd li sirgûnê an jî ji ber parçebûna
welêt gelek berhemên giranbûha nivîsandine û berhemên wan li her parçeyek
asê mane. Ev ji
bûye sedemên ku îro kurdên her çar perçeyan ji berhemnê xwe, ji
edebiyata xwe bê par mane.
Her parçeyek ku kurd lê dijî haya wan ji edebiyata kurdên parçeyek
din ne hayadarin. Îro
Weþanxanneya Lîsê bi rastî jî karek giring daye pêþiya xwe ta ku
nehaydarbûyinên gelek berheman û nivîsên ku di dema xwe de rastî gelek
zehmetiyan hatine û nehatine weþandin; lê îro ew bi xebateke digihîje
xwendevanên xwe. Wek destpêkek Weþanxaneya Lîsê 19 pirtûk di Pirtûkxaneya
Ahmedê Xanî de çap kiriye. Ji van berhemên bingehîn gelekên
wan li welêt nehatiye çap kirin û haya me (raste rast negihiþtiye
xwendevanên xwe) ji van berheman çênebûye jî. Wek minaka pirtûka
Cixerxwin ya bi navê ‘Cim û Gulperî’ li bakurê welat ev yekem care
ku ji aliyê Weþanxaneya Lîsê ve hatiye weþandin . Nivîskarên ku em
dibêjin nifþên 90î ji ber van sedeman gelek berhemên ku bingeha
edebiyata kurdî têne qabûlkirin bidest nexistine.
Ji bo vê xebatê gelek kovar, rojname û tekstên (Hawar, Roja Nû
…) ku her yek li parçeyek wêlet hemû bi lêkolineke kolektîv û
xebateke profesyonelî ve pêk hatiye. Berpirsyarê
Weþanxaneya Lîsê Lal Laleþ li ser vê Xebatê dide zanîn ku di salên
1930an de gihana ku Hewar afirandibû û ew derdorê Hewarê -ku kesên wek
Celadet Elî Bedîrxan û gelek kesên din- îro bidestxistina reflekseke
modern a felsefa Ehmedê Xanî bi xebeteke kolektiv û berdewamiyê vê
kefneþopiyê dê bidominin. Xebata Pirtûkxana Ehmedê Xanî jî bi vê
refleksêfe û felsefa ku di wê demê de afiriye îro ji aliyê vê nifþa
nû ve careke din dide zayîn. Di
sala 1930î de ew gihana edebiyatê ya ku Hawar afirandibû û di vê derdorê
de kesên wek Celadet
Elî Bedîrxan û gelek kesên din di wê gihanê û felsefê de afirandinên
xwe yên îro wek berhemên bingehîn yên kurdan têne qebûlkirin ew
gihana ku di warê edebiyatê de þax daye îro bi gotina berpirsê Weþanxaneya
Lîsê Lal Laþeþ ve tê gotin ku ev xebat modernîzeya gihana wê demê
ye. Ji
bilî van berhemên bingehîn dîsa gelek nivîskarên hêja û giranbûha jî
bi berhemên xwe ve, di vê Pirtûxana Ehmedê Xanî de cih giritine. Bi tevî
hev 19 pirtûk bi hev re hatine çap kirin. Destpêka edebiyatê ya ku niha
tê zanîn û ev nifþa ku li dû wane di babetekî de cih xwe girtine. Ji
nifþa dû hewarê Bavê Nazê, Mahmûd Baksî û Hesen Silîvanî bi berhemên
xwe yên giranbûha ve rengeke din dane babet-pirtûkan. Îro
divê were zanîn ku em kurd naxwînîn. Beriya ku qedexe û çewisandinên
cûr be cûr li ser me bû bahaneyeke me hebû ku me digot berhem tune ye,
alav tune ye, tv tuneye, radyo tune ye, weþanxane tune ye, rojname tune ye,
tune ye û tune ye!!! Lê îro hemû hene hinek bejî li ser xebatên weþangeriyê
çewisandin û êrîþên wek salên 80-90 tun eye. Lê wex salên 80-90 jî
xwendin û xwedî lê derketin jî tune ye. Gelo em ji qedexeyan pir hez
dikin? Divê ev feraset bête þikenandin û divê em bixwînîn. Ji bo ku
di mala her kurdekî de divê pirtûkên kurdî çi çê, çi xerab divê
cihê xwe bigre.
Ji bo ku em di nav marjînalbûyineke teng û fetîsî de winda nebin,
hewcedariyên me bi van xebatên wek Pirtûkxana Ehmedê Xanî heye û divê
heta dawîn jî em xwedîtiyê li van xebatan bikin. Pirtûkxaneya Ehmedê
Xanî tenê mînakeke ji bo vê mijarê ye. Rojname, kovar û gelek weþanên
me jî di rewþeke metirsî de ne. Divê her kurdek baþ bizanibe ka bi çi
zehmetiyan me îro ev maf bi dest xistine û divê em bidestxistina van
mafan –ku divê xwezayî be-
dîsa bi destê xwe binpê nekin û em xwedîtî lê bikin. Pêwîst
e ku em qîmeta van destkeftiyên xwe yên bi berdêldayîyên salane
bizanibin, biparêzin î bi pêþ bixin! Belê,
ji bo ku em bi saxî nemirin… Yildiz
Çakar-Amed-2007
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org